În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajaran ji bo Rojava meşiyan: Em ê bêdeng nemînin
Rojane

Li gelek bajaran ji bo Rojava meşiyan: Em ê bêdeng nemînin

Bi hezaran kes li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrîşên çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin û bal kişandin ser piştgiriya dewleta Tirk a ji bo çeteyan. 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li gelek bajaran bi hezaran kes li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de xwestin ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi berpirsiyarî tevbigerin.

ÎZMÎR

Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Bircê Saetê ya Gediz Bûcayê daxuyanî da. Dema ku pankartek bi nivîsa “Em li hember komkujiya li Rojava bêdeng namînin. Çareserî manîfestoya civaka demokratîk e” hate daliqandin, dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Rêvebera DEM Partiyê ya Bûcayê Berfîn Yildirim Okmen diyar kir ku êşkence û teşîrkirina şervanên jin êrîşek bi zanebûn li dijî îradeya civakî ya azadîxwaz e. Berfîn Yildirim Okmen got, “Ev êrîş êrîşeke hişmendî û îdeolojîk e li dijî felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ku li Rojava derketiye holê ye.”

Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin diyar kir ku ew ji ber bûyerên li Rojava, Heleb û Îranê pir bi fikar in û bandorê li hemû gelan dikin.

her wiha li ber avahiya DEM Partî ya Karabaglarê daxuyanî hat dayîn. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Bozdag diyar kir ku bêdengiya li hember komkujiyên li Rojava nayê qebûlkirin.

EDENE

Bi sedan kesan li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê li taxa Kuçukdîkîliyê meşek meşaleyî li dar xistin. Di meşê de wêneyên Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Helebê Ziyad Helep û şehîdên din hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Rojava wê DAÎŞ’ê re bibe goristan”, “Bijî Rêber Apo” û “Bijî berxwedana QSD’ê” berz kirin. Ciwanan bi fîşekên hewayî û jinan jî bi tilîliyan piştgirî dan meşê. Girseya ku li Kolana Şehîtlikê meşiya û deqeyek rêz girt û sirûda “Çerxa Şoreşê” got. Dema ku girse belav bû, polîsan bi hinceta pankartê  binçavkirin kir.

ŞIRNEX Û ÊLIH

Li navenda Şirnexê jî bi sedan kes bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” li nava taxan meşiyan. Li Êlihê ciwanan ji bo şermezarkirina êrîşan li taxa Îpragazê lastîk şewitandin.

ENQERE

Li taxa Tûzlûçayir a Enqereyê girseya gel li hev civiya û tevî astengiyên polîsan jî pankarta “Berxwedana Rojava ciwan e” vekirin û  ji kolana Abîdîn Aktaş heta Parka Feyzullah Çinar meşiyan.

Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan diyar kir ku “Rojava rûmeta Kurdên ku îro li çar beşên Kurdistanê û li çaraliyê cîhanê dijîn e; ew sembola berxwedanê ye.”

Olan anî ziman ku Rojava ji bo Kurdan xeta sor e û Kurd wê tu carî tawîzê nedin.

Endama Meclîsa Ciwanan a HDK’ê Dîlara Ercanli diyar kir ku ciwan wê berxwedana xwe ya li dijî êrîşan bidomînin.

çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bûn. Beşdaran banga berdewamiya hevgirtinê li dijî êrîşên li Rojava û Helebê kirin.

MÊRSÎN

Meclisa Ciwanan a Mersînê ya DEM Partiyê jî li dijî êrîşan meşek li dar xist. Ciwan li ber avahiya navçeya Akdenîzê kom bûn û di nav taxan de meşiyan.

Di tevahiya meşê de, ciwanan deng derxistin û ji bo piştgiriya berxwedana li Rojava dirûşm berz kirin.Li taxên ku ciwan lê meşiyan, welatiyên ku derketin balkonên xwe bi nîşanên serketinê piştgiriya xwe ji bo çalakiyê nîşan dan.

SÊRT

 

Li Sêrtê, girse bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û fîşekên hewayî pêxistin.

WAN

Li taxa Îstasyon a navçeya Tûşba û taxa Xaçort a navçeya Riya Armûşê ya Wanê, ciwanan agir pêxistin û êrîşên çeteyên HTŞ’ê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” protesto kirin.

Çalakiyên li dijî êrîşan berdewam dikin.
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Nedîm Orûç hat binçavkirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gever wekî ‘Bajarê Jinan’ hate îlankirin

Di encama xebata qadê ya bi hezar û 317 jinî re hat kirin deklerasyon hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şaredariya Cizîrê ‘Meclîsa Ekolojiyê’ ava dibe

Şaredariya navçeya Cizîr a Şirnexê, têkildarî projeyên xwe yên ekolojiyê civîna gel lidar xist û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê erd hejiya

Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li DYE’yê êrişa li ser dibistanê: 5 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?