Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Mehmed Devîren bal kişand ser bandora guherîn û veguherînên li nava civakê li ser jiyana hevpar û got, jiyaneke ji cihêrengiyan ku ciwan û her beşên civakê xwedî mafê gotinê ye, dikare zemîn aştiyeke civakî biafirîne.
Serokê Federasyona Komeleyên Suryanî Evgil Turker anî ziman ku ew piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Em piştgiriyê didin muzakereya ku Birêz Ocalan bi dewletê re dike û qanûna li Meclîsê hate qebûlkirin. Em amade ne bi berpirsyariya xwe rabin.”
Komeleya Malbatên Şehîdan a Fransayê (KOMAW) têkildarî bîranîna girseyî ya ji bo yek ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Riza Altûn û şehadetên dema dawiyê hate eşkerekirin, bang li Kurdistaniyan û dostên Kurdan kir ku tevlî bibin.
Ji bo yek ji kadroyê pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Riza Altûn û şehîdên Tevgera Azadiyê wê di 25’ê Îlonê de li Parîsê bîranîn bê lidarxistin. Bîranîn wê li Sarcellesê saet di 18:00 de destpê bike.
YJK-E’yê xwest, di bûyera kuştina Enda Kala de lêkolîn bê kirin bê xemsariyek an jî bicihneanînan berpirsyariyeke heye yan na û berpirsyar bêne darizandin.

