Duşem, 20 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Jinan ji Gemlîkê gul û name avêtin behrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gemlîkê banga ‘azadî û misogeriya hiqûqê’ ya ji bo Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran 20 girtiyên siyasî ji Evînê sewq kirin, hemû peywendiyên wan qut kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin gihiştin Gemlîkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civaknas Ezgî Sila Demîr: Êrişên li dibistanan nîşaneya tundiya civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Îran rêbazên çareseriya demokratîk esas bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şehîd Jiyan Timoqî bi berxwedana xwe destan nivîsî
Kurdistan

Şehîd Jiyan Timoqî bi berxwedana xwe destan nivîsî

Şehîd Jiyan Timoqî ku ji bo li ser xeta Fermandar Bêrîtan bibe gerîlayeke têkoşer gelekî hewl da, ji Şengalê heta Metînayê li gelek qadan bi berxwedana xwe destan nivîsî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Gulan 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Di dîrokê de şerê ku ji bo azadiya gelekî hatiye kirin şerê herî pîroz e. Sedema şerê bi vî rengî nenaskirina mafên azadiyê yên gelan e, dîlgirtina gelan e. Welatê me Kurdistan jî li êrîşên bi heman rengî rast hatiye. Dagirkeran her tim hewl dan gelê Kurd bê îrade bihêlin, çavkaniyên Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe talan bikin. Îro li çiyayên Kurdistanê bi hezaran jin û mêr ên ciwan ên Kurd ji bo azadiya gelan bi fikir û felsefeya Rêber Apo berxwedan û têkoşîneke bêhempa dikin. Bi taybetî jinên Kurd di vê berxwedanê de bi rola pêşengiyê radibin.

Jinên ku li hemberî sîstema bi serweriya mêr têdikoşin, ji jinên cîhanê re bûne çavkaniya hêvî û baweriyê. Bi hezaran jin bi vê hêviyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Yek ji van jinên ku ber bi azadiyê ve meşiyan Dîlan Tûnç e. Dîlan Tûnç li yek ji bajarên Kurdistanê Êlihê li nava malbateke ji eşîra Timoqî ya welatparêz ji dayik bû. Eşîra Timoqî di herikîna dîrokê de timî serî li ber zextê rakir, gelek caran komkujî dît. Di roja îro de jî endamên vê eşîrê li nava refên azadiyê vî ruhê berxwedanê dewam dikin. Eşîra ku gelek ferdên xwe tevlî tevgera azadiyê kir, têkoşîneke bi lehengî meşand. Dîlan jî ji ber ku li nava eşîreke bi vî rengî ya welatparêz mezin bû ji tevgera azadiyê ya Kurdistanê ne xerîb bû û hîn di zarokatiya xwe de tevger nas kiribû.

Çanda berxwedanê ya malbat û derdora wê, bû sedem ku têkiliyeke xurt bi tevgera azadiyê û gerîla re dîne. Dîlan her ku mezin bû, pê hesiya bê sîstema kapîtalîst çawa zextê li civakê dike. Bİ taybetî bandora vê sîstemê ya li ser jinê bi kûrahî hîs kir. Jinên li nava sîstemê timî li rêyeke rizgariyê digerin. Dîlan jî yek ji van jinan e ku kete nava lêgerîna azadiyê. Dît ku rêya xwegihandina azadiyê têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr e. Di salên xwe yên ciwantiyê de ji bo xwe bigihîne azadiyê tevlî nava karên ciwanan bû.

SALA 2015’AN BERÊ XWE DA ÇIYAYÊN AZAD

Dema ku di nava karên ciwanan de bû rastiya dewleta Tirk hîn baştir fêhm kir. Weke jineke ciwan di nava karên ciwanan de bi rola pêşengiyê rabû. Bİ taybetî ji bo birêxistinkirina jinan kedeke mezin da. Dîlan ku pêşengeke ciwanan bû, di karê xwe de kir ku gelek jin ên ciwan berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Wê ti carî jiyana ku sîstema bi serweriya mêr ferz dikir qebûl nekir. Bi taybetî bingeha polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî jinên Kurd tên emeşandin, serîtewandina gelê Kurd e. Dîlan jî li hemberî van êrîşan ji bo karibe têkoşîna azadiyê hîn bilind bike li rê û rêbazan geriya. Li gorî wê rêya herî rast a azadiyê tevlîbûna li nava tevgera azadiyê ye. Ji bo azadiya jinan baweriya xwe bi tevlîbûna li têkoşîna azadiyê anî. Pêşengiya ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê dike, îro li tevahiya cîhanê bûye mînak. Tişta destpêkê tê bîra jinên tevlî têkoşîna azadiyê dibin, fikir û felsefeya Rêbertî ye. Îdeolojiya ku bingeha azadiya jinê datîne, berê jinan dide çiyayên Kurdistanê.

Dîlan ji bo xwe bigihîne azadiyê û li ser şopa şehîdan bimeşe sala 2015’an berê xwe da çiyayên azad. Dema ku gihîşt çiyayên azad, rahişt çeka dotmama xwe û biryar da ku tola wê hilîne. Ew êdî Jiyan Timoqî ye. Gerîla Jiyan dema ku jiyana gerîla ya ji ruhê hevrêtiyê dît, ev jiyan ji xwe re kir rêya heqîqetê. Piştî ku perwerdeya xwe ya bingehîn qedand demeke kurt hînî jiyana gerîla bû û di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin afirand. Jiyan dema ku li perwerdeyê bû li Şengalê çeteyên DAÎŞ’ê yên para xwe ji mirovahiyê wernegirtine komkujî li gelê Êzidî dikir. Piştî vê komkujiyê Jiyan bi hêrseke mezin xwest biçe Şengalê. Bi hişmendiya xwe ya şoreşgerî derbasî Şengalê bû.

Li Şengalê li gel hevrêyên xwe li refên herî pêş li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya. Têkoşîna wê û hevrêyên wê kir ku xelkê Şengalê ji zilma DAÎŞ’ê rizgar bibe. Gerîla Jiyan heta sala 2018’an li Şengalê têkoşîna şoreşgerî meşand. Piştre bi coş û kelecaneke mezin careke din li çiyê vegeriya û derbasî herêma Avaşînê bû. Avaşîn ji bo Jiyan bû qadeke berxwedanê; li wê derê şahidî ji gelek berxwedêrên leheng re kir û bû hevparê têkoşîna hevrêyên xwe ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirin. Çar salan tevlî gelek çalakiyên li hemberî dewleta Tirk a dagirker bû. Hêrsa xwe ya li hemberî dijmin timî taze kir, têkiliya xwe ya bi hevrêyên xwe re bi hezkirinê xurt kir. Gerîla Jiyan ku bi eşqê dilsozê welatê xwe bû, ti carî xwe têr nedît û ji bo bibe gerîlaya modernîteya demokratîk her tim xwe perwerde kir. Ji bo hîn bêhtir bi pêş bikeve tevlî Akademiya Şehîd Bêrîtan bû.

Jiyan ji bo li ser xeta Fermandar Bêrîtan bibe gerîlayeke ji aliyê îdeolojîk û leşkerî veş areza, gelekî hewl da. Bi taybetî li ser bingeha pîvanên jin a azad bi baldarî beşdarî perwerdeyê bû. Fikir û felsefeya Rêber Apo, pîvanên PAJK’ê di kesayetiya xwe de bi cih kir û bingeha jiyaneke nû ji bo xwe danî. Li ser vê bingehê di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin afirand. Li gel vê yekê êdî xwe amade dît ku derbasî qada şer a li Metînayê bibe. Li ku derê şer hebûya gerîla Jiyan berê xwe dida wê derê. Qet nedisekinî. Derbasî herêma Metînayê bû û veguherî parçeyek ji berxwedana lehengî ya li Metînayê.

TENÊ ARMANCEK XWE HEBÛ, PÊKANÎNA AZADIYA GEL Û RÊBERTÎ

Gerîla Jiyan dema derbasî herêma Metînayê bû her gerîlayên di oxira vê xakê de canê xwe feda kirin anî bîra xwe û sozek da xwe; ‘Heta ku sax bim ez ê li ser şopa şehîdan bim û bi hemû hêza xwe li dijî dagirkeran têbikoşim’. Bi van gotinan Jiyan heta şehadetê dilsoziya xwe nîşan da. Li Avaşînê bi coşeke mezin tevlî şer bû. Dema ku Jiyan li Metînayê bû artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke berfireh kir. Gerîla Jiyan li hemberî vê operasyonê bi berxwedanê rabû û derbasî qada Girê Ortê bû. Li vê derê di karê tunelan de bi roleke girîng rabû. Ev tunel hemû ji bo avakirina paşerojeke azad weke berhemeke mezin dît. Li Metînayê şer giran bû.

Li keleha berxwedanê ya Girê Hekarî bi pêşengiya fermandar Nûrî Yekta û Azêyan sekneke Apoyî hate nîşandan. Dagirkeran hemû derfetên xwe bi kar anîn û êrîşên xwe giran kirin. Çekên kîmyewî jî di nav de her cûre çek li hemberî gerîla bi kar anîn. Lê belê li gel êrîşan hemûyan jî gerîlayên berxwedêr ti carî tawîz nedan û derbên giran li dagirkeran xistin. Gerîla Jiyan jî ji bo barê hevrêyên xwe parve bike derbasî refên herî pêş ên şer bû. Di sala 2023’an de dagirkeran vê carê êrîş birin ser Girê Ortê. Gerîla Jiyan û hevrêyên wê berxwedaneke mezin nîşan dan û kirin ku dagirker gelek kuştiyan bide. Dagirkeran ku nekarîn berxwedana li Girê Ortê bişikînin, careke din çekên kîmyewî bi kar anîn. Lê belê ji vê yekê jî nekarîn encamê werbigirin.

Bi pêşengiya fermandar Rustem û Berçem, Jiyan û hevrêyên wê li tunelan şerê bi rûmet meşandin. Ne birçîbûn, ne westandin nekarî wan bisekinîne. Tenê armanceke wan hebû; pêkanîna azadiya gelan û Rêbertî. Gerîla Jiyan 18’ê Kanûna 2023’an di encama êrîşên delweta Tirk a dagirker de li gel hevrêyên xwe Berçem Ûmût (Sûzan Dûman), Rustem Arpêt (Orhan Yakût), Şahîn Nûda (Bedran Gokdemîr) û Ciwan Minbic (Salih Tewfqî) şehîd bû. Gerîla Jiyan û hevrêyên wê bi têkoşîna xwe ya bi biryar li dijî dagirkeran dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û gelan re nîşan dan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hozat: Pratîkbûyîn bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye
Nûçeya Pişt re Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Botaniyan bend û astengî ji pêşiya xwe rakirin

Girseya gel a ji herêma Botanê bi rê ket, ji bo tevlî mîtînga 'Demokrasî û…

Ji aliyê Stêrk TV

RSF’ê banga berdana rojnamevan Silêman Ehmed kir

RSF’yê xwest rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê hêzên PDK’ê ve dîl hatiye girtin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Perûyê krîza siyasî: Serokkomar Dina Boluarte ji wezîfeyê hat dûr xistin

Li Perûyê serokkomar Dina Boluarte, şeva di navbera Pêncşem-Înê de bi biryara meclîsê ji wezîfeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?