În, 23 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Civak dixwaze tiştên ku li Îmraliyê têne axaftin, werin bicihanîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ li girtîgehê hate qedexekrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî şehîd bi bîr anîn, soza dilsozî û biryardariyê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Em dev ji têkoşîna xwe ya civaka demokratîk bernadin’
Jin

‘Em dev ji têkoşîna xwe ya civaka demokratîk bernadin’

Bi hezaran jinên ku bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî têkoşîna jinan’’ meşiyan, peyama: ‘’Em dev ji daxwaza xwe ya aşitiyeke birûmet berdanin. Em ê têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê mezintir bikin’’ dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Meşa Bi Şev a Femînîstan a her sal di çorçove 8’ê Adarê de tê lidarxistin, îsal jî li gelek bajaran bi beşdarbûna bi hezaran jinan hate lidarxistin. 

ÎZMÎR 

Jinên li Îzmîrê, ji bo 8’emîn Meşa Bi Şev a Femînîstan li Cadeya Şehîdên Qibrisê a li navçeya Alsancakê li hev civiyan û heya pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê meşiyan. 

Jinên Kurd bi cil bergên xwe yên gelêrî beşdarî çalakiyê bûn û tim û tim dirûşmeyên ‘’Tayîp bireve jin tên’’, ‘’Em hebûn em hene û em ê hebin’’, Jin jiyan azadî’’ û ‘’Bijî têkoşîna jinan’’ hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê Bûrcû Gul Çûbûk, Parlamentera CHP’ê Gokçe Gokçen, Seroka Şaredariya Karabaglarê Helîl Înay Kinay û bi hezaran jin beşdarî çalakiyê bûn. 

Metna bi Kurdî ji aliyê Ayşenûr Eker ve û ya bi Tirkî jî ji aliyê Asli Can ve hate xwendin.

DENÎZLΠ

Bi hezaran jinên ku bi banga Platforma 82ê Adarê ya Denîzliyê li Parka Ataturk li hev civiyan, ji vir heya Qada Çinarê meşiyan û li vir jî daxuyaniyek hate dayîn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘’Bijî 8’ê Adarê’’ hate vekirin û dowîza bi nivîsa ‘’Serhilhan çandek e û ez jineke serhildêr im’’ hate hilgirtin û dirûşmeyên ‘’Qetilkirina jinan polîtîk e’’ û ‘’Em ne malbat in em jin in’’ hatin berzkirin. 

Berdevka Platforma Jinan a KESK’ê ya Denîzlîyê Ozge Sarma li ser navê Platformê axivî diyar kir ku ligel polîtîkayên zayendperest ên desthilatdariya AKP-MHP’ê, krîzên aborî, kiryarên antîdemokratîk, yekperestî û zextên li ser birêxistinbûn û xweîfadekirina bi awayekî azad û binpêkirina hiqûqê bandoreke mezinli jiyana jinan dike û got: ‘’Li hemberî şerên li Rojhilata Navîn em ê maf û destkeftiyên jinan biparêzin. Bijî piştevaniya jinan.’’

AYDIN 

Li Aydinê jî jinan li gel Platforma Jinan a Aydinê li qadê bajêr daxuyaniyeke çapmeniyê dan. Di çalakiyê pankarta bi nivîsa ‘’Bijî 8’ê Adarê’’ hate hilgirtin û tejsta daxuyaniyê ji aliyê Sekretera Egîtîm-Sen’a Aydinê Alev Karakaya ve hate xwendin.  Li qadê gelek caran dirûşmeyên Jin jiyan azadî”, “Bijî tekoşîna jinan”û ‘’Jin bi hev re bi hêz in’’ hatin berzkirin. Jinên DEM Partî û TJA’yî bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî çalakiyê bûn.

EDENE

Ekîba Meşa Bi Şev a Femînîstan a Edeneyê bi şîara ‘’Serhildana Femînîst a 8’ê Adarê’’ hate lidarxistin. Jin li ser Cadeya Gazîpaşa kom bûn û li vir gelek caran dirûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ hate berzkirin û jinan govend gerand. Jin li Cadeya Ataturk heya Sîteya Gulbahçe bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan. 

Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn û teksta daxuyaniyê ji aliyê Pelîn Çîçek ve hate xwendin. 

ANTALYA

Li Antalyayê jî Meşa Bi Şev a Femînîstan hate lidarxistin. Meşê li Deriyê Hadrian dest pê kir û heya Parka Karaalioglû berdewam kir. Jinan li parkê govend gerand û çalakî li vir bi dawî bû.
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li bajarên Elmanyayê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng veda
Nûçeya Pişt re Fransa: Têkoşîna birêxistinkirî ya jinan wê aştiyê bîne cîhanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rojhilat hunermend jî di nav de 14 kes hatin binçavkirin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Şino 14 çalakvan, hunermend û welatî…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Êrîşên li dijî jinên Kurd polîtîkaya dijminatiyê ye

Koordînasyona KJK'ê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî jinên Kurd da û got, "Bi taybetî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber li dijî mûayeneya bi awayekî kelepçekirî derket, rastî tundiyê hat

Girtî Mazlûm Aksaç ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê girtin, ji ber di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Îstîxbarata Hollandayê derheqê zavayê Trump de kiryareke fînansî ya biguman tespît kir!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ li girtîgehê hate qedexekrin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?