Piştî peymana ku 29’ê Çileyê (2026) di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê de hatibû îmzekirin û 30’ê Çileyê jî, ji raya giştî re hatibû eşkerekirin, hewldanên siyasî jî zêde dibin.
Ji bilî danûstendinên ji bo pêkanîna peymanê, partiyên Kurd jî di nava hewldanan de ne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên partiyan hatine girtin, şandeya Kurdî ya ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de (26’ê Nîsana 2025’an li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin) hatibû diyarkirin, wê biçe Şamê.
Ji bo çûna şandeyê, dîroke zelal nehatiye diyarkirin, lê hat gotin ku wê di demeke kurt de biçe.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku wê li Şamê bi hikûmeta demkî re li ser parastina mafan, mîsogerkirina wan a di destûra bingehîn de, demokratîkbûna Suriyeyê û azadiyan hevdîtin werin kirin.

