Şaredarê navçeya Pirsûsê ya Rihayê yê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) Nahsan Ercan ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku wê cenazeyê Ercan îro li gundê Kuzlukê yê navçeya Pirsûsê bê definkirin. Şîna Ercan wê li gundê Kuzlukê bê danîn.
Nahsan Ercan di navbera salên 1999-2004’an de serokatî ji şaredariya Pirsûsê re kir. Ercan demeke dirêj di nava siyaseta Kurd de cih girt û 3 zarokên wî di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan.

