Li her herêma Kurdistanê qirkirina ekolojîk heye. Daristan, gelî, çem û çiya di bin êrişeke mezin de ne. Dewlet û şîrketan dest dane hev û ji bo cografya Kurdistanê tine bike, çavkaniyên wê biçikînin û bê mirov bihêlin, dixebitin. Qadên çandiniyê têne tinekirin, çavkaniyên debarê yên gel ji wan têne stendin û gel ji koka xwe tê qutkirin.
Ji salên 1990’î û vir ve li gel şerê li dijî Kurdan her wiha li Kurdistanê ku polîtîkayên rantxuriyê yên ji bo qezenc û sermayeyê hatin meşandin, gund hatin valakirin, daristan hatin şewitandin, zozan weke ‘herêma qedexe ya leşkerî’ hate îlankirin û qereqol û kalekol li ser girên herî stratejîk hatin danîn. Salên dawî jî bi qadên petrolê, projeyên bendavê, ocaxên maden-kevir, JES, HES û GES’an mêtingeriya ji her alî ve li ser Kurdistanê tê ferzkirin. Dewlet bi qirkirina ekolojîk re li bajarên Tirkiyeyê bi giranî polîtîkayên rantxuriyê dimeşîne, li Kuridstanê jî bi hilweşînê re hem li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hem jî li hemberî cografya Kurd şerekî taybet dimeşîne.
Bi taybetî ji sala 2023’an û vir ve li Çewlîg, Mûş, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Dersim, Wan û Agiriyê bi projeyên hilweşînê re dixwaze her qadê parçe bike û hişê çandî û dîrokî tine bike. Ji destpêka sala 2026’an û vir ve gel li dijî projeyên dagirkeriyê hema bibêje her roj çalakiyan lidar dixe û kampanyayan dimeşîne. Em balla xwe bidin ser van projeyên têkbirina ekolojîk:
LI GIMGIM Û KANÎREŞÊ WÊ GUNDÊN ELEWIYAN BÊNE KOÇBERKIRIN
Şîrketa IGNIS H2 Anonim ku sala 2023’an li Tirkiyeyê şaxê xwe vekir û diwaze heta sala 2030’î xwe bigihîne rezervên jeotermal ên dikare 1GW hilberîne, plan dike ku li navçeya Gimgim a Mûşê û navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê di çarçoveya karên we yên “Lêgerîna li çavkaniya enerjiya jeotermal” herî kêm 25 bîrên sondajê veke. Vê şîrketa Emerîkî di Cotmeha 2025’an de pêvajoya Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) da destpêkirin û 1’ê Nîsanê bersiva erênî wergirt. Li hemberî rapora “ÇED a erênî” gelê herêmê xwe amade dike ku dozê veke. Ji ber ku proje li ser xeta fay a anatoliyê ya rojhilat û xeta fay a anatoliyê ya bakur e, rîska erdhejê zêde dike.
Bi vî karê li nava gundê Xwarikê bê destpêkirin re tê xwestin ku Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) bi cih bê anîn ku 16 gundên Kurdên Elewî digire nava xwe. Şîrket xwe amade dike ku li heman gundî, li ser heman xeta fayê meha Gulanê sondaja xwe ya destpêkê bike. Ji bo vê projeyê wê li gundê Qerxabazar a li Kanîreşê jî qadeke ji 8 hezar û 139 metreçargoşe bê bikaranîn. Li gel qadên çêrgehê wê navendên baweriyê yên gundên Elewî jî bêne tinekirin. Di çarçoveya projeyê de li gel Qerxabazar a Kanîreşê gundên Aynik, Licik, Şorik, Çermûk û Siqavêlan jî dikevin ber rîskê.
LI DERSIMÊ TALANA MADENÊ
Li Dersimê bi taybetî projeyên derxistina madenê yên li Çiyayê Helê û navçeyên Pilemorî û Pêrtaxê derdikevin pêş. Şîrketa Dîmîn Madencîlîk Sanayî ve Tîcaret A.Ş. dixwaze li gundên Aşgirek, Gurik, Daxbek û Pancerasê yên Pilemoriyê ocaxa madenê çêbike. Li dijî projeya madenê gelê herêmê nêzî 2 hezar îmze kom kir.
Navçeya Pêrtaxê jî di bin gefa Santrala Enerjiya Rojê (GES) de ye. Li qada ji 2 hezar û 200 donimî ya li Gundikê Sekasur ê navçeyê Şîrketa Arven Dogû Yapi Înşaat Sanayî ve Tîcaret Ltd. ji bo projeya madenê ji Walîtiya Tûnceliyê daxwaza ‘ÇED’ê kiri walîtiyê biryar da ku pêwîstî bi destûra ÇED’ê nîne. Li hemberî vê biryarê Platforma Parastina Hawirdor û Xezayê ya Sekasur a Pêrtaxê Xozadê îtiraz kir. Dadgehê birayra “ÇED pêwîst nîne” betal kir. Bi vî rengî di encama berxwedana 6 mehann a gundiyan de qada ji 2 hezar û 200 donimî ji madenê hate rizgarkirin.
GELIYÊ HÊZILÊ WÊ DI NAVA AVÊ DE BÊ HIŞTIN
Li çiyayên Besta, Gabar û Kato yên Şirnexê bi salan e bi destê dewletê û cerdevanan dar têne birîn. Bi vî rengî çandinî û sewalkarê têne tinekirin û çavkaniyên avê têne çikandin.
Midûriyeta Herêma 10’emîn a Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) dixwaze li qada Heftborî ya li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilaban a Şirnexê Bendava Şenobayê çêbike ku ev yek rîskeke mezin e. Ji bo bendava ku tê plankirin li ser Çemê Hêzilê bê çêkirin biryara ‘erênî’ hate dayin.
CENGÎZ HOLDÎNGÊ DEST DANÎ SER MÊRDÎNÊ
Cengîz Holdîngê ji sala 2023’an heta bi sala 2025’an bi sedan îhale ji dewletê wergirt û piştî ranta li Herêma Derya Reş çav berda çavkaniyên madenê yên li Kurdistanê.
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê rezervên fosfatê radestî Etî Bakir a ser bi Cengîz Holdîngê hate kirin. Ji bo li Herêma Endustriyê ya Taybet a li taxa Têznê 3 tesîsên nû bêne avakirin kar hate destpêkirin. Li gorî rapora ku ji aliyê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê ve ahte amadekirin, rêjeya ava binê erdê ya herêmê di nava 5 salên dawî de bi rêjeya ji sedî 60 kêm bû. Her wiha li navçeya Mîdyadê jî tê xwestin ku li ser zeviyên çandiniyê yên li taxa Kerşafê ocaxa birîna kevir û projeya qada serjêkirina heywanan bêne avakirin.
JI ERDHEJÊ RANT BI DEST XISTIN
Li Semsûrê ku di erdheja 2023’an de hilweşîneke mezin lê bû, hîn birînên xwe nepêça ye û gelek kesî stargehek jî bi dest nexistine. Di rewşeke bi vî rengî de dewlet bi lêgerînên li madenê bajêr ser û bin dike. Li her derê wesayitên înşaetê tê dîtin. Semsûr di bin zexta şîrketên madenê de ye. Li ser rêya ji 27 kîlometreyî ya navbera navenda Semsûrê û navçeya Çêlikê 7 ocaxên kevir hene.
Li aliyê din ocaxên kevir ên bi çend kîlometreyan dûrî Bajarê Antîk ê Perre, Kaniya Roma, cihê Pîrîn Oren, Goristana Kevir e, dibin sedema metirsiyeke mezin. Tê gotin ji aliyê Etî Bakir ve salane 159 hezar ton konsantreya sifir tê kirin.
BAJARÊN SERHEDÊ JÎ DI HEDEFÊ DE NE
Li bajarên Wan û Agiriyê yên Serhedê jî çavkaniyên jiyanê têne tinekirin. Li herêma Nordiz a ser bi navçeya Payîzava ya Wanê çar sal in karên lêgerîna madenê tê kirin û zerareke mezin li hawirdorê dibe. Li gundikê Derbedanisê yê gundê Şamanisê ji ber karê madenê yê Vefa Groupê çavkaniyên bingehîn ên avê yên gund tên qirêjkirin û zindiyên li nava avê dimirin.
li gundê Meleqer ê navçeya Giyadîn a Agiriiyê Kokza Holding li ser baskên Çemê Mûratê dixwaze 3 ocaxên madenê li qada ji 470 hektarî ava bike û ji bo vê jî rapora ÇED’ê hate dayin. Bi rapora ÇED’ê re dest bi kar kir û tê gotin, di nava 4 salan de wê 44 milyon metrekup av û 1 milyon kg xak bê qirêjkirin. Li gundê Bazirganê jî tê xwestin ku li çêrgehên gundiyan GES bê avakirin. Ji bo projeyê jî gef li gel tê xwarin.
ÇARESERÎ DI PARADÎGMAYA EKOLOJÎK DE YE
Dewlet, şîrket û sîstema ji bo qezencê kar dike, bi vî rengî eko qirkirinê li Kurdistanê dimeşîne. Têkoşîna Kurdan a li hemberî van polîtîkayan jî bi hişmendiya xwezayî û xwedîderketina li nirxên exlaqî dibe. Gel bi taybetî di nava du, sê salên dawî li dijî talan û qirkirinê têdikoşe, dozê li şîrketan vedike, çalakiyan lidar dixe û balê dikişîne ser Kurdistanê.
Rêber Apo destnîşan dike ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê krîza heyî dikare ji holê bê rakirin û dibêje, “Azadkirina têkiliyên civaka xwezayî wê bibe gava herî mezin a ber bi civakeke azad û xwezayeke azad.”

