Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Komkujiya Gar a li Enqereyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Zû yan jî dereng, bajarên dagirkirî wê bêne rizgarkirin’
Rojava

‘Zû yan jî dereng, bajarên dagirkirî wê bêne rizgarkirin’

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê di salvegera 6'emîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de gotin, "Zû yan jî dereng wê bajar bêne rizgarkirin û gelê me yê koçberbûyî li warê xwe vegere."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di salvegera 6’emîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ku 9’ê Cotmeha 2019’an ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatin dagirkirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ji ANF’ê re axivîn.

‘ÊRÎŞ BIRIN SER HER KESÊN LI BAJÊR’

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê û şervanê ji Serêkaniyê Demhat Serêkanî anî ziman ku şopên êrîşa 9’ê Cotmeha 2019’an hîn teze ne. Serêkanî diyar kir ku êrîşan bi êrîşên hewayî destpê kirin, li hemberî her kesên li bajêr çi sivîl çi jî şervan êrîşên berfireh hatin kirin.

Serêkanî got, “Destpêkê bi balafirên şer êrîş kirin. Sivîl, leşker her kesên li bajêr kirin hedef û êrîş kirin. Di encama êrîşan de 10 rojan berxwedan hate kirin û gelek hevalên me şehîd bûn. Ez jî di nava wê berxwedanê de bûm; wê demê birîndar bûm. Yekane daxwaza me ew bû ku Serêkaniyê nekeve destê hêzên dagirker.”

Serêkanî ragihand ku di dema şer de çekên giran û qedexekirî li hemberî gel û hevalên wan hatin bikaranîn û got, piştî 6 salan jî êşa wê hîn di nava jiyana rojane de ye.

Şervan soza ku da gelê Serêkaniyê û şehîdan nû kir û got, “Weke gelê Serêkaniyê, weke şervanekî ji Serêkaniyê ji sala 2011’an heta 2019’an me li ber xwe dan, şehîd dan, îro jî şehîdan didin. Em soza ku me dane şehîdan û gelê xwe dubare dikin û dibêjin, me Serêkaniyê ji bîr nekirine. Zû yan jî dereng em ê teqez li Serêkaniyê vegerin; bi şer yan jî bi siyasetê be. Soza ku me dane gelê xwe û şehîdan ev e: Em ê Serêkaniyê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re nehêlin. Êşa Serêkaniyê, qîrîna zarokan her roj bi me re ye. Heta ku li bajarê xwe vegerin em ê şer bikin; heta dilopa dawî ya xwîna xwe.”

Axaftina xwe bi gotin, “Şehîd namirin û Bijî Serok Apo” bi dawî kir.

‘BI BARBARÎ ÊRÎŞ KIRIN, GUND TALAN KIRIN’

Ciwan Seydo jî 9’ê Cotmeha 2019’an weke “Êrîşeke berfireh û barbar” pênase kir. Seydo anî ziman ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete de li Serêkaniyê û Girê Spî bajar û gundên derdorê hatin talankirin û bang li gel kir ku bi hêvî be. Ciwan Seydo got, “Gelê me yê Serêkaniyê û Girê Spî bila bi hêvî be; em ê ti carî dest ji bajarên xwe bernedin. Êdî hêzeke me weke QSD, YPG û YPJ heye; bila ji van hêzan bawer bikin. Azadî nêzîk e. Hebûna me ya li Til Temirê ji bo Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ye.”

Seydo diyar kir ku Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê û hêzên wan ên leşkerî ji bo rizgarkirina van bajaran timî amade ne û ew li benda “dema rast” disekinin.

‘TALAN Û HILWEŞÎNA BI NAVÊ ÎSLAMÊ HATE KIRIN’

Dilşer Cûdî jî êrîşên 9’ê Cotmehê weke talan û hilweşîna “Bi navê Îslamê” pênase kir û got, “Dewleta Tirk a dagirker û komên ê yên çete bi navê Îslamê êrîşî bajarên me kirin, talan kirin, dizî kirin. Gelê me neçar ma ku koç bike. Gelê me hîn jî koçber e û li cihekî cuda ye.

Em li nava refên YPG û QSD’ê şer dikin. Me ev kincê leşkerî li xwe kir û em ê herdu bajarên xwe rizgar bikin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin; ya gelê xwe ji nû ve bi dest bixin.”

‘EM Ê ÇETEYAN JI BAJARÊ XWE DERXÎNIN’

Axanis Ciwan jî destnîşan kir ku divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajarên dagirkirî bêne derxistin û ragihand ku ji bo vegerê pêwîstî hinekî bi demê heye lê belê wê pêk bê. Axanis Ciwan got, “Bajarê me ye, xaka me ye. Em ji gelê xwe yê koçberbûyî re dibêjin: Hûn ê vegerin. Ti tiştekî çete û dewleta Tirk wê li bajarên me nemînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Şamê li Şêxmeqsûdê ciwanek revand
Nûçeya Pişt re Komîteya Kampanyayê: Niha dema azadiya Abdullah Ocalan e!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Birîndarekî din a şewata girtîgeha Kobanê şehîd bû

Birîndarekî din a şewata girtîgeha Kobanê şehîd bû û hejmara kesên di şewatê de şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî rageşiya li Sûriyeyê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê xwest, hurmetê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê azadiya Abdullah Ocalan misoger bibe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got, “Divê azadiya Birêz Ocalan misoger bibe. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanên Dirbêsiyê: Kurdî xeta me ya sor e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa ekîba Rojava FM hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?