NURHAQ GULBAHAR
Weke sînorê diyarkirî ji sala 1946an ve dewleta Sûrî bi 16 parêzgehên xwe ve weke dewleteke unîter û ji sala 1963an heta 8ê KAnûna 2024an jî li ser esasê rejîma Baas birêve çû. Li gorî serhejmariya dawî 25 milyon niştîcehên xwe hene. Endamê Neteweyên Yekbûyî ye û di nav dewletên Ereban de 8. dewleta herî qelebalixe. Weke pêkhate Ereb, Kurd, Ermen, Çerkez, Suryan, Tirkmen û hwd û weke ol û bawerî jî Îslam, Krîstiyan lê di nav van olan de jî weke mezheb Sunne, Şîa, Durzî, Nusayrî, Elewî û hwd hene. Di encam de dikare bê gotin ku erdnîgariya welatê Sûrî pirolî, pirzimanî û pirneteweyî ye. Lê weke dewleteke unîter û bi taybetî jî rejîmeka Baas ku 61 sal dewletê birêve bir, li gorî vê rastiya Sûrî modeleke rêveberiyê pêş nexist. Di encam de rê ji bo şerekî demdirêj ê navxweyî re vekir û herî dawî jî di encama şerpezeyiyeke sosret de hilweşiya.
Li heman Sûrî di encama pêla guhertinê ku weke Bihara Ereban hate binavkirin de, ji sala 2011an ve şerekî navxweyî yê demdirêj qewimî. Ji ber ku rastiya pirolî, pirneteweyî û pirzimanî di nav kirasê hesinî yên netew-dewlet de nedikarî xwe pênase bike û çareseriya dewletê jî ji vê rastiyê re ji derveyî darê zorê tunebû. Di encam de sala 2011 û şun ve şerek dijwar û demdirêj pêş ket. Sûrî ber bi parçebûneke xeter de çû. Sala 2012 û heta roja me ya îro herêmên ku Kurd zorîne bûn rêveberiyeke xwe ya xweser dane avakirin. Her wiha di encama şerê li hemberî DAİŞê de qadên derveyî ku Kurd lê zede bûn jî herêma rêveberiya xwe berfireh kirin. Li gorî vê jî navê rêveberiya xwe weke Rêveberiya XWeser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî pênase kirin.
Ev rêveberî di her qadekê de pêk hat. Ji qada parastinê heta siyasete, ji perwerdê heta aboriyê, ji dîplomasiyê heta çand û hunerê, ji xizmetguzariya bajêr heta ol û baweriyan bi kurtahî di her qadeke ku pêwîstî pê hebû xwe birêxistin kir. Lê ev xwerêveberî ne li gorî ezmûnên bi sedan salan ên dihat zanîn bû. Xwendineke kur a dîrokî, rastiya gelan û baweriyên li ser erdnîgariyê bû. Ji ber ku rastiya erdnîgariyê pirzimanî, pirneteweyî û pirbawerî bû.
Rastiya pirrengînî her tim weke hinceta herî berbiçav bû ku li dijî hev dihatin bikaranîn. Di rastiya Şoreşa Rojava û piştî wê jî di rêveberiya xweser a li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûrî de ev xala nazik û hessas, bi xwendineke hişmendî ya kur û berfireh a dîrokê, bû xaleke ku ji tevahî Rojhilata Navîn re bibe mînak. Pêkhate û xwerêveberiyeke pirolî, pirnetewî û pir zimanî pêwîstiya erdnîgariya Rojhilata Navîn bû. Pêkhateyên li Bakûr û Rojhilatê Sûrî di her qadekê de cihê xwe girtin. Bi vî hawî bû remz û hêviya bihevre jiyanê.
Di heman demê de xaleke din a bingehîn a vê rêveberiyê hebûna jinê bû ku di navenda her pêkhateyekê de cihê xwe digirt. Ji xwe ji destpêkêve, ji pêvajoya şerê çekdarî heta roja me ya îro, hebûna jinê û bi tevahî pêkhateyan re xwe birêxistinkirin, ferqa herî mezin a şoreşa Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweser bû. Ku ev yek heta roja me ya îro jî her berdewame. Li hemberî hişmendiya tarîtiya aqlê serdest ê mêr, bi hişmendiya azadiya jin û civakê ev yek pêk dihat. Di şer de di rêza pêş de bû lê di heman demê de di avakirina civakê û rêveberiyê de jî mohra xwe li her qadekê dida. Ji ber wê pênaseya şoreşa rojava weke şoreşa jinê li tevahî dinyayê dihate naskirin. Bû destkeftiya herî mezin a têkoşîna tevahî jinên cîhanê. Xwedîderketineke giştî xwe bi drûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ belavî herêm û cîhanê dikir.
Li kêleka vê şoreşa civakî ku di singa xwe de hêviya azadîxwazan dihewand, li bajarekî din ên Sûrî, li İdlibê, bi hişmendiya cîhadîstiya tundrew jî rêveberiyek pêk dihat. Li wir jî ji perwerde heta rêveberiyê heta dîplomasî, xizmetguzarî, aborî û hwd di her qadekê de bi hişmendiya cîhadîst a tundrew rêveberiyek derdikete pêş. Lê ya derkete holê bi taybetî ji bo jinan rêveberiyeke xeternak bû. Di vê hişmendiyê de cihê jinê di nav xumamiya serdestiya zilam de di asta tune de bû. Dikare bê gotin ku qada Sûrî ji du hişmendiyên dijberî hev re malxweyî dikir. Hişmendiyeke pirrengînî û hişmendiyeke yekdestî.
Di encama berjewendiyên zilhêzên kurewî û hesab û palpiştiya hêzên herêmî di nav 12 rojan de rejîmeke 61 salî bi lezûbez têk çû. Li şuna wê hêza cîhadîst a tundrew a bi navê HTŞ bi rewakirina heman hêzan ji deshilatdariya Sûrî re hate erkdarkirin. Ji bo tevahî Sûrî pirsa modela rêveberiyeke çawa pirseke grînge. Lê bi taybetî ji bo jinan pirseke jiyaniye. Ji ber ku di hişmendiya HTŞ de hebûna jinê xwedî cihekî gelekî lawaz de ye. Ji niha ve nîşaneyên ku jinan tenê di nav çar dîwêrên malan de bigrin, ji kar, ji perwerde û qadên ku bikaribe hebûna xwe ava bike dûr bixin derdikevin pêş.
Di nav sê modelan de ji xwe modelekê binkeftina xwe îlan kir. Ji bo dahatuya Sûrî li gorî rastiya erdnîgarî, dîrok û ezmûna heyî hilbijardina ya herî baş grînge. Îspata wê ya şênber ev 12 sal in hêviyê mezintir û geştir dike.