Şaredar Yilmaz Tozan, hevjîna wî Burcu Tozan, ajokarê Şaredar Tozan M.F, wezîfedarê Midûriyeta Zabita ya Şaredariya Eşme Î.U, xebatkarê şaredariyê H.D û endamê Meclîsa CHP’ê ya Şaredariya Eşme R.S.S û midûrê pênûsa taybet a Tozan S.B ên ku di lêpirsîna Serdozgeriya Komara Eşme de hatibûn binçavkirin, sewqî Edliyeya Eşmeyê hatin kirin.
Endamê Meclîsa CHP’ê ya Şaredariya Eşme R.S.S û xebatkarê şaredariyê H.D piştî lêpirsîna dozgeriyê, hatin berdan.
Başkan Tozan bi sûcdariya “bi armanca sûc avakirina rêxistinekê, rêvebirin û îrtîkap”, ajokarê wî M.F û wezîfedarê zabitayê Î.U, bi sûcdariyên “endamtiya rêxistina bi armanca sûc hatî avakirin yan jî alîkarî dayînê” bi daxwaza girtinê û Burcu Tozan û midûrê pênûsa taybet S.B jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî, sewqî Dadgeriya Sûlh û Ceza ya Nobedar hatin kirin.
Şaredar Tozan, Î.U û M.F. hatin girtin. Burcu Tozan û S.B. jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

