Zanyarê siyasî Mehmet Zahir Saritaş pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku sala xwe ya yekem temam kiriye, ji ANF’ê re nirxand. Saritaş rapora ku ji hêla komîsyona meclisê ve hatiye amadekirin û pêşketinên heyî yên li herêmê analîz kir û diyar kir ku ji bo serketina pêvajoya çareseriyê divê dewlet ji polîtîkayên kevneşopî yên ewlehiyê dûr bikeve. Saritaş tekez kir ku parvekirina nexşerêyek demokratîk a şênber û zelal ji bo aştiyeke mayînde pir girîng e. ,
‘RAPORA JI DÛRÎ HÊVIYAN E’
Saritaş rapora şêwirmendiyê ya ku ji hêla komîsyona meclisê ve hatiye weşandin nirxand û got ku rapor ji çareseriya pirsgirêkê Kurd wêdetir, bi nêzîkatiya “Tirkiyeyek bê teror” û referansa ewlehiyê hatiye amadekirin,. Saritaş destnîşan kir ku rapor, piştî pêvajoyek salekê hatiye weşandin û di astên cûda de hatiye nîqaşkirin û anî ziman ku hesasiyetên yekalî yên dewletê li ber çavan hatiye girtin, lê dûrî hesasiyet û hêviyên ji bo çareseriyê ye.
Saritaş wiha domand: “Ev nêzîkatî baweriya Kurdan bi pêvajoyê qels dike. Ew rastiya ku dewletê armanc nekiriye ku têkoşîna çekdarî û pevçûnê ji holê rake û çarçoveyek taybetî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêşkêş nekiriye, ji hêla Kurdan ve wekî pêşwazînekirina hêviyên wan tê dîtin. Lê tevî vê nêzîkatiya neyînî, berdewamkirina pêvajoyê û îhtîmala destpêkirina muzakereyên demokratîkaliyeke girîng e. Yanî dikare wekî girêdana dewletê ji bo berdewamiya pêvajoyê were dîtin.
Di aliyê derxistina qanûnan û sererastkirinê ya çarçoveya rapora amadekirî de li meclisê çi were kirin bi zelalî nehatiye destnîşankirin; bêhtir nezelalî heye. Di vî alî de, gavên pêşîn ên ku dikarin werin avêtin ev in: derbarê vegera endamên PKK’ê û tevlêbûna wan di jiyana civakî de qanûnek taybetî bê derxistin, azadiya Birêz Ocalan bê misogerkirin, dawî li pergala qeyûman were anîn û vegerin ser karên xwe, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî yên derbarê girtiyên siyasî de bûn bicihanîn û Qanûna Dij-Terorê û qanûna cezayê bên sererastkirin.
Dema ku ev gav werin avêtin, pirsgirêka Kurd wê hem ji aliyê dewletê û hem jî ji aliyê Kurdan ve ji binegha zext û tundûtûjiyê derkeve û em dikarin bibêjin ku wê asayîbên pêk were. Ocalan û PKK di vî warî de gavên pêwîst avêtine (biryara fesixkirina PKK’ê, îmhakirina çekan û hwd.) û li benda gavên ku divê ji hêla dewletê ve werin avêtin in. Ev tê wateya temamkirina qonaxa yekem a pêvajoyê.”
‘DIVÊ ÇARÇOVEYA ÇARESERIYÊ ZELAL Û BÊ FÊMKIRIN’
Mehmet Zahir Saritaş destnîşan kir ku PKK’ê gavên krîtîk ên wekî îmhakirina çekan û fesixkirinê avêtine û bi bîr xist ku niha çav li gavên ku divê ji hêla dewletê ve werin avêtin in. Saritaş bal kişand ser “entegrasyona demokratîk” a ku di daxuyaniya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê de cih digirt û got: “Dema ku daxuyaniya dawî ya Birêz Ocalan a 27’ê Sibatê çarçoveya giştî de were nirxandin, balê dikşîne ser nêzîkatî, rêbaz û gavên ku divê derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de werin avêtin. Dema ku em hem banga aştî û civakeke demokratîk û hem jî daxuyaniya dawî ya 27’ê Sibatê dinêrin, em dibînin ku Ocalan bi awayekî stratejîk nêzî pêvajoyê dibe û li gorî vê nêzîkatiyê plan û bernameyek stratejîk pêşkêş kiriye. Lê dewlet bi nêzîkatiyek stratejîk lê nanêre û ne xwedî plan û bernameyek stratejîk e. Ev rewş baweriya bi pêvajoyê qels dike. Ji bo jiholêrakirina vê yekê, divê dewlet jî plan û bernameyekê pêşkêş bike.
Ocalan di daxuyaniya xwe ya dawî ya 27’ê Sibatê de perspektîfa çareseriya stratejîk de bi awayekî herî zelal rêbazên avakirina civaka demokratîk û komarek demokratîk, siyaseta demokratîk, muzakere û entegrasyona demokratîk li ser bingeha misogerkirina qanûn û hiqûqê yên ku azadiyê derdixe pêş, danî holê. Di aliyê pêvajoyê de divê were zanîn ku girîng e ku çarçoveya çareseriyê bi awayekî zelal û têgihîştî were destnîşankirin.”

