Serokê Saziya Şehîdan a Iraqê Ebdulîlah El-Naîlî diyar kir ku wan li seranserê Iraqê cihê 289 gorên komî diyar kirine ku tê de qurbaniyên rejîma Bees û terorîstên DAÎŞ’ê hene.
Ebdulîlah El-Naîlî têkildarî mijarê, wiha got: “Vekirina goran li 85 herêman ketiye plana salane ya Saziyê û ji ber rewşa hewayê û temînkirina piştgiriya lojîstîkî vekirina wan demeke dirêj dixwaze.”
Serokê Saziya Şehîdên Iraqê destnîşan kir ku ji ber zêdebûna hejmara şehîdan ku di wan gorên komî de ne, eşkerekirina nasnameyên wan demeke dirêj dixwaze.