Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dersimê didomin. Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) û endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) li bajar meş lidar xistin. Parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak, pêkhateyên Tifaqa Dersimê û gelek welatî tevlî meşê bûn. Girseya li pêşiya Sûka Binerdî hate gel hev, bi dirûşmên “Qeyûmê dizek ji Dersimê bicehime”, “Dê qeyûm biçe, AKP dê hesabê bide gel” ber bi şaredariya dorpçêkirî ve meşiyan.
Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayîn. Endama DÎK’ê Hatîce Şeker di daxuyaniyê de got ku bi polîtîkayên qeyûm îradeya gel tune hatiye hesibandin. Şeker, anî ziman ku îktîdara AKP-MHP’ê mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd ji holê rakiriye, cezayê li Hevşaredarê Dersimê hatiye birîn cezayeke hiqûqî nîne û xwest ku qeyûm paşve bên kişandin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî bilêv kir ku bêtehemûliya tê kirin, bêrêziyeke li dijî îradeya gel e û divê jê re bibêjin “êdî bes e.” Firat, diyar kir ku pirsgirêkên heyî divê bi guftûgoyê bên çareserkirin û çareserî bi qedexekirin û qirkirinan nabe.
Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan jî got ku îradeya gelê Dersimê bi bariyeran hatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Ev, bariyera li dijî însanetiyê, aştî û azadiyê ye. Hûn, di wijdana gel de mehkûm in. Bizanin ku dê ev wiha nedome. Bila qeyûm derkeve û bibêje; ‘ev xelet e.’ Hinek ji xwe şerm bikin. Tişta hûn dikin ne di olê de, ne di wijdanê de ne jî di insanetiyê de nîne. Dê pêşeroj a kesên xwedî wijdan û li ber xwe didin be. Aqilê xwe bînin serê xwe.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.