Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, koçberên Efrîn û Serêkaniyê û endamên saziyên sivîl cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Harûn Hesekê û şehîd Egîd li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir kirin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Xelef axivî û got: “Di destpêkê de em ji tevahî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Em îro li vir kom bûne, da ku em du şervanên xwe oxir bikin. Şehîd kesên ku li mirin nagerin, lê li jiyaneke azad û demokratîk digerin, ji bo pêkanîna vê yekê jî canê xwe feda kirin. Em jî her tim şopdarên rêya wan bin.”
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê ji fermandarên QSD`ê Dêrsim Hesekê axivî û got: “Em du pêşengên xwe oxirî axa pîroz dikin. Hedefa van her du hevalan parastina xaka xwe bûn û bê teredû canê xwe feda kirin. Bi fedakar li hemberî tevahî şerê li ser herêmê têkoşîn kirin û li berxwedan. Em weke hêzên leşkerî em ê her şopdariya riya hevalên xwe bin. Ji bo parastina gelê û welatê xwe em li ser piyan bin. Tu carî em dev ji vê dozê bernadin. Zêdeyî 50 salî em li ser vê xetê dimeşin û bi saya vê têkoşîn îro em destkeftiyên xwe diparêzin. Di şerê dawîn ê li ser Rojava de me sînor rakirin û yekitî û biratî hate avakirin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û cenazeyên wan bi sloganên “Şehîd namirin” spartin axê.
Şervanên QSD’ê Yusif Îsa (Harûn Hesekê) 18’ê Çileyê (2026) li Kerame û Egîd (Hisên Siûd El Ebid) di heman dîrokê de li Dêrezorê şehîd bûbûn.

