Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Tirkiye berê xwe bide banga 27’ê Sibatê!
Rojane

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Tirkiye berê xwe bide banga 27’ê Sibatê!

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar girêdayî êrîşên li ser Rojava û lihevkirina hatiye îmzekirin bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û diyar kir ku divê Tirkiye ji nû ve berê xwe bide vê bangê û perspektîfa çareseriyê ya Rêber Apo.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, pêvajoya siyasî ya li Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Çîgdem Kiliçgun Ûçar li gel pêvajoyê dubare bal kişand ser girîngiya banga 27’ê Sibatê û ev yek anîn ziman: ‘’Hem pêvajoya li vir hem jî di polîtîkaya têkildarî Sûriyeyê de. Tiştên ku li Rojava rû dan û awayê destwerdana Tirkiyeyê ya li ser wir bi awayekî eşkere nîşan dan ku Tirkiye xwedî li banga 27’ê Sibatê derneketiye. Li şûna şikandina bandora sermuzakerevan Birêz Ocalan, li şûna ku li gel Birêz Ocalan pêşiyê li êrîşan bigire neçar e ku zêdetir guhê xwe bide fikrên Birêz Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn, pêşeroja gelê Kurd û pêşeroja welatên demokratîk û berê xwe jî bide vir.’’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser pêvajoya dawîn û diyar kir ku pêvajo êrîşeke piralî û di heman demê de xaleke siyasî ya krîtîk e. Çîgdem Kiliçgun Ûçar piştre anî ziman ku pêvajo bes ne leşkerî ye di heman demê de xwedî wateyeke îdeolojîk û siyasal e, destnîşan kir ku tiştên rû dane bi awayekî rasterast girêdayî Banga 27’ê Sibatê ne û diyar kir ku êrîş piştî hevdîtinên hikûmetê yên di çarçoveya ewlehiyê de dest oê kirine û got: ‘’A rastî em qala serdemeke piralî û êrîşên piralî dikin.’’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar piştre diyar kir ku li Tirkiyeyê ji Banga 27’ê Sibatê ve ye di çareseriya pirsgirêka Kurd de ketine pêvajoyeke ku xwe nû kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Hem gotinên Tevgera Azadiya Kurd hem jî gotinên Birêz Ocalan di nava xwe de pêngavên gelekî wêrek dihewandin. Rewş gihîşt xaleke wisa ku êdî xeteke polîtîk ya ku dewleta Tirk ji pêngavavêtinê bireve, nema.’’

XETEKE KU BI DARÊ ZORÊ BERÊ GELAN BIDE ŞERÊ NAVXWEYÎ HATE ŞOPANDIN

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di dewama axaftina xwe anî ziman ku Tirkiye Tirkiye di vê pêvajoyê de li şûna ku pêngavan biavêje tevlîêrîşên li Sûriyeyê bûye û got: ‘’Hebûna Tirkiyeyê ya di nava geşedanên li Sûriyeyê de hinekî jî dişibe vê yekê. Xala ku di banga 27’ê Sibatê de gihiştiyê ew xal bû ku diviya Tirkiyeyê pêngav biavêtana. Li şûna ku pêngavan biavêje cihgirtina di nava şer û pevçûnên li Sûriyeyê de tercîh kir. Lê belê a niha divê êdî pêngavan biavêje. Yanî geşedanên li Sûriyeyê daniye pêşiya banga 27’ê Sibatê ya li Tirkiyeyê û rewşa hewcehiya pêngavavêtinê.’’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser tabloya giştî ya Rojhilata Navîn û got ku ev demeke dirêj e li herêmê dîzayneke berdewam dike heye û ev yek anîn ziman: ‘’Emerîka, dema ku cara ewil Trump hate hilbijartin îfade kiribû ku ew ê ji Rojhilata Navîn li gel hêzên xwe vekişe. Baş e be wê demê wê kî bike şûna xwe? Bi qasî ku me fêm kir bi taybetî jî girêdayî Peymanên Îbrahîm, yanî di vê pêvajoya ku Ereb û Cihû anîn li ba hevûdu û pêkanîna hin lihevkirinên ewlehî û bazirganî de wê di serdema nû de herêmê ji Îsraîlê re bihêle. Tiştekî din ê ku di encama êrîşan de derketiye holê heye. Ger were bîra we piştî merasîma çekdanînê Serokkomar Erdogan anî ziman ku ew gelekî girîngiyê didin tifaqeke ku ji Tirk, Ereb û Kurdan pêk tê. Lê belê li Sûriyeyê bi taybetî jî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  xeteke ku Kurd û Ereban bi şerekî navxweyî re rû bi rû bihêle, hate şopandin. Ev, hewleke şerê navxweyî ya berhewakirina destkeftiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû.’’

DESTKETIYÊN GELÊ KURD HATIN HEDEFGIRTIN

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di dewama axaftina xwe de diyar kir ku hate xwestin ku destkeftiyên gelê Kurd lawaz bikin û got: ‘’Polîtîkayeke lawazkirina destkeftiyên gelê Kurd hate birêvebirin. Li Rojava pergaleke ku hemû êrîşan pûç bike, derket holê. Rojava li cihekî gelekî krîtîk disekine. Pergaleke ku gelê Kurd bi xwe bi rê ve bibe, heye. Pergaleke pêkvejiyana gelan heye. Şerê tê meşandin, hem îdeolojîk, hem îradeya gelê Kurd û hem jî têkoşîna jinan hedef digire. Her wiha di dîroka têkoşîna gelê Kurd de yek ji kêmasiya herî girîng, mijara yekîtiya siyasî, polîtîk û civakî ye. Netewdewlet vê lawaziyê  weke zemîna êrîşan bi kar anîn. Lê belê li Rojava pergaleke ku înkara gelê Kurd berhewa bibe û statuya gelê Kurd veguhere destkeftiyekê derket holê. Roja îroyîn Yekîya gelê Kurd xwe li kolan û çalakiyên demokratîk de îspat kiriye. Di parastina Rojava de bûye hêzeke gelekî mezin. Lihevkirina piştî van êrîşan hatiye îmzekirin, ne destkeftiyeke jirêzê û ne jî windahiyek e. Bi rêya vê lihevkirinê pêşî li şer û kuştina însanan hatiye girtin. Ji ber wê yekê ji aliyê mirovî, jiyana hevpar û têkoşîna demokratîk ve girîng e. Di heman demê de ev  lihevkirin ji aliyê pêşeroja Sûriyeyê ve jî gelekî girîng e.’’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar piştre hişyariyên Rêber Apo bi bîr xistin û ev yek anîn ziman: ‘’Birêz Ocalan, anîbû ziman ku ger li Sûriyeyê çareserî pêk neyê wê Xezeyên nû werin afirandin. Vê lihevkirinê pêşî li şerê di navbera gelan de girt. Ji ber wê yekê gelekî irîng e ku xalên lihevkirinê hêdî hêdî bikevin meriyetê. Ev destpêkek e; ji ber wê yekê ne encam e. Divê gelê Kurd û dostên wan ên ku ji roja ewil ve ye li kolan in, vê pêvajoyê baş bişopînin. Heya ku ev pêvajo dikeve meriyetê jî em ê çalakiyên xwe uên demokratîk bidomînin.’’

DIVÊ TIRKIYE BERÊ XWE BIDE BANGA 27’Ê SIBATÊ

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berpirsiyariya Tirkiyeyê û ev yek anîn ziman: ‘’Êrîşên li ser Rojava, nîşan didin ku Tirkiye xwedî li banga 27’ê Sibatê derneketine. Divê helwesteke ku hebûn û nasnameya gelê Kurd qebûl dike, pêş bixe. Divê guh bide fikrên Birêz Ocalan ên têkildarî pêşeroja demokratîk a gelan û Rojhilata Navîn. Divê Tirkiye berê xwe tam bide banga 27’ê Sibatê. Li şûna şikandina bandora sermuzakerevan Birêz Ocalan, li şûna ku li gel Birêz Ocalan pêşiyê li êrîşan bigire neçar e ku zêdetir guhê xwe bide fikrên Birêz Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn, pêşeroja gelê Kurd û pêşeroja welatên demokratîk û berê xwe jî bide vir.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bozan: Desthilatdariyê ev biryar da, ne dadgehê
Nûçeya Pişt re Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê siyasî Ahmed Adil piştî 30 salan hate berdan

Ahmet Adil ku ji aliyê dadgehên leşkerî yên dewleta Tirk ve di sala 1994'an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Elewî: Em amade ne ku bibin hilgirên aştiyê

Meclîsa Jinan a DAD û DAKB’ê destnîşan kirin ku destûreke nû ya ku li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên QSD-YPJ’ê

Çeteyên Şam û Enqereyê yên ku xwestin êrişî bajarê Hesekê bikin, bûn hedefa şervanên QSD…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Welat Efrîn: Heval Dîlan ji bo hemû gaziyan mînak bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?