Di avabûna gerdûnêe de xweajoyê xweparastinê bi zindiyan hemûyan re heye. Di dîroka mirovahiyê de li hemberî her cûre êrişê hesta xweparastinê yek ji refleksên navxweyî yê sereke ye. Bi taybetî di şexsê jinan de xweparastin bi şênberî derdikeve holê. Ev yek jî encamek ji êrişkariya mejiyê bi serweriya mêr e. Jin her tim di pozîsyona xweparastinê de maye. Dem bi dem şikestin çêbû be jî jinan her tim hewl dan têkoşîna xwe bi rêxistin bikin. Li Kurdistanê jî ev rastî di şexsê gerîlayên YJA Starê de hîn bi şênberî ê dîtin. Gerîlayên YJA Starê ku êrişên li hemberî jinê û tundiyê ti carî qebûl nakin, bi berxwedana xwe ya dîrokî ispat kirin ku nirxên civakî nikarin bêne tepisandin.
Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq (Xanim Xanê Demîr) beriya ku şehîd bikeve di hevpeyvînekê de girîngiya xweparastinê nirxandibû.
Fermandara pêşeng Berfîn Nûrhaq anî ziman ku di vê dema şerê taybet de ku êriş û destavêtina li jinê zêde bûye, têkoşîna tê meşandin kêm dibîne û got, “Li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê êrişeke mezin li hemberî jinê tê kirin. Ev yek jî çanda desthilatdariyê tê. Faşîzma AKP’ê herî zêde êrişî jinê û ciwanan dike. Bi rêbaza şerê taybet hewl dide îradeya civakî bixe bin serweriya xwe. Têkoşîna li hemberî van êrişan bi qasî av û nan pêwîst e. Divê jin pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin. Li cihekî tundî-destavêtin, fûhûş, kuştina jinan çiqasî zêde be li wê derê li dijî van kiryaran têkoşîna azadiyê tê meşandin. Faşîzma AKP’ê êrişên li dijî jinê zêdetir kiriye. Li aliyekî têkoşîn û lêgerîna azadiyê heye li aliyê din jî têkoşîneke lawaz tê memşandin. Di nava civakê de ev têkoşîn lawaz e. Eger di nava civakê de têkoşîn bigihêje asta herî bilind, hêzên dagirker wê nikaribin bi hêsanî êriş bikin. Divê mirov bala xwe bidin ser sedema êrişên berfireh ên li Tirkiye û Kurdistanê.
Saziyên parastina jinan hene. Hin sazî tenê di bin navê mafên mirovan de statîstîkan amade dikin. Weke; vê mehê ewqas jin hatin kuştin, ewqas destavêtina polîsan hate kirin, ewqas jendermeyan êşkenceya komî li dijî jinan kirin û hwd. Hejmarên şeş mehan, mehekê eşkere dikin. Amadekirina statîstîkan tenê têrê nake; ev têkoşîn nîne. Divê mirov asta têkoşînê xurt bikin û hêzên dagirkeran lawaz bikin. Eger têkoşîn lawaz bimîne, êriş jî wê dewam bikin. Sazî hene lê belê li gorî wezîfeya xwe tevnagerin. Di bin navê têkoşînê de têkoşînê nakin. Lewma li kolanan zexta polîsan a li hemberî jin ên ciwan, li hemberî dayikan zêde dibe. Eger saziyan wezîfeya xwe bi rengekî rast bi cih bianiya, îro li Kurdistanê dagirker ewqasî bi hêsanî nikarîbû tevbigeriyan.”
JI BO PARASTINA HEBÛNÊ XWEPARASTIN ŞERT E
Di dewama axaftina xwe de şehîd Berfîn Nûrhaq destnîşan kir ku kesayetên pêşeng ên li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd rabûn rastiya civakî nîşan dan û got, “Tevgera Azadiyê ya Jinê ya 40 salan têkoşînê mezin dike. Li çiyayên Kurdistanê li hemberî her cûre êrişên dagirkeriyê şer dimeşîne. Li aliyekî di şexsê gerîlayên YJA Starê de berxwedaneke dîrokî tê kirin; li aliyê din jî li dijî êrişan êriş zêde dibin. Di nava şoreşê de rola pêşeng a jinê êdî bêhtir şênber bûye. Hevala Zîlan yek ji van qehremanên pêşeng e. Li Bakur mezin bû. Li çşyayên Kurdistanê gerîlatî kir. Di merasîmeke leşkerî de bedena xwe kir bombe û jiyana xwe feda kir. Her wiha ji hevrêyên me yên fedaî hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) heye. Li hemberî teslîmiyetê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir. Ji bo nekeve destê dijmin çeka xwe şikand û bedena xwe ji zinaran berda xwarê. Heval Bêrîtan, Zîlan, Sema Yuce, Sakîne Canszi û bi hezaran qehremanên berxwedêr di nava vê rastiya civakî de derketin holê. Sekna wan ji bo me perspektîfa jiyanê ye.
Li Kurdistanê çanda xweparastinê heye. Ev yek jî di dîroka berxwedanê ya tevgera me de ispat bûye. Di nava civakê de divê jin bi hişmendiyeke hîn kûr li ser pirsa ‘Divê çawa bijî’ bifikire. Perspektîfa Rêber Apo jî bi vî rengî ye: Eger jinek an jî kesek dixwaze dest bi şoreşê bike yan jî têkoşîneke encamgir bimeşîne, pirsa bingehîn a ku divê li xwe pike pirsa ‘Divê çawa bijî’ be. Bersiva li pirsa ‘Divê çawa bijî’ rêya xweparastinê ya şexs bi xwe ye. Mirov ji bo azadiya xwe pênase bike dikare gelek pênaseyan bike; lê belê azadia li dijî dagirkeriyê avakirin û parastina hebûna xwe ye. Azadî bi zanistê, fêhmkirin û têgihiştinê dibe. Fêhmkirin yekbûna hişmendiyê ye. Ji bo hebûn û parastina hebûna xwe, divê mirov destpêkê xweparastinê bidin pêş. Jin di her şert û mercî de, êrişên dagirkeriyê bibin nebin jî divê xwe bi rêxistin bikin û hebûna xwe biparêzin. Bêyî xweparastinê jiyan nabe. Eger mirovek dixwaze bijî, ji bo parastina hebûna xwe xweparastin şert e.
Ji bo xweparastinê divê jin bi dîroka xwe zanibe. Hem dîroka xwe ya dema bihurî hem jî dîroka têkoşînê ya 40 salên dawî. Jİ ber vê yekê jî xweparastin ji bo jinê bi qasî nan û avê pêwîst e. Jinek di nava civakê de beriya her tiştî divê zîhniyeta serweriya mêr zanibe û zanibe ku divê xwe çawa bi rêxistin bike; vê hişmendiyê bi pêş bixîne. Divê jin karibe saziyên desthilatdariyê baş binirxîne. Bi vî rengî bibe wê karibe xweparastinê bi pêş ve bibe. Ji bo xweparastinê cih divê çawa be, çawa nêzîk bibe, çawa pêk bîne, rêbaza vê çi ye; dikare bi h3esanî bersivê ji van pirsan re peyda bike.”
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ 40 SAL IN JI BO JINAN HEMÛYAN TÊDKOŞE
Şehîd Berfîn Nûrhaq bal kişand ser rê û rêbazên xweparastinê yên gerîlayên YJA Starê yên li çiyayên Kurdistanê û herî dawî got, “Li çiyayên Kurdistanê ne tenê ji bo jinên Kurd 40 sal in em ji bo jinên cîhanê hemûyan têdikoşin. Jinên Ereb, Tirk, Fars, Elman, Êzidî, bi giştî jinan hemûyan rahiştine çekê û şer dikin. Jinên ku dixwazin li dijî serweriya mêr têbikoşin, zanin ku rêya rast ku der e. Bêguman ev hêsan nîne; şerê li çiyayên Kurdistanê, berxwedana li dijî faşîzmê, bersiva li êrişên polîs û jendermeyan sekneke xurt e. Hêzên desthilatdariyê vê rastiyê nikarin înkar bikin û êrişên li bajaran zêde dikin. Li dijî faşîzmê pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye. Serhildan divê, nerazîbûn divê; daxuyanî bi tenê têrê nake.
Di dîroka me de gelek serhildan hene. Di salên 1990’î de li dijî êrişên dagirkeriyê serhildanên mezin hatin kirin. Ji bo azadiyê van serhildanan destpê kirin. Rehşan Demîrel û Zekiye Alkan pêşengî di vê pêvajoyê de kirin. Gel wê demê ji bo azadiyê rabû bû ser piyan. Ev nirxên ku qehremanên jin afirandin ji aliyê jinan ve divê bêne parastin. Ji ber vê yekê perspektîfa me ev e; her jin divê zanibe xwe biparêze, xwedî rêxistin be. Eger serhildan bi pêşengiya jinê bê kirin wê faşîzm nikaribe dewam bike. Bi vî rengî bibe xwedîderketin li xeta heval Zîlan, Sema, Sakîne Canszi dikare bibe û em dikarin têkoşînê dewam bikin. Wê demê em ê karibin azadiya xwe bi dest bixin.”

