Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re 2 gerîlayên di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurd de şehîd bûne, bi bîr anî.
Di daxuyaniya Komîteyê de hate ragihandin ku Alî Kaçar ê sala 1967’an li Dersimê ji dayik bûye sala 2017’an li Başûrê Kurdistanê, Hayriye Avras a sala 1979’an li Bedlîsê ji dayik bûye sala 1999’an li Erziromê şehîd bûye.
Daxuyaniya nivîskî ya Komîteyê bi vî rengî ye:
“Nîv sedsal in dîroka Kurdistanê bû şahidê geşedanan. Zêdeyî 50 sal in gelê Kurd bi têkoşîna bênavber a bi pêşengiya Rêber Apo, nîşanî hemû cîhanê da ku dikare dîroka xwe ya nexêr biguherîne. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê hatî destpêkirin, xaka Kurdistanê ya ku ji aliyê mêtingeriya modernîteya kapîtalîst ve di navbera dagirkeriya netew dewletê de hatî parçekirin, di hişan de kir yek. Gelê Kurd li dora aqilekî neteweyî anî ba hev. Gelê Kurd ê ku di bin desthilatdariya 4 dewletên qirker û înkarker de dijî û belavî 4 aliyên cîhanê bûye, li dora nirxên hevpar rêxistin kir. Hîn zêdetir, valatiya ‘rêbertiyê’ ya ku di dîroka devkî ya gelê Kurd de weke birînekê tê vegotin, hate tejîkirin. Rêber Apo di vî warî de mohra xwe li serdemê xist û gelê Kurd ji bo avakirina civaka demokratîk û azad a siberojê, kir pêşeng.
Helbet ev pêşketinên dîrokî hêsan û bêberdêl, çênebûn. Gelê Kurd bi deh hezaran ewladên xwe ji bo avakirina van rojan, feda kir. Şerê ku jin û mêr beşdar bûn, Kurd tam kirin hêviya ‘welatê rojê’. Bi taybetî têkoşîna azadiyê ya jinan dîrok bi tevahî guhert. Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî diyarkirin, ne tenê ji bo gelê Kurd û jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê û gelan bû hêviyek. Li ser vê esasê bi deh hezaran şehîd hatin dayîn. Li kêleka jin û mêrên Kurd, ji netew û çandên cuda jî jin û mêr tevlî govenda azadiyê ya li Kurdistanê bûn. Ji bo pêşketina jiyana sosyalîst û komunîst a li Kurdistanê, jiyana xwe bê şert û merc pêşkêş kirin. Xwîna wan jî ev xak av dan. Li Kurdistan ruhekî gerdûnî ava bû û niha ev ruh, li hemû cîhanê digere, bandor dike û erdema mirovbûnê car din zindî dike. Xeta azadiyê ya jinê, bû garantiya azadiya civakê jî. Xeta azadiyê ya jinê ya bi PAJK’ê şênber bûye, têkoşîna gerîla û têkoşîna li Rojava ya li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr a cîhadîst û kujerên kastîk ên civaka vê serdemê, li hemû cîhanê gihişte asteke bi bandor. Di her roja dîroka têkoşîna zêdeyî nîv sedsalê de, şehadetên mezin çêbûn. Em şehîdên xwe yên nemir ên li gorî ruhê demê yê meşa azadiyê ya mezin ber bi bêdawîbûnê ve herikîn û bi têkoşîna xwe ji bo avakirina van rojan bi rola xwe rabûn, di şexsê hevrê Şevîn Tetwan û Seyît Dersim de yên di cih û dîrokên cuda de şehîd bûn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin; ji malbatên wan ên hêja û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe ya ji bo pêkanîna armanc û xeyalên wan, dubare dikin.

Nasnav: Seyît Dersim
Nav û Paşnav: Alî Kaçar
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1957 Dersim-Qişlê
Navê Dayik: Fatma
Navê Bav: Îsmaîl
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1997 Romanya
Cih û Dîroka Şehadetê: 2017 Başûrê Kurdistanê
Seyît Dersim-Alî Kaçar sala 1957’an li navçeya Qişlê ya Dersimê weke zarokê yekane hate dinê. Tiştên ku ji şahidên komkujiya Dersimê bihîstî, di hiş û hestên wî de bandorên girîng ava dike. Seyît Dersim dibistana seretayî heya refa 3’yan li gund xwend, piştre diçe Stenbolê û li wir xwendinê didomîne. Dibistana navîn car din li Dersimê didomîne. Di jiyana xwe ya navbera Dersim û Stenbolê de, pêş dikeve. Di pêşketina kesayet û fikrê xwe de encamên girîng ava dike. Seyît Dersim bi çanda navendî ya xweza û mirov a baweriya Elewî, mezin dibe. Di temenekî zû de li hemberî têkoşîna sosyalîst dibe xwedî eleqe. Di nava tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê de tevlî çalakiyan dibe. Di salên Lîseyê de eleqeya wî ya li hemberî sosyalîzmê hîn mezintir dibe. Ew jî nikare ji êşkenceya darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê rizgar bibe. Sala 1985’an têkoşîna PKK’ê û rastiya Kurdistanê nas dike. Ev di heman demê de dibe destpêka gav avêtina pêvajoyeke ku jiyana wî bi tevahî biguherîne.
Sala 1989’an weke sempatîzanekî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê mezin dibe, tevlî xebatên siyasî dibe. Di vê pêvajoyê de nirxandinên Rêber Apo hîn nêztir dişopîne. Heya sala 1997’an tevlî xebatên siyasî yên cur be cur dibe û di têkoşînê de cih digire. Piştre derbasî Romanyayê dibe. Demek diyar li qadên Romanya û Bulgaristanê xebat dimeşîne û piştre vedigere Kurdistanê tevlî nava refên gerîla dibe. Li qadên Xakurkê, Xinêre û Qendîl ezmûnên ewilî yên têkoşîna gerîla dijî. Sala 2000’an li Dibistana Kadroyê ya Mazlum Dogan, tevlî dewreyeke perwerdeyê dibe. Di felsefeya jiyana azad a Rêber Apo de hîn bêhtir kûrbûnê esas digire. Seyît Dersim dilsozekî mezin ê çanda berxwedêr a Dersimê ye. Piştî tevlî têkoşîna gerîla dibe, navê Seyît li xwe dike û dibe yek ji kesên ku kevneşopiya berxwedêr a Seyît Riza ya ji sîstema qirker re bûye derd, didomîne. Hîna ji zarokatiya xwe û şûn ve, li dijî rastiya sîstema qirker û înkarker dibe xwedî nerazîbûneke mezin û bi vî rengî mezin bû. Ev nerazîbûn dibe sedem ku cewherê civaka Dersimê hembêz bike. Mirov dikare hemû aliyên erênî û bedew ên civaka Dersimê, di Seyît Riza de bibîne. Seyît Riza bi aliyên xwe yên dilnizm, kedkar, humanîst û hestiyar li plana pêş û diyarker e. Ji ber van taybetmendiyên xwe li her derê tê hezkirin û dibe kesek mînak.
Seyît Dersim sala 2001’an ji bo xebatên Tirkiyeyê, hate erkdarkirin. Car din derbasî qada Bakur dibe. Dema li Stenbolê xebat dimeşîne, ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin. Seyît Dersim heya sala 2005’an li girtîgehê dimîne, vê pêvajoyê jî dike wesîle ku di aliyê fikrî û ruhî de kûr bibe û di aliyê îradî de jî xurt bibe. Li ser paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo, dibe xwedî lêhêrbûnên kûr. Di tevahiya pêvajoya li zindanê dimîne de, ji bo temsîliyeta partiyê dikeve nava hewldaneke xurt. Bi fedakarî, dilnizmî û feraseta xwe ya hevrêtiya kûr, di hemû çalakiyan de li herî pêş e. Hevrê Seyît bi sekin, kesayet û feraseta xwe dibe kadroyê PKK’ê, temsîla milîtanekî layiq ê rastiya Rêber Apo û şehîdan dike. Têkoşîna bênavber a li dijî hewldanên tasfiyeger, ji xwe re weke wezîfe dizane. Sala 2005’an dema ji girtîgehê derdikeve, car din têkoşîna aktîf didomîne. Tevlî xebatên tevgera hemwelatiyên azad, dibe. Heya payîza 2008’an li Stenbolê dimîne û ji bo pêşketina gelek xebatan bi rola xwe radibe. Di heman salê de vedigere çiyayên Kurdistanê.
Girêdayî tecrûbeyên ku ji dewreyên perwerdeyê yên li qadên gerîlayan bi dest xistine, di gelek xebatan de erk û berpirsiyariyan digire ser milên xwe. Seyît Dersim li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan gelekî kûr dibe, beşdarî xebatên çand û ziman dibe û xwegihandina egerên pêşengtiya rast a ji têkoşîna azadiya gelê Kurd re esas digire. Di têkoşîna xwe ya demdirêj de dibe yek ji şopdarên bibiryar ê xeta Rêber Apo û Şehîdan. Hevrê Seyît bi saya kesayeta xwe ya kedkar, sekna xwe ya mutewazî û asta nûnertiya heqîqeta PKK’ê û Rêber Apo, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Piştî sala 2015’an neçar dimîne ku bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re têbikoşe. Hevrê Seyît Dersim di sala 2017’an de dema ku tedawî dibe tevlî karwanê nemiran dibe, weke şoreşgerekî mezin di dil û mejiyê hevrê û nasên xwe de cihekî mezin digire û di nava lehengên nemir ên têkoşîna azadiyê de cihê xwe digire.
Seyît Dersim bi salên dirêj bê navber ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Herî zêde jî ji bo serkeftina paradîgmaya neteweya demokratîk xebitî. Li gel banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê êdî ev têkoşîn gihiştiye qonaxeke din. Di şexsê Seyît Dersim de ku me bi xemgînî bihîst ku tevlî karwanê nemiran bûye, em hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û ji gelê Kurd, hevrê, hezkirî û malbata wî re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku em ê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihînin serkeftinê û bi awayekî teqez xeyalên wî pêk bînin.

Nasnav: Şevîn Tetwan
Nav û Paşnav: Hayriye Avras
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1979 Bedlîs-Tetwan
Navê Dayik: Goster
Navê Bav: Muhsîn
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1996 Stenbol
Cih û Dîroka Şehadetê: 1999 Erzirom
Şevîn Tetwan di sala 1979’an de li Gundê Peyndas ê Tetwana girêdayî Bedlîsê ji dayik dibe, di nava malbateke welatparêz û girêdayî çanda xwe de mezin dibe. Zarokatiya wê di nava atmosfera zext, înkar û êrîşên komkujiya dewleta Tirk û berxwedana li dijî wê ya li Kurdistanê de derbas dibe. Dema ku têkoşîna gerîlayan a li çiyayên Kurdistanê hate destpêkirin, têkoşîna azadî û hebûna gelê Kurd li Kurdistanê pêvajoyeke veguherîna civakî ya mezin da destpêkirin. Ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna gerîlayan û ji bo qutkirina piştgiriya gel a ji bo têkoşîna ku bi pêşengtiya PKK’ê dihat meşandin bi deh hezaran însan ji aliyê hêzên paramîlîter ên weke JITEM û Hizbullahê ve hatin qetilkirin ku ev hêz ji aliyê dewletê ve dihatin birêxistinkirin. Bi hezaran gund hatin şewitandin û bi milyonan însan neçar man ku gund û xakên xwe biterikînin. Şevîn Tetwan jî weke endameke gelê Kurd ji vê zilma dewleta Tirk para xwe distîne. Ji xakên Kurdistanê dûr dikeve û li Stenbolê dijî. Ji aliyekî ve girêdayî xeta welatparêziyê ya tevgera Apoyî pêş dixe, tev digere û ji aliyekî din ve jî li rêyên avakirina têkiliyên nêzîktir ên bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re digere. Weke jineke ciwan jiyana civakî ya serweriya mêran a hatiye dayîn dipirse; çawa ku zext û zilma li gelê Kurd tê fezkirin qebûl nake, di heman demê de li hemberî jiyana koledariyê ya li jinan tê ferzkirin jî hêrs dibe.
Di sala 1996’an de li Stenbolê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên Kurdistanê dibe. Hevrêya me Şevîn Tetwan a ciwan, wêrek, bibiryar û xwediya îradeyeke xurt e, di nava demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan dibe û daxilî pêvajoya têkoşîneke çalak dibe. Hevrêya me Şevîn Tetwan li erdnîgariyeke tund a weke Erziromê salên dirêj gerîlatiyê dike, beşdarî gelek çalakiyan dibe û di pêşxistina têkoşîna azadiyê de dibe xwedî gelek kedên mezin. Hevrê Şevîn Tetwan di nava şert û mercên ku ji jinan re mafê axaftinê jî nedihat dayîn de, li çiyayan dest bi şer dike û bi têkoşîna xwe nîşan dide ku jiyaneke azad wê bes li gel azadiya jinan pêkan be, ji sala 1996’an heya sala 1999’an li Eyaleta Erziromê pratîkeke serkeftî nîşan dide.
Li gel komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji aliyê têkoşîna azadiya Kurdistanê ve pêvajoyeke nû destpê dike. Ji bo pêşî li pêvajoyeke nû were vekirin girêdayî perspektîfên Rêber Apo biryara ku gerîlayên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin tê standin. Girêdayî vê yekê agirbest tê îlankirin. Lê belê dewleta Tirk li gelek qadên berfireh operasyonan dide destpêkrin û kemînan diavêje. Komên gerîlayan ên ji bo ‘vekişandinê’ tev digerin, dema ku li gel artêşa Tirk şer dike û hewl didin vê pêvajoyê temam bikin, bi sedan gerîla şehîd dibin. Hevrêya me Şevîn Tetwan jî di vê pêvajoyê de di nava koma ku ji Eyaleta Erziromê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe de cih digire. Di payîza sala 1999’an de li Erziromê piştî şer û pevçûna li gel artêşa Tirk mîrateyeke têkoşînê ya mezin li dû xwe dihêle û tevlî karwanê şehîdan dibe. Em di şexsê hevrêya xwe Şevîn Tetwan de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Şevîn Tetwan wê di nava têkoşîna me ya azadiya jinan a bilind dibe de heya heyayê bijî û zindî bimîne.”













