Çarşem, 5 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Îmzeyek ji bo demokrasiyê û paşeroja me ya hevpar e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalên ‘Qanûna Çarçoveyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya ‘Qanûna Çarçoveyê’ wê îro teqez pêşkêşî Meclîsê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya avahiya NY a li Hewlêrê dawî li jiyana xwe anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast
Jin

Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

Doza darizandina Siyabent Şeker ê ku Hêlîn Eren qetil kir, wê 23'ê Hezîranê destpê bike. Parêzer Hêlîn Tapanci anî ziman ku bûyera kuştinê bi rengekî plankirî hate kirin û got, "Ya ku divê were parastin mafê jiyanê yê jinê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li gorî daneyan Amed li seranserê welêt ye ji wan bajaran e ku herî zêde jin lê tê kuştin. Ji meha Çileyê û vir ve li bajêr çar jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Her wiha mirina bi guman a jinan jî bi gotina ‘întiharê’ tê nixumandin.

Wê doza Hêlîn Eren destpê bike ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de ji aliyê olî ve bi Siyabent Şeker re zewicî bû. Têkildarî Siyabent Şeker îdîanameya bi daxwaza cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ji aliyê dadgehê ve hate qebûlkirin. Di îdîanameyê de hate ragihandin ku kiryar bi derewa ‘lihevkirinê’ bang li Hêlîn Eren kir û bi çekê çû hevdîtinê, bi vî rengî kuştin plan kir.

Dozgeriyê guh neda beyanên ‘tehrîka neheq’ a kiryar. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Mafên Jinan a Baroya Amedê Hêlîn Tapanci ku dosyayê dişopîne got, “Hêlîn Eren ku şeş mehan bi kiryar re dima, di nava vê demê de bi rêk û pêk li zexta fîzîkî û psîkolojîk rast hat. Hêlîn Eren ku ji ber tundiyê çû gel malbata xwe, piştî ku malbatên wan ketin navberê careke din vegeriya gel kiryar û kiryar gelek caran bi çekê gefa kuştinê lê xwar. Siyabent Şeker ku hvealê nêz ê Cemal Alparslan bû ku Îlayda Alkaş qetil kiribû, ji ber ku Hêlîn Eren a ku sê mehî ducanî bû xwest jê cihê bibe, ew qetil kir. Şeker roja bûyerê bi bahaneya ‘lihevkirinê’ xwest Hêlîn Eren bibîne û di dema hevdîtinê de bi çekê Hêlîn Eren qetil kir. Kiryar ku ji cihê bûyerê reviya, di demeke kurt de hate girtin.”

Kiryar di beyanên xwe de got, Hêlîn Eren heqaret lê kir û xwest jê cihê bibe, lewma çek teqand. Lê beyanên kiryar bi îfadeyên şahid hate derewandin. Têkildarî kiryar ku bûyer bi plankirî pêk anî, bi sûcdariya ‘Kuştina bi zanebûn a jinê’ îdîanameya ji çar rûpelan hate amadekirin. Di îdîanameyê de îfadeyên şahid û kiryaran, raporên tipa edlî jî cih girtin. Rûniştina destpêkê ya îdîanameyê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Amedê ve hate qebûlkirin, wê 23’ê Hezîranê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 3’yemîn ve pêk were.

‘BÛYER BI RENGEKÎ PLANKIRÎ HATE KIRIN’

Şopdara dosyayê parêzer Hêlîn Tapanci ji bo rûniştina dozê banga tevlîbûnê kir û anî ziman ku cezayên li hemberî kuştina jinan bê dayin divê di wê astê de be ku pêşî li kuştinan bigire. Hêlîn Tapanci diyar kir ku di dosya Hêlîn Eren de kiryar bûyer plan kiriye û got, “Dema ku delîlên li dosyayê û daneyên di çarçoveya lêpirsînê de derketin holê bi hev re bêne nirxandin, wê bê dîtin ku bûyer ne kiryareke ku ji nişka ve pêk hatiye, lê belê bûyereke plankirî ye. Ji ber vê yekê divê kuştina bi plan ji aliyê dadgehê ve bi hesasiyet bê nirxandin.”

‘DIVÊ TEHRÎKA BI NEHEQÎ NEYÊ BIKARANÎN’

Hêlîn Tapanci anî ziman ku di kuştina jinan de kiryar ji bo berpirsyariya ceza kêm bikin timî hin parastinan dikin û destnîşan kir ku li pêşberî taybetmendiyên bûyera şênber divê ev parastin neyê qebûlkirin.

Hêlîn Tapanci got, “Nepêkan e ku êrişeke giran a bi vî rengî ya li hemberî mafê jiyanê yê jinekê bi ti hincetê bê rewakirin. Mafê jiyanê yê jinan nabe ku bibe mijara bazariyê. Tundiya li hemberî jinan şexsî nîne, pirsgirêke civakî ye û her kuştina jinan di heman demê de êrişek li ser wijdanê civakî ye. Ji ber vê yekê girîng e ku meqamên dadgeriyê nêzîkatiyeke welê nîşan bide ku mafê jiyanê yê jinan biparêze.”

‘PÊWÎSTE MAFÊ JIYANÊ YÊ JINAN BÊ PARASTIN’

Helîn Tapanci destnîşan kir ku wê heta dawiyê şopdarê dozê bin û got, “Bendewariya me ew e ku kiryar li gorî cezayê ku kiriye bi cezayê herî giran bê mehkûmkirin. Her biryara adîl a li pêşberî kuştina jinan ne tenê ji bo dosyayê, ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan gelekî girîng e. Ev daxwaz dengê hevpar ê jinan hemûyan e. Em bang li jinan, rêxistinên jinan û her kesên alîgirê wekheviyê dikin ku di rûniştinê de piştevaniyê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê FilmAmed destpê dike
Nûçeya Pişt re Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ banga tevlîbûnê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karayilan: Dewleta Tirk ne dagirkeriyê, polîtîkaya îlhakê dimeşîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê ne…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pirsûsê wêneyê mezin ê Rêber Apo hate hildan

Li Pirsûsê beriya meşa ber bi sînorê Kobanê ve bê lidarxistin, girseya gel wêneyekî mezin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, li xala kontrolê ya li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?