Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) tên bibîranîn. Bîranîn di roja seyêmîn de bi girseyî destpê kir û bi sedan kesên hatin cihê bîranînê dirûşmeya “Şehîd Namirin” berz kir.
Wê îro di saet 16:00’an de ji bo cangoriyan mewlûd bê xwendin û saet 18:00’an jî sînevziyona ku qala bîranîn û têkoşîna cangoriyan dike, were nîşandan.
Serdana bîranînê bi girseyî didome.

