Êrişên çekdarî yên li dibistanên li Riha û Mereşê ku li pey hev qewimîn, bal careke din bir ser polîtîkayên perwerdeyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi îdeolojiya xwe ferz dike. Berdevkê dema beriya niha yê Platforma Şaxên Stenbolê ya KESK’ê û Serokê Şaxê 9’emîn a Egîtîm-Senê Huseyîn Ozev li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku tundiya li nava dibistanê bi guhertina polîtîkayên perwerdeyê dikare çareser bibe.
‘BERPIRSYARÊ TUNDIYA LI QADA PERWERDEYÊ RÛ DA, DESTHILATDARIYA AKP’Ê YE’
Huseyîn Ozev bi bîr xist ku Wezareta Perwerdeya Mîllî 24 sal in ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve tê birêvebirin, lewma bûyerên tundiyê yên li nava dibistanan zêde bûne nabe ku ji polîtîkayên perwerdeyê yên desthilatdariyê cuda bê nirxandin. Ozev diyar kir ku nifşê niha bi polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê mezin bûye û got, “Berpirsyarê tundiya li dibistanan îro rû da, desthilatdarî ye. AKP’ê Wezareta Perwedeyê ya Mîllî xitimand. Sîstema perwerdeyê veguherandin sîstemeke welê ku yên pereyê xwe hene dikarin bixînin, yên pereyê xwe nîne radestî tarîqa û cemaetan hate kirin û bi projeyên Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) re pêşkêşî sermayeyê hate kirin. Di vê sîstemê de mejiyê ‘Ma her kes wê bixwîne, her kes wê bibe doktor?’ serwer e. Em li dijî vî mejî ne. Bêguman wê her kes bixwîne. Eger zarokê te wê li dibistana taybet bixwîne û paşerojekê ava bike, xwendin mafê zarokê welatiyan e. Weke desthilatdarî û dewletê ji xwe wezîfeya te ye ku perwerdeyeke bi kalîte pêşkêşî welatiyan bike.”
Ozev ragihand ku Wezareta Perwerdeya Mîllî pêşkêşî fermana sendîkayeke bi tenê hatiye kirin, ti ji sendîkayên muxalîf li asta rêveberiyê nikarin cih bigirin. Ozev destnîşan kir ku di vir de ne tenê nifşekî serî ditewîne tê afirandin, di heman demê de feraseteke rêveberiyê ya welê heye ku pirsgirêkan ji nedîtî ve tê, ditepisîne û got, “Pirsgirêkên têne nixumandin weke ku di mînakên dawî de hate dîtin diteqe. AKP’ê dema ku perwerdeya 8 salan rakir û modela 4+4+4 anî gelekî rexne kir. Lê belê kesî li me guhdarî nekir. Perwerde veguherî rewşeke çînî. Îro dibistana herî erzan ji 500 hezar TL’yî destpê dike. Ma dibistan bi vî rengî dibe? Divê perwerde bê pere be, her kes bacê dide.”
Ozev destnîşan kir ku tundiya li nava dibistanê berevajî îdîayan bi polîtîkayên ewlekariyê çareser nabe, lê divê polîtîkayên perwerdeyê biguherin û got, “Divê mufredata perwedeyê û feraseta wê bê guhertin. ÇEDES û MESEM ên bi tarîqat û cemaetan hatin avakirin divê bêne betalkirin. Divê sîstemeke perwerdeyê ya bê pere, demokratîk û xwe dispêre zanistê bê avakirin. Bandora sendîkayên alîgirê desthilatdariyê ya li ser perwerdeyê divê bê betalkirin. Divê malbat, xwendekar û kedkarên perwerdeyê ji bo paşeroja zarokên xwe nerazîbûnê nîşan bidin û berpirsyar bêne darizandin.”

