Waliyê Batmanê Ekrem Canalp ê ku li şûna Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik weke qeyûm hate tayînkirin afîşa bi nîşaneya Rabîa ya bi nivîsa ‘Yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat’ li deriyê şaredariyê daliqand. Canalp ê dagirker, bi erka walîtiyê dora şaredariyê bi bendên polîsan girt û gelek polîsên Midûriyeta Emniyetê ya bajêr weke ‘tedbîrên ewlekariyê’ li nava avahiya şaredariyê bi cih kir.
Canalp ê talanker careke din cîhaza X-Ray li şaredariyê bi cih kir, ku beriya niha ji aliyê hevşaredarên DEM Partiyê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ve hatibû rakirin.
Her wiha Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (GENEL-ÎŞ) ragihand ku cihê 300 karkeran hatiye guhertin. Li gorî agahiyan talanker gelek hevjînên leşker û polîsan li şaredariyê tevlî kar kiriye.