Di rapora bi sernavê “Lêkolîna Bûyerên Tundiya Dijî Jinan ji 1’ê Çileyê heta 31’ê Kanûna 2025’an” de hat diyarkirin ku di nava salê de herî kêm 420 jin hatine qetilkirin û 508 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat diyar kirin ku 662 jin rastî tundiya fîzîkî hatine, 1089 jin bi zorê karkeriya zayendî bi wan hatine kirin, 130 jin rastî tacîzê hatine, 25 jin rastî destdirêjiyê hatine û 96 jin jî rastî gef û heqaretan hatine. Her wiha hat diyarkirin ku 170 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine.
Li gorî raporê, ji sedî 60’ê bûyeran nasnameya tawankar nehatin tesbîtkirin, di nav kesên tawankar de hevser û xizmên nêz derketin pêş.
Hat diyarkirin ku ji sedî 15’ê kuştinan li Stenbolê pêk hatine. Stenbol di bûyerên destdirêjî û îstîsmarkirina zarokan de jî di rêza yekem de ye.
SAMER’ê, da xuyakirin ku ev dane tenê bûyerên ku di çapemeniyê de hatine ragihandine û hişyarî da ku dibe hejmarên rastîn pir zêde bin.

