Karkerên Dorûk Madencîlîk ên li navçeya Mîhaliççik a Eskîşehîrê piştî ku ji bo mafên xwe yên tazmînat û mûçeyên nehatine dayin meşiyan, li ber Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê bi armanca heman daxwazan greva birçîbûnê dan destpêkirin. Polîsan serê sibehê êriş birin ser çalakgeran û 110 madenkar û rêveberên Sendîkaya Bagimsiz Maden-Îşê binçav kirin.
Sendîkayê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, “Li ber Wezareta Enerjiyê em li benda dîtina muxatab bû, lê belê 110 hevalên me hatin binçavkirin. Em madenkar in, bi binçavkirinê têk naçin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku madenkarê bi navê Yaşar ji ber êrişa polîsan ji ser xwe ve çû û ew rakirin nexweşxaneyê.

