Piştgiriya xelkê Başûrê Kurdistanê ya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe.
Divê çarçoveyê de danê siharê li navçeya Ranye ya Îdareya Serbixwe ya Raperînê, bi sedan kes kom bûn û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê ragihandin.
Welatiyan peyama yekîtiya neteweyî dan û hêrsa xwe ya dijî êrişên ser Rojavayê Kurdistanê anîn ser ziman.
Welatiyan bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rojava re qêriyan. Di dawiyê de welatiyan biryar da ku di saet 14:00’an de li baxê Giştî ya bajarokê Ranyayê her kes kom bibe û ber bi Rojavayê Kurdistanê biçin.
Organîzatorên çalakiyê ragihandin ku ew ê bi karwanek mezin ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ve biçin û tevlî çeperên berxwedanê bibin.

