Li Tirkiyeyê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê careke din bi zext, qedexe û înkara li ser zimanê Kurdî destpê dike. Qedexekirina lîstika Şanoya Ar a bi navê ‘Qral û Travis’, li Balafirgeha Stenbolê dîlgirtina dayikeke Kurd a bi Tirkî nizanîbû, mînakên dawî yên li ser xweranegirtina li Kurdî ne.
Serokê Komeleya Çand û Zimanê Kurd zimanzan Samî Tan ev nêzîkatiyên nijadperest ji ANF’ê re nirxand û bi bîr xist ku ziman dema li nava nifşan belav bû hingî polîtîkayên asîmîlasyonê dikarin bêne têkbirin. Samî Tan got, ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke bi zanebûn û bi plan heye.
Samî Tan anî ziman ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî ji ber mejiyê yekperest û zordar ê ji bo afirandina netewe dewletê ne û diyar kir, ji ber vî mejiyê ku dewlemendî, cihêrengiya civakê înkar dike û li şûna wê hewl dide avaniyeke homojen a yekperest ava bike, cografyaya ku demekê baxçeyê zimanan bû veguheriye mîan goristana zimanan. Tan destnîşan kir ku ev mejî di heman demê de dînamîtê dixe binê jiyana bi hev re ya gelan û got, “Ev mejiyê ku bi rêya saziyên perwerdeyê, bi rêya çapemeniyê li nava civakê hatiye belavkirin, divê bê guhertin. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşînê heye.”
‘JI BER KU GELÊ HERÎ BERXWEDÊR KURD E, HEWL DIDIN KURDÎ KRÎMÎNALÎZE BIKIN’
Tan ragihand ku gelê herî berxwedêr û muxalîf Kurd in, lewma Kurdî di vê astê de tê krîmînalîzekirin û destnîşan kir ku nêrîna vî mejî ya li zimanên din cuda nîne. Tan nerazîbûna li Meclîsê ya li hemberî Parlamenterê Mêrdînê George Aslan weke mînak nîşan da ku li Meclîsê bi Suryanî Noel pîroz kir, lê bû hedefa nerazîbûnan. Tan got, “Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ji ber ku nasnameya herî berxwedêr Kurd e, li dijî zimanê wan êrîş tê kirin û hewl didin ku krîmînalîze bikkin.”
‘DI MIJARA ZIMAN DE PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE HÎN BI ZANEBÛN Û PLANKIRÎ HEYE’
Tan anî ziman ku berxwedêriya Kurdan girîng e lê belê hînê têrê nake û destnîşan kir ku bi taybetî di mijara ziman de pêwîstî bi têkoşîneke hîn plankirî û bi zanebûn heye.
Tan diyar kir ku herî kêm bi qasî polîtîkayê divê girîngî ji ziman re bê dayin û got, “Di nava partiyên Kurdan de hîn jî li ser zimanê Kurdî plansazî û polîtîkayeke cidî nîne. Hêdî hêdî dînamîkên cuda der bibin jî li ser vê mijarê îradeyeke cidî nîne. Li gorî lêkolînan axaftina bi Kurdî li nava nifşê ciwan û zarokan kêm e. Berê di asta ji sedî 80-90 de bi Kurdî dihate axaftin, lê belê hem qadên ku axaftin lê tê kirin, hem jî rêjeya wê kêm dibe. Di çapemeniyê de li gorî berê ji aliyê ziman ve pêşketinek heye lê belê em dibînin ku li nava jiyanê rêjeya bikaranînê kêm e. Eger ji aliyê zarokan ve ew ziman nayê axaftin, hingî paşeroja wî zimanî nîne. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin li ser ziman divê plansaziyeke me ya cidî hebe. Mînak weke Zarok TV divê 10 qenalên me yên televîzyonê hebin.”
‘WEZÎFEYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ SIYASETMEDAR, REWŞENBÎR Û MALBATAN’
Tan ragihand ku di vê mijarê de bi qasî siyasetmedar û rewşenbîran wezîfeyeke mezin dikeve ser milê malbatan û got, malbat beriya her tiştî divê zarokên xwe bi zimanê xwe yê dayikê mezin bikin. Tan anî ziman ku xwedîderketina li ziman bi afirandina paşerojê ji bo ziman dibe û ragihand ku ev yek jî tenê bi nifşên nû dibe. Tan got, “Li dijî mejiyê yekperest divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin. Li dijî vê yekperestiyê divê mejiyekî demokratîk bê afirandin. Divê neyê jibîrkirin, ziman piştî ku li nava nifşan belav bû hingî polîtîkayên asîmîlasyonê dikarin ji holê bêne rakirin. Polîtîkayên asîmîlasyonê tenê di pratîkê de dikarin bêne têkbirin. Yên ku di vê mijarê de pêşengiyê bikin hêz û derdorên zane, yên li qadên sivîl û siyasetê rêxistinkirî ne.”