Rêz çiyayên li navçeyên Gimgim, Kanîreş, Tatos û Xinûsê yên li Mûş, Çewlîg û Erzîromê, bi projeyên enerjiyê yên jeotermal di bin zexta karên lêgerîna madenê de ne. Ev navçe ji aliyê îdarî ve bi bajarên cuda ve girêdayî jî bin li quntara çiyayên Kox û Şerefînê ne, tejaneyeke ji çanda sewalkariyê ya hevpar a hezaran salî ye. Lê belê dema dawî di bin navê “sondaja jeotermal” de ber bi qirkirina ekolojîk û civakî ve têne dehfdan.
Herêm weke yek ji navendên herî girîng ên sewalkariya Tirkiyeyê tê naskirin. Mehên havînê ji Çewlîg, Xarpêt û bajarên cuda bi sed hezaran sewal li zozanên çiyayên Kox û Şerefdînê têne çêrandin. Bi helandina berfê re çemên wê yên ji ava sar jiyanê dide gundên li derdorê. Lê belê projeyên jeotermal ên ku li Gimgimê 16 gundan, li Kanîreşê jî 6 gundan dide ber xwe, rîskê zêde dike ku vê yekparebûna xwezayî xera bike.
Li gel projeyên jeotermal ên li Gimgim û Kanîreşê, karên lêgerîna li madenê yên li xeta Tatos û Xinûsê û amadekirina nexşeyên madenê yên veşartî yên li qadên çiyayî dibin sedema fikaran. Pispor û gel zanin ku sondajên jeotermalê ‘amadekariya binesaziyê’ ya ji bo karekî hîn berfireh ê lêgerîna li madenê ye. Ev rewş gefê li hevsengiya sîsmîk a herêmê û ekosîstema çêrgehan a hezaran salî dixwe.
Endezyarê Zîreetê Abdulssamed Ûcaman ev rewş nirxand û got, “Projeya enerjiya jeotermal a tê plankirin li navçeya Gimgimê ya Mûşê bê çêkirin, ne tenê encamên xetere li dijî ekolojiyê û qada sîsmîk bi xwe re bîne, di heman demê de gefeke li ser çavkaniyên bingehîn ên jiyanî yên li herêma bejahî ye.”
Ûcaman diyar kir ku koçberiyek pratîkî heye û got, “Gelek mirov ji ber ku çavkaniyên xwe yên debarê jê tê stendin koç dike; li gel pirsgirêkên debarê, rûdana nexweşiyên ji ber pirsgirêka ahengiya civakî û tevlîheviya civakî û malbatî ya ji ber debarê bi xwe re rewşeke travmatîk tîne.
Destwerdana li qada jiyanê ya nebatan wê zerarê bide cihêrengiya biyo û piştre jî xisarên mezin bi xwe re bîne ku sererastkirina wan zehmet be. Bi kurtasî ev pêvajoya ku zerarê dide mirovan, zindiyan, xwezayê û rê li ber rewşeke sîsmîk veke, divê neyê qebûlkirin.”

