Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarên DEM Partiyê bertekên xwe nîşanî polîtîkayên qeyiman dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çelebî: Ger rejîma Îranê bimîne jî, wê emrê wê ne dirêj be
Rojane

Çelebî: Ger rejîma Îranê bimîne jî, wê emrê wê ne dirêj be

Rojnamevan û nivîskar Mehmet Alî Çelebî diyar kir ku her çiqasî rejîma Îranê di bin van şert û mercan de şi ser piyan bimîne jî, ger xwe neguherîne wê emrê wê ne dirêj.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Rojnamevan û nivîskar Mehmet Alî Çelebî got, “Rejîm, Îranê xistiye rewşek wisa ku an dê şertên herî giran îmze bike an jî rêya hilweşandina Tehranê û rejîmê vebe.”

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê û nivîskarê pirtûka “Ronesansa Rojhilata Navîn: Rojava” Mehmet Alî Çelebî pirsên ANF’ê bersivand.

Zexta aborî, siyasî û civakî ya ku li ser raya giştî ya navxweyî ya Îranê çêdıke, wê bandoreke çawa li ser hejandina rewatiya rejîmê û siberoja wê bike?

Rejîma Îranê di 46 saliya xwe de ye û ketiye rewşek pir xirab. Îran a ku bi dîmenan pesnê çekên nû yên hilberandî, fuzeyên balîstîk û hîpersonîk dide ji aliyê Xamaney ve tê birêvebirin, bi ‘Operasyona Şêrê Bilindbûyî’ ya Îsraîlê ku di 13’ê Hezîrana 2025’an de hat destpêkirin, derbeyek giran xwar. Tenê nifûsa Tehranê du caran li ya Îsraîlê ye. Nifûsa Îranê 90 milyon e, li dijî Îsraîlêvya ku nifûsa wê 9 milyon e ketiye rewşek trajîk. Gelo ev dikare bibe krîzeke rejîmê? Îsraîlê her ku dît Îran ewqasî ne bihêz e, hîn bêhtir êrîş kir. Trump jî bi kelecan bû û guh da pêşniyarên ku ew dikare rejîmê hilweşîne. Ez bawer dikim ku DYE di vî şerî de wê nekeve merhaleya guhertina rejîmê. Ji bo DYE’yê hîn dema guhertina rejîmê nehatiye. Di rewşeke kaotîk a ku wê li Sûdan, Somalî, Yemen, Sûriye, Iraq, Lîbya, şerê Rûsya-Ukraynayê, xeta Pakistan-Hindistanê ya ku di meha Gulanê de hefteyek şer kir û şerê bazirganî yê bi Çînê re wê çi bi xwe re bîne nediyar de, DYE wê rîska şikestina xeta Îranê nede ber çavên xwe.

Yek ji sedemên sereke yên ku Îran ketiye vê rewşê ev e ku rejîmê pirên di navbera xwe û gel de hilweşandiye, ketiye nav gendeliyê, di bin maskeya olê de xizanî belav kiriye û aştiya bi gel re ava nekiriye. Ev yek di burokrasiya leşkerî û sivîl de jî xwe daye der, hejmara kesên ku dikarin bi motîvasyonek xurt ji bo rejîmê şer bikin kêm bûne û olîgarşiya girêdayî rejîmê nikare şer bike.

Divê Îran krîza xwe ya rewatiyê derbas bike û deriyên azadiyê veke ku ev yek wê hestek aîdiyetê biafirîne. Îranê hewl dide bi hişmendiya şerê sar a Xamaney re ser vê yekê binixumîne. Îran wê neçar bimîne ku şertên pir dijwar qebûl bike. Xamaney Îran xistiye nav dubendiyek wisa ku ew ê yan şertên herî dijwar îmze bikin an jî wê rêya hilweşandina Tehranê û rejîmê vebe. Olîgarşiya Îranî dema ku vê kabûsê bibîne, ji bo emrê rejîmê demek dirêjtir bike wê şertên dijwar qebûl bike.

Îsraîl piştî bandora komên ku Îran piştgiriyê dide wan şikand, êrîşî Îranê kir. Ev yek di mîmariya ewlehiya herêmî de wê şikestineke mayînden ya çawa bi xwe re derxe holê?

Tevî ku rejîma Îranê di bin van şert û mercan de bijî jî, ger xwe neguherîne wê emrê wê ne dirêj be. Tevî ku li ser piyan bimîne jî wê wekî berê nikaribe li Iraq, Yemen, Lubnan, Sûriye û Filistînê bibe aktorê diyarker. Ji ber vê yekê, pêvajo wê bandorê li mîmarî û hevsengiya ewlehiyê yên Rojhilata Navîn bike. Dibe ku em komên cîhadîst ên Sunnî li Îranê bibînin û wê bandora cîhadîstên Sunnî yên mîna DAÎŞ’ê li Iraqê zêde bibe.

Ji ber şer rîska girtina rêyên enerjiyê yên wekî Tengava Hurmuzê heye û ev yek bandoreke çawa li ewlehiya enerjiya kurevî û hevsengiyên aborî-siyasî bike?

Îran, Iraq, Kuweyt, Behrêyn, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Erebistana Siûdî û Qeter ji bo bazirganiya petrol û gaza xwezayî Tengava Hurmuzê bi kar tînin. Ji ber ku Tengava Hurmuzê ji sedî 20 bazirganiya petrolê ya cîhanê pêk tîne, DYE, Çîn û welatên Ewropayê di vî alî de pir hesas in. Ger Îran ji bo demek dirêj Tengava Hurmuzê bigire, bihayên petrol û gaza xwezayî wê bi lez bilind bibin. Ev yek wê di aboriyên cîhanî de bibe sedema enflasyonê. Rûsya wê ji bilindbûna bihayan sûdê werbigire û Tirkiye jî di nav de wê aboriyên welatên din bikeve nava tengasiyek mezin. Welatên navdar ên wekî Çîn, DYE, Îngiltere, Elmanya û Fransa vê yekê naxwazin, ger ku Îran hewl bide vê yekê bike jî wê nehêlin ku demek dirêj girtî bimîne. Ger Îran serî li vê rêyê bide, DYE dikare rasterast mudaxele bike û ev yek dikare dawiya Xamaney bîne.

Di demeke dirêj de, îhtîmala ku hêzên wekî ‘mihwera berxwedanê’ têne binavkirin, xwe ji nû ve ava bikin û careke din ji bo Îsraîlê bibin gefek stratejîk heye yan na?

Ji van hêzên wekil yek jê Hûsî ne. Dibe ku Hûsî destketiyên xwe yên heyî jî winda bike, ji ber ku Îranê HAMAS û Hizbullah di nav çembera agir de hiştiye û piçûk bûye. Wisa xuya dike ku ew ê Hûsiyan jî bi tenê bihêle. Dibe ku zirareke mezin bide Hûsiyan.

Li Sûriyeyê hezeke girîng a piştevaniyê ya weke BAAS’ê winda bû û Fatimiyan û Zeynebiyan ji Sûriyeyê derketin.

Li Lubnanê Hizbullah û HAMAS’ê winda kir. Niha ji bo wî zehmet e ku dîsa vegere wir û bibe aktorê ku diyarker. Hêza wekîl Heşdî Şebî ya li Iraqê dema ku ev yek dît, di dawiya sala 2024an de êrîşên li ser Îsraîlê rawestand. Heşdî Şebî jî nikare pêngaveke bi bandor biavêje.

Avaniyên mezhebî yên li Sûriyeyê û DAÎŞ ên ku di bin siya Tirkiyeyê de ne, dikarin di vê valahiya li Îranê de êrîşî hin welatan bikin.

Li Îranê ger rejîma navendî lawaz bibe, wê ji bo Kurd û komên din ên etnîkî li Îranê derfet an jî gefên çawa derkevin holê ?

Divê vê yekê vekirî deynin holê ku artêşa Îranê li bajarên Kurdan û bajarên Belûcan dagirker e. Kurdan ne dîktatorî û ne jî nêzîkatiyek şer nîşan dane. Ev rejîmek e ku derketiye nêçîra çepgiran û wan qetil dike, yên binçav dike darve dike. Rejîmeke ku di sala 2020’an de li Girtîgeha Evînê  ya ku navenda êşkenceyê ye jina Kurd a 28 salî Şîrîn Elemhulî darve kir. Rejîmek ku li ser bingeha piçek serê xwe nenixumandine nêzîkî jinan dibe û di sala 2022’an de li paytext Tehranê Jîna Emînî ji ber ku porê wê xuya dikir bi êşkence qetil kir. Zeynep Celaliyan ji sala 2008’an vir ve di bin gefa darvekirinê de ye. Jinên mîna Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî, Şerîfe Muhammedî di bin gefa darvekirin û êşkenceyê de di zindanan de tên girtim. Rejîmeke ku di avakirina demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê de bi ser neketiye.

Divê gelê Îranê bi lezgînî rûpelek nû veke. Ger Îran naxwaze parçe bibe, divê dev ji rêveberiya navendî berde. Divê ji bo rêveberiya xwecihî qanûn werin derxistin. Divê her gel walî, qeymeqam, şaredar û parlementoya xwecihî bi xwe hilbijêre. Divê her gel bikaribe xweparastina xwe ava bike. Divê yekîtiya dilxwazî û veqetandina dilxwazî yek ji rêgezên destûra bingehîn be. Ger ev çêbibin, ger atmosferek ku ne dijminane were afirandin, ger ziman, nasnameyên etnîkî û çandî neyên astengkirin, hêzên derve bixwazin jî wê nikaribin dest lê werdin û bandora wêranker ava bikin.

Gelo dersa ku Tirkiye ji vê yekê derxe heye?

Dersên ku Tirkiye ji Îranê derxe gelek in. Tirkiye ya ku nikare bi gelê xwe, bi Kurdan re aştiyê bike û rûpelek paqij veke, dibe ku bikeve tunela herî dijwar a dîrokê. Ger bixwaze pêşiya destwerdanên derve bigire û bê zirar ji vê tunelê derkeve, divê  pira di navbera gelan de xurt bike û bi Kurdan re mîmariya wekhevî û azadiyê ava bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Boldaş: Bi zîhniyeta talankirinê madenvanî nabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeda li dijî JES’ê: Peyama berxwedanê hat dayîn, aşûre hat belavkirin

Di nobeda li dijî projeya JES’ê ya ku tê plankirin li gundê Xwarik ê Gimgimê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Semsûrê namzet hatin nasandin, Meşa Azadiyê hate silavkirin

DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariya Semsûr û navçeyên eşkere kir. Meşa Azadiyê jî hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şehbayê wesayîtek hat bombebarankirin

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê-Şehbayê wesayîtek bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Humsê êrîşî wesayîtekî serwîsê hat kirin: 7 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?