Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi îdiaya ji şexs û fîrmayan bertîl standiye, der heqê Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li Uşak, Kocaelî û Enqereyê bi awayekî hemwext operasyon hate destpêkirin. Di operasyonê de Yalim jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Gumanbar, birin emniyetê.

