Çarşem, 17 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li meclîsê rojeva komîsyonê: Kûrtûlmûş bi nûnerên partiyan re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welat Esen piştî 31 salên dîlgirtinê vegeriya warê xwe Mêrdînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gavên baweriyê bêne avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê berê yê FARC’ê: Zemîna hiqûqî nebe pêvajoyên aştiyê nameşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK’ê alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê şehîdên Zapê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK cara 14’an li hev rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agirî civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bang li Tehranê kir ku Nêrgiz Mihemedî berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sefkan Kobanê: Dewleta Tirk bi rêya HTŞ’ê Sûriyeyê tevlîhev dike
Rojane

Sefkan Kobanê: Dewleta Tirk bi rêya HTŞ’ê Sûriyeyê tevlîhev dike

Sefkan Kobanê anî ziman ku di nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd de desthilatdarî mijûlkariyê dike û got, dewleta Tirk bi rêya HTŞ'ê dijberiyê li Kurdan dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Tirkiyeyê di çarçoveya pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de aliyê Kurd gavên girîng avêt. PKK’ê biryara westandina şer da û bi biryarên kongreyê re careke samîmiyeta xwe ya ji bo çareseriyê raxist pêş çavan.

Lê belê li gel vê yekê ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve ji bo çareseriya pirsgirêkê li ser zemîna hiqûqî û qanûnî gavek nehat avêtin. Nivîskar Sefkan Kobanê mijar ji ANF’ê re nirxand.

Sefkan Kobanê anî ziman ku PKK bi mîsyona xwe ya dîrokî abû, bi biryarên wergirtî re rêvebirina pratîkî ya pêvajoyê ji Rêber Apo re hişt û got, “Bi fesixkirina xwe re pêvajoya ji niha û pê ve ji şertê rêvebirina pêvajoyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hişt.

Armanc ji vê yekê ew e ku destnîşan bike, divê şert û mercên kar û jiyanê yên azad ên Rêber Apo bêne afirandin ku klaribe biryarên di kongreyê de hatine wergirtin bimeşîne. Her wiha ji bo bicihanîna biryarên li ser fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, li ser bingeha ‘mafê hêviyê’ divê azadiya Rêber Apo bê pêkanîn.

Biryara herî girîng ev e. Ev biryar nebe ti ji biryarên din nikarin bikevin meriyetê, ji ber ku rêveberî ji niha û pê ve Rêber Apo ye. Pêvajoyeke bi vî rengî destpê kiriye. Bi vê biryara dîrokî re pêvajo ji danûstandinên bi Tirkiyeyê re dimîne.”

Li ser nêzîkatiya dewleta Tirk Sefkan Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide mijûl bike û nirxandineke bi vî rengî kir: “Li pey wê yekê ketiye ku eger Emerîka xwe ji Sûriyeyê vekişîne wê firsendek bi dest bikeve yan na. Eger vekişîn pêk were dixwaze destketiyên Kurdan ên li Rojava û Başûr kêm bike.

Di demên bi vî rengî de nêzîkatiyên welê rojane û taktîkî heye ku stratejîk nafikire, li gorî pêvajoya jinûve avabûnê tevnagere û bi gotina wan ‘Tifaqa Kurd-Tirk bi rengekî stratejîk nanirxîne’. Ev rewş weke dûrbûna ji biryardariyeke têrker dikare bê pênasekirin.

Gelo ev yek şerê navendên li nava desthilatdariyê ye? Di vê mijarê de di nava AKP’ê de rewşeke dualtîiyê heye. Eşkere ye ku ev yek bi kêrî wan nayê. Pêvajo gelekî hesas e. Dema dîrokî êdî li asteke welê ye ku vegerandina wê nabe. Hêzên ku berevajî herikîna dîrokê tevbigerin wê ji holê rabin. Hêzên ku di netewe dewletperestî û neteweperestiyê de israr dikin, dawiya wan diyar e.”

Nivîskar Sefkan Kobanê anî ziman ku hevsengiya li Rojava hîn baş li şûna xwe rûneniştiye û got, “Hîn jî tevlîheviyek heye, nediyar e bê sîstem ber bi kuk ve biçe. Hevsengiya Sûriyeyê ku gelek hêz di nav de ne û destwerdan lê tê kirin, hîn li şûna xwe rûneniştiye.

Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide di vê pêvajoyê de rêveberiya li Sûriyeyê ji mejiyê îslamiya siyasî û rastgiriya Baasê dûr bixîne, veguherîne. Hewl dide li hember têbikoşe, di heman demê de jî danûstandinan dike; bi rengekî çalak heyetan dişîne. Hem têkoşîna demokratîk dimeşîne hem jî danûstandinan dike. Hewl dide hin gavan bide avêtin.

Di nava HTŞ’ê de gelek hêzên cuda hene û ev hêz niha li ber hev radibin, di nava nakokiyan de ne. Mînak li Dêrazorê hêzên ser bi HTŞ’ê yan jî hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, dikevin nava liv û tevgerê. Tirkiye hewl dide herêmê tevlîhev bike.”

Ji bo pirsa ‘Tirkiye di pozîsyoneke dijberiya li Kurdan de ye?’ nivîskar Sefkan Kobanê got, “Bêguman, dixwaze lawaz bike, bê hêz bike û bi vî rengî dest bi danûstandinan bike. Hewl dide daxwazan kêm bike. Hewl dide ku nehêle QSD bi rengekî xurt tevlî hevdîtinan bibe, meclîsên Rêveberiya Xweser, temamiya wê lawaz bike. Eger karibe vê bike, hêzên cuda yên li Dêrazorê -hêzên ku bi pereyan kirî ye’ dixwaze bixe dewrê. Vê yekê dikare bi navê HTŞ’ê bike, dikare bi navê eşîran bike.

Tirkiye hîn jî çekdanînê ferz dike. Kî wê çekê dîne? Wê çawa dîne? Di nava hêzên ku hemû cîhan wan terorîst dibîne, gelo çawa dibe ku çekdanîn ji Kurdan tê xwestin? Yên ku divê çekê dînin HTŞ û hêzên di nava wê de ne, lê belê li şûna vê yekê li ser QSD’ê ferz dikin ku QSD mafên nasnameya xwe diparêze, ji bo azadiyê têdikoşe. Ev yek mejiyê wan radixe pêş çavan.

Di vir de şerekî taybet û psîkolojîk tê meşandin. Hewl dide zextê bike. Lê belê ji bo ev pêvajo bê meşandin divê danûstandinên yekser ên bi Rêber Apo re bêne kirin. Yekîtiya Sûriyeyê tenê bi Sûriyeyeke demokratîk dikare pêk were. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk a ji yekîtiya Durzî, Elewî, Ermen û hemû gelên herêmê têkoşîn tê meşandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 12’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Karker: Divê haya gelê me ji wan kes û hêzan hebe ku olê bi kar tînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Besê Hozat: Gerîla dagirkeriyê ji kokê ve radike, dewleta Tirk rastiyê vedişêre

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û got, "Gerîla…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şedadê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin

Cenazeyên Serdar (Hisên Hemed El Elî), Ehmed Elî El Ubeyd û Ebdulqadir Sultan ên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Nîjeryayê operasyona hewayî pêk anî: Herî kêm 35 kes mirin

Hat ragihandin ku, Hêzên Hewayî yên Nîjeryayê li nêzî sînorê Kamerûnê 35 milîtanên dîndar ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li meclîsê rojeva komîsyonê: Kûrtûlmûş bi nûnerên partiyan re dicive

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Welat Esen piştî 31 salên dîlgirtinê vegeriya warê xwe Mêrdînê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Divê gavên baweriyê bêne avêtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?