Sêşem, 15 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li bajarên Elmanyayê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng veda
Jin

Li bajarên Elmanyayê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng veda

Bi hezaran jinên ku li bajarên Elmanyayê daketin qadan, bi cilên xwe yên neteweyî, tililî û coşa xwe kolananan bi reng kirin. Jinên Kurd peyama “Jin, Jiyan, Azadî” rêya civaka wekhev, demokratîk û ekolojîk nîşan dide.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li Elmanyayê bi hezaran jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan. Jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî yên bi reng beşdarî pîrozbahiyan bûn û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadi” ve “Bijî Serok Apo” qiriyan. Beşdaran îşaret bi têkoşîna jinan kirin û ji bo wekhevî û azadîxwaziya jinê banga mezinkirina piştevaniyê kirin.

HANNOVER

 

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hate lidarxistin. Jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî li kolanên bajêr bûn nîşaneya têkoşîna azadî û wekheviyê. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de danezana TJK-E’yê hate xwendin û wiha hate gotin: “Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê wekî nîşaneya vê têkoşîna mezin di dilê me de deng veda. Me careke din anî bîra xwe ku têkoşîna ku ji bo azadî, wekhevî û mafê jiyanê tê dayîn, çiqas girîng e. Ji ber ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ne tenê dirûşmeyek e, awayê jiyanê ku mafê her jinên li cîhanê ye û banga şoreşgerî ye. Kolanên Hannoverê îro ronahîtir bû, ji ber ku bi rêwîtî û têkoşîna azadiyê ya jinan re li vê bajarê ronahiyek din pê ket. Ev meş ne tenê ya 8’ê Adarê nîşaneya berxwedan û piştevaniya bi salan e.”

DARMSTADT

 

Li bajarê Darmstadtê jî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşekî girseyî hate lidarxistin. Ji xeynî sazî û rêxistinên cuda, Meclîsa Roza a TJK-E Darmstadê jî bi rengê xwe beşdarî meşê bû. Di dema meşê de daxwazên mafên jinan, wekhevî û azadiyê hatin kirin û ji aliyê TJK-E’yê ve danezana têkildarî 8’ê Adarê hate xwendin. Beşdaran bal kişandin ser têkoşîna jinan û ji bo wekhevî û azadîxwaziya jinê banga mezinkirina piştevaniyê kirin.

FREIBURG

 

Li Freiburgê Meclîsa Jinê ya Nuda jî di nav de bi pêşengiya 8 rêxistinên jinan de jin daketin qadan. Meş li navenda bajerê Freiburgê hate kirin û pankarta gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Roja me, bi avakirina civaka demokratik û aşitîxwaz bilind dibe” hate hilgirtin. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku azadiya jinê bingeha azadiya civakê ye. Her wiha hate destnîşankirin ku fikrên ku Rêber Apo têkildarî azadîxwaziya jinê bi salan in tîne ser ziman, îro hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê deng vedaye.

Di daxuyaniya çalakiyê de hate diyarkirin ku têkoşîna jinê guhertinekî bi kok neçar kiriye û ev guhertin bi tenê têkoşîna rêxistinkirî re pêkan dibe. Her wiha hate destnîşankirin ku azadiya jinan ne tenê ji bo jinan di heman demê de ji bo demokratîbûna tevahiya cîhanê krîtîk e. Rêxistinên jinên Kurd ên Elmanyayê ragihandin ku wê ev çalakî dewam bikin û ew ê ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya jinê zêdetir birêxistin bibin.

TRIER

Li bajarê Trier ê Elmanyayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şêrîn Emelhûlî meş û mitîng hate lidarxistin. Çalakî li Qada Hauptmarkt ê navenda bajêr hate lidarxistin û îşaret bi mafên jinan û têkoşîna azadiyê hate kirin.

Beşdaran bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan û li dijî tundiya li ser jinê, newekhevî û zextan dengê xwe bilind kirin. Di axaftinên çalakiyê de îşaret bi binpêkirinên mafan ên ku jin li seranserê cîhanê rûbirû dimînin hate kirin. Her wiha îşaret bi girîngiya piştevanî û birêxistinbûnê hate kirin.

DUSSELDORF

 

Bi hezaran jin di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li ber stasyona trenê ya Dusseldorf ê Elmanyayê kom bûn. Jinên ku di destên wan alên binefşî û pankartên rêxistinên jinên Kurd hatin qadê, bi cil û bergên xwe yên Kurdî coşeke mezin afirandin. Li qadê bi erbane, zurne û defê govendên gerandin.

Çalakiya 8’ê Adarê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê bi zimanên Elmanî û Kurdî hate xwendin. Dema ku peyama Rêber Apo hate xwendin bi hezaran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Hevseroka FED MED NRW’ê Şevîn Sîncar di çalakiyê de axivî û diyar kir ku 8’ê Adarê bi têkoşîna azadiya Kurd re ketiye qonaxeke nû û destnîşan kir ku felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin Jiyan Azadî’ hêza xwe li têkoşîna jinê zêde kir.

Hevseroka Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk Songul Morsûmbûl bal kişand ser banga dawî ya Rêber Apo. Songul Morsumnul bang li civaka navneteweyî jî kir ku li hember komkujiyên ku li ser civaka Elewî ya li Sûriyeyê tên kirin têkevin nava tevgerê.

Çalakî bi peyamên jinan ên azadî û hevgirtinê bi dawî bû.

BERLÎN

 

Li paytexta Elmanya Berlînê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek hate lidarxistin.

Meşa hevpar a ji aliyê Meclisa Jinê ya Dest Dan-Hêvî, Cenî (Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd), Rêxistina Sîwan a Meclisên Jinên Êzidî, TekoJIN-Berlîn, Jinên Xwendekarên-Berlîn, KJAR-Berlîn, PUHUDEPA, Women Defend Rojava-Berlîn, Gemeinsam Kämpfen-Berlîn û Komîteya Junge hate lidarxistin. Bi sedan jinên Kurd ên li Berlînê li Brandenburger Torê kom bûn. Çalakî bi xwedina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo jinan şandibû, destpê kir.

Piştre li ser navê Meclisa Jinan a Dest Dan-Hêvî ev tişt hatin gotin: “Em jin bi sedsalan e ji bo mafên xwe têdikoşin. Ev têkoşîna ji bo mafê dengdanê, şert û mercên xebatê yên wekhev, azad û xwedîderketina li jiyana xwe îro jî didome. Mîrateya wan têkoşîna me ye.

Jin ti carî serî netewandine û îro jî serî netewînin. Li Rojava, Îranê û li her derê Kurdistanê jin li dijî zilmê li ber xwe didin. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bilind bû, îro li hemû cîhanê bûye sembola azadiya jinê.

Em cîhanek ku jin azad, bi xwezayê re lihevhatî, wekhev û demokratîk be dixwazin. Şerên we, zilma we û pergala we ya mêtingerî ya ku ji me dizî, em paşde digirin. Em dixwazin bi nasname, çand û baweriyên xwe re di nava aştî, hevgirtin û wekheviyê de bijîn. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad, xwerêveberî û siberojeke bê mêtingerî bidomînin.”

Piştî axaftinan heta Qada Alexanderplatzê meşiyan û bê navber dirûşmên “Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Rêber Apo” berz kirin.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê li Mexmûrê bi coş hate pêşwazîkirin
Nûçeya Pişt re ‘Em dev ji têkoşîna xwe ya civaka demokratîk bernadin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li 3 bajaran jin hatin qetilkirin

Mêran li Mugla, Stenbol û Dîlok-Belqîsê 3 jin qetilkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşa Beyt Lahyayê de nêzî 100î Filistîniyan jiyana xwe ji dest da

Parastina Sivîlan a Xezeyê da zanîn ku Îsraîlê li Beyt Lahyaya ku dikeve bakurê Filistînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdevkê CHP’ê: Qeyûm projeya AKP’ê ya desteserkirina şaredariyan e

Berdevkê CHP'ê Denîz Yucel diyar kir ku AKP'ê şaredariyên ku bi demokrasiyê nekarî bi dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di şerê li Swêdayê de bîlançoya nû: 89 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li bajarê Qum ê Îranê teqîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?