Bi deh hezaran kes ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb şehîd Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku 10’ê Çileyê di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûbû û şervanên QSD’ê Malik (Malik Mihemed) 10’ê Çileyê dema erka xwe bi cih dianî li Tebqayê şehîd bû, Birûsk Mexaric (Behcet Îyî) ku 12’ê Çileyê li Kobanê şehîd bûbû, oxir kirin. Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Heleb Gerîla Amara û Leya Qasim jî hatin bibîranîn.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto, piştre cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hisên Osman, li ser navê Hêzên Ewlekariya Hindirîn fermandar Arîn Kobanê û hevrêyê şehîd Ziyad Harûn Kobanê axivîn.
Mistefa Êto got: “Gelê welatparêz gelê ku bi dehên salan bi şehîdan re hevaltiyê dikin, di kesayeta fermandar şehîd Ziyad de, di kesayeta fermandar Gerîlla, Leyla, Birusk û Malik de tevayî şehîdên azadiyê bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin.
Bila serê şervanên azadiyê yên ku bi ro û şev parastina rûmetê dikin sax be. Bila serê herkesê ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide sax be. Serê malbatên şehîdan û Rêber Apo sax be. Weke peyama malbatên şehîdan em dixwazin vê peyamê bidin. Gelê Kurd û gelê herêmê ji bo berxwedanê li ser piyan e, da ku biginin daxwazên hêviyê gelan. Armanca duyemîn yekitiya gelê Kurd û gelê herêmê ye. Tişta ku dixwazim bêjim xwedî li şehîdên xwe, li doza xwe, li fikir û ramanên şehîdan derkevin. Îro we îspat kir ku hûnê hertim li pey doza wan bin. Ta ku bigihin Sûriyeyek demokratîk û ne navendî, pir çandî, pir zimanî, bi hev re li ser vê axê bijîn. Peyama we ji bo QSD, YPG, Asayîşê, YPJ, HRE’yê ew e ku hûn dibêjin ‘em li pişta we ne’.”
Piştre cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî. Hesen Koçer diyar kir ku ew di serî de, di kesayeta Şehîd Ziyad û hemû hevalên wî yên şehîd de tevayî şehîdan bîr tîne û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewî.
Hesen Koçer axaftina xwe wiha berdewam kir: “Êrişa li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne ji rêzê bûn. Çar hêzên esasî di vê êrişê de hebûn. Her yekî rolek leyîstin. Yê ku êriş kir DAIŞ bû, yê çek dayîn dewleta Tirk bû, yê ku pirsgirêk çêkirin hikumeta Şamê ya demkî bû. Yê jêre çavê xwe girtin hêzên navnetewî bûn. Maskên hêzên navnetewî yên ku qala mafê mirovan, demokrasiyê dikin li Şêxmeqsûd ketin. Kesek nikare qalê mafê mirovan û demokrasiyê bike û me bixabîne. Di kesayeta Fermandar Ziyad de ez ê gotina wî bêjim ‘Eger kêmaniyên me hebin li me biborîn, ez diçim şahatedê”. Kê dikare vê vînê bişkêne. Raste em û gel pê diêşin, lê em pê serbilind in. Hevlan digotin em serê xwe natewînin, radest nabin. Me maskê gelekan xistin xwar. Yên ku êriş kirin, ên çavê xwe girtin bi nakokiyên ku hikumeta Şamê derxistin êriş kirin. Şerm e ku du dewlet êrişî du taxan bikin. Ew nikarin bêje ev serkeftine. Ew nikarin bêjin me wir girt û her tişt qediya. Nikarin vê siyasetê bikin.
Kesên êrişî Umaya kirin, çima êrişî Şêxmeqsûd nekin. Dîrokê bixwînin. Ez ji çapemeniya erebî re dibêjim, li kêleka DAIŞ’ê wêne digirin û dibêjin “artêşa Sûriyeyê”. Rewabûnê ji DAIŞ’ê re dikin. Wekî ku êrişî Qudsê kiribin. Wisa didin nîşandan. Dewleta ku hemwelatiyên xwe dikuje ser nakeve. Hûn ê bi çavên xwe bibînin. Cenazeyê hevalê me di bînayan de diavêjin. Dibêjin em dewlet in. Ev wek deqeke reş li eniya mirovahiyê ye. Qanûnên navnetewî li Şêxmeqsûd de têk çûn. Li vî welatî ewlehiya tu kesî tune ye, li vê cîhanê ewlehiya kesî tune ye. Ji ber mafê mirovan, tune ye. Ancax civak xwe biparêz e. Qanûn tune ye. Nikarin parastina mirovahiyê bikin. Bila gelê me baş bizane, em xwe rêxistin nekin û xwe neparêzin kes me naparêz e. Hêviyê me ji qada navnetewî tune ye. Hikumeta Şamê nikare şer bike, dewleta Tirk bi çekên giran êriş kir. Bi hezaran mirov û tank top anîn. Divê gotina heval Ziyad di guhê me de be. Em dest jê bernedin heta dilopa xwîna xwe ya dawî, divê diruşma me ev be. Em xiyanetê qebûl nakin. Gelê Kurd li taxan ser ket, bin neketin. Serkeftin. Hêzên navnetewî li Şêxmeqsûd têk çû. Siyaseta niha tê meşandin dixwazin şerê xwe li Rojava bikin, li Bakurê Kurdistanê dibêje biratî, li Rojava êriş dike. Ev nayê pejirandin. Dê hertişt li Rojhilata Navîn bê guhertin. Kes ji wan namîne. Dê dîktator tevayî bikevin. Yê ser bikeve vîna gelan e. Tirkiye ji xwe ditirse, Îran li ber ketinê ye. Yê nekeve vîna gelan e. Şerê taybet tê meşandin. Dixwazin Rêveberiya Xweser reş bikin. Gelek mirov bi zanabûn propogandya reş dikin. Hinek ji gelê me dilê wan diêşe, em zarokê we ne dest ji vê axê bernadin.
Em ê moral û manewiyata xwe nexin. Em ê xwe bi rêxistin bikin. Parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Hevalên Şêxmeqsûdê, gotinên we di guhê me de ne. Şehîd namirin, azadî ya me ye.”
Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hindirîn fermandar Arîn Kobanê axivî. Arîn Kobanê di serî de sersaxî ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û got: “Ev êriş ne cara yekem e û ne cara dawîn e. Heta ku biryarên hêzên navnetewî qirkirina gelan be, divê em ji her tiştî re amede bin. Di kesayeta heval Ziyad, Leyla, Gerîlla, Malik, Birûsk û gelek hevalên şehîd ku niha em navê wan nizanin û em ê pêşerojê bizanin bejna xwe ditewînin.
Hûn tevahî dizanin Heleb bi her du taxan Heleb bû. Bê wan dê navê Helebê tune be. Di kesayeta fermandar Ziyad, hevalên bi wî re roj bi roj şer kirin, şehîd ketin û jiyan dikin, em dibêjin hevalno kes morala xwe xirab neke. Hevalê me 6 rojan li hemberî 40 hezar çeteyên ku ji kolanên cîhanê kom kiribûn, li hemberî tankên wan li du kolanan li ber xwe da û berxwedan ser xist. Yê ku li wir ser ket vîna gelê me, vîna şervanan e. A niha bi hezaran hûn şahidiyê dikin. Divê tevahî hêzên ewlekariyê peyama heval Ziyad bizanin. Li gorî wê tev bigerin. Bizanin bi sed hezaran şervanên wekî wan hene. Dixwazin bi moralê gel bilîzin, lê bila bizanin moralê gel ji ku çêbûye. Îro li Îranê jî ji ber gel li hemberî zilmê serî nedanîne, dixwazin gel tune bikin.
Yên ku dixwazin vê berxwedanê reş bikin, bila gelê me destûr nede. Ev dijminê jinan in, ev şoreş a jinan. Ji cenazeyê hevalên me ditirsin, ji bînahiyê diavêjin. Ne ku ew kes bi hêz in, ew ji mirovahiyê bê par in.
Çawa li Girtîgeha Amedê gotin berxwedan jiyan e, li Şêxmeqsûd jî bi heman ruhî gotin berxwedan jiyan e. Gel volkan e, dema biteqe dewletan nahêle. Bila serê malbatên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Efrînê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sax be. Emê tola wan li erdê nehêlin. Divê em tevahî amede bin. Divê ev ruh li hemû kolanan, çeparan be, malan be. Emê tola hevalên xwe li erdê nehêlin. Dema we em li pêşiya xwe nedîtin wê demê ne nehlet bikin. Şehîd namirin.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman anî ziman ku gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina mafê xwe yê jiyana birûmet berxwedaneke bêhempa meşand û wiha domand: “Gelê sivîl ji bo ku li hemberî kiryarên kuştin û dijminatiyê rawestin, li kêleka hêzên ewlekariyê rawestan. Êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî zagon û hevpeymanên navnetewî ne. Pêre jî sûcên şer, qetilkirin, binpêkirin hatine biparanîn. Aliyên ev kirin, berpirsyariya exlaqî û qanûnî radikin.
Ev kiryar nakevin xizmeta yekitiya Sûriyeyê, berevajî Sûriyeyê parçe dike. Li hemberî vê Rêveberiya Xweser di bîranîna şehîdên xwe de teqez dike wê di meşandina projeya demokratîk de, ku hemû pêkhateyan digire nava xwe israr bike. Parastina maf û rûmeta hemû pêkhateyan mîsoger bike. Em soza xwe nû dikin, heta pêkanîna azadî û aştiyê tê bikoşin.”
Endamê Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku li kêleka fermandar Ziyad Heleb şer kir û birîndar bûye Harûn Kobanê jî wiha qala berxwedana taxan kir: “Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şerekî bêexlaq, bêçand hat meşandin. Bi destê DAIŞ û dewleta Tirk bû. Bi tank û topan, çekên giran, balafiran êriş kirin. Heval Ziyad got “Berxwedan Jiyan e, emê heta mirinê li ber xwe bidin. Me jî bi wî re biryar da.
Gelê me diavêtin kolanan, ji bo ku vîna me bişikê. Lê vîna me neşikest. Dewleta Tirk şer kir, di tankên îmhakirî de leşkerên Tirk hebûn. Tenê du tax di destê me de bûn. Lê vîna me xurt bû. Me fikra Rêber Apo xwendiye. Herî dawî çekên me kêm bûn, çekên kîmyawî bi kar anîn, lê vîna gelê me xurt bû. Gel li ber xwe da. Ev peyv her tim li ser zimanê me bû. Ji ber ku gotina şehîdan bû. Em soz didin gel em ê tola hevalan hilînin, şopa wan bidomînin.”
Piştî axaftinan nasnameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Girseyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” cenazeyên şehîd Ziyad Heleb, Birûsk û Malik spartin axê.

