Şaredariya Şemrexê amadekariyên ji bo avakirina febrîqeya tekstîlê ya li navçeyê gihandiye asta dawî. Tê payin ku meha Cotmehê febrîqe bê vekirin û 350 kes derfetên kar bi dest bixin. Febrîqe wê li navçeyê bibe febrîqeya destpêkê ya tekstîlê.
Şaredariyê ragihand ku febrîqe wê li ser qadeke ji 10.500 donimî be û 216 makîneyên xwe hebe. Hevşaredar Kûdret Ûçûk û Hamdîn Demîr anî ziman ku şaredarî ne tenê karê binesaziyê ye, xizmeteke pir alî ye û got, destpêkê dixwazin ji bo jin û ciwanan derfetên kar biafirînin. Hevşaredaran ragihand ku febrîqe wê li navçeyê bibe febrîqeya destpêkê ya tekstîlê û kesayetên xurt û hilberîner biafirîne.
Ji bo karkerên ku li febrîqeyê bixebitin jî perwerdeyê destpê kir. Li kursên bêpere ku bi hevkariya Navenda Perwedeya Gel a Şemrexê û Tekstîla Panda ve têne dayin, 2 hosta û 6 şagirtên alîkarên wî, li ser karên dirûtin, birîn, qemçok û dirûtina kincan perwerdeyê didin. Kursê di 29’ê Tîrmehê de destpê kir û 600 kursyer serê sibehê û piştî nîvro bi rengê 4 koman tevlî perwerdeyê dibin. Tê plankirin ku kurs 3 mehan dewam bike û kursiyerên bi têrkerî gihîştine wê li febrîqeyê bixebitin. Piştî perwedeyê wê serlêdanên nû dewam bikin û bi vê yekê re wê hewl bê dayin bersiv ji pêwîstiya hêza kar a tekstîlê ya li herêmê re bê dayin.
Şaredariyê her wiha ji bo projeya gundê kooperatîfa jinan jî serlêdana fon kir. Di çarçoveya ‘Projeya Hevkariya bi Bandor a ji bo Polîtîkayên Herêmî’ de ku Yekîtiya Ewropa piştgiriyê jê re dike, ji bo projeya ji 300 hezar EURO’yî serî li Ajansa Pêşketinê ya Elmanyayê hate dayin. Eger proje bê qebûlkirin li Kooperatîfa Çandiniyê ya Toprak wê 40 jin 2 salan kar bikin. Ji bo zarokan jî wê kreşeke bêpere bê avakirin.