Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji CHP’ê 5 şaredaran îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ragirtina ji 22 salan Cevher Ay hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    29 sal in li aqûbeta kur û bûka xwe dipirse: ‘Bila goreke wan hebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çapemeniya azad ber bi çiyê ve: Egîd Amed

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Şehîdên Minbicê destanên Edûleyên demê nivîsandin
Jin

Şehîdên Minbicê destanên Edûleyên demê nivîsandin

YPJ’ê nasnameya şervanên ku di 9’ê Kanûna 2024’an de şehîd bûne ragihand û wiha got, “Bi berxwedaniyên xwe yên li Minbicê destanên Edûleyên demê nivîsandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  der barê şehadeta 5 şervanan de daxuyaniyek weşand.

” style=”max-width: 100%; height: auto;”> 

Daxuyanî YPJ’ê wiha ye:

“Rêhevalên me Nergîz Dilda Welat, Cudî Tolhildan, Axîn Koçer, Sema Hesekê û Tolhildan Serêkanîyê li Minbicê bi berxwedaniya xwe destanên Edûleyên demê nivîsandin. Dema ku çeteyên Tirkiyê êrîşên xwe yên dagirkirinê birin ser bajarê Minbicê, ev fermandar û şervanên me yên qehreman yekser bi biryardariyeke mezin berê xwe dane bajarê Minbicê. Li gel hemû êrîşên dagirkeriyê, rêhevalên me bi çalekiyên cûr be cûr li beramberî dijminê hov xwe kirin bendavek mina Tişrînê. Rêhevalên me dema ku dikevin çembera dijminê xwînxwar, ji xwe re berxwedanê ango jiyanê hildibjêrin û mîna Arîn, Avesta û Barînên serdemê xwe bi hêstên tolhildanê dipêçin û ji bo nekevin destê dijmin de, di dîroka 09.12.2024’an de her 5 rêhevalên me heya dawiyê li ber xwe didin. Rêheval Tolhildan Serêkaniyê di dema pevçûnê de şehîd dibe. Her çar hevalên din jî dema ku guleyên wan diqedin bombeyên xwe di xwe û dijmin de diteqînin.

Rêheval Tolhildan Serêkaniyê, li bajarê Serêkaniyê çavên xwe li jiyanê vekiriye û di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Bi taybet piştî dagirkirina Serêkaniyê, bi ruhê xwe yê welatparêziyê li beramberî kevneşopî û faşîzma dijmin bi ruhê tolgirtinê navê xwe dike Tolhildan û di sala 2020’an de berê xwe dide nava refên şoreşê. Heval Tolhildan di nava jiyanê de bi ruhê xwe yê welatperwer û fedekariya xwe dihat nasîn. Bi taybet jî difikrî û di nasnameya azadiya jin de xwe kûr kiribû. Di warê rexistinî de hevalekî xwedî danehev bû. Komkujiya ku li ser gel hatiye meşandin re şahîdî kiribû ji bo vê dinaskirina rastiya dijmin de pir kûr bû. Di têkilîyên xwe yên rêhevaltî de xwedî bandor bû, ji bo vê jî di nava hevrêyên xwe de pir dihat heskirin. Di nava şoreşê de hem wek şervan hem jî wek fermandar kedeke xwe yê mezin çêbû. Heval Tolhildan herî dawî di fermandariya Konseya Leşkerî ya YPJ’ê de cihê xwe digirt û heya kêliya dawî erk û berpirsyartiyên xwe rast pêk anî.

Rêhevala me Nergîz Dilda Welat li Kobanê ji dayik dibe. Di sala 2015’an de bi hêstên serkeftinê re tevlî nava refên azadiyê dibe. Di demekî kurt de fêrî jiyana şoreşgerî dibe. Bi xwastek û heskirin di çekên giran û suîqestê de xwe pispor dike. Dema ku dixwaze xwe bigihîne xwebûna jin û jiyana azad û zêdetir nas bike perwerdeya bîrdozî ji xwe re bingeh digre. Pir zû fêrî kar û xebatên şoreşê dibe. Di gelek qadên herêma Cizîrê û herêma Firatê de erk hildide ser milên xwe. Ew bê dudilî di hemû sengeran de cihê xwe digre û mîna şervan û fermandarekî şerê nûjen her tim bi erka xwe radibe.

Rêhevala me Cudî Tolhildan ji pêkhateya gelê me yê Ereb bû. Li Reqayê ji dayik dibe û di sala 2022’an de tevlî nava refên YPJ dibe. Rêheval Cudî ji nêz şahidî jî tarîti û hişmendiya ku DAÎŞ’ê bi taybetî li ser jin û civakê daye meşandin, kiriye. Bi evîna jiyaneke azad û bi wate avakirin re bi biryardariyek mezin ji hemû kar û xebatan re tevlîbûna xwe ji dil çêdikir. Ji xwe rêheval Cudî beriya tevlî nav refên YPJ’ê bibe jî di gelek kar û xebatên şoreşê de cih digirt. Bi zanebûna xwe xwedî seknekî leşkerî û bîrdozî bû. Di naskirina hebûna jin de kûrbûnek di xwe de dabû avakirin. Di jiyanê de bi pêşengtiya xwe û hevaltiya xwe ya germ dihat naskirin.

Rêhevala me Axîn Koçer li Serêkaniyê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. 2 birayên rêhevala me jî tevlî refên azadiyê dibin û digihêjin mertebeya şehadetê. Rêhevala me ji ber bandora çanda malbatê ya welatparêz, bandorbûna şehadeta birayên xwe bi xeyala Rêberek û welatek azad, berê xwe dide nav refên YPJ. Beriya ku tevlî nava refên YPJ bibe ji destpêka şoreşê de cihê xwe di nav kar û xebatên şoreşê de digirt. Hevaleke xwedî rêgezên azadiyê bû. Bi sekna xwe ya di jiyanê de ji aliyê aliyê gel û rêhevalên xwe ve pir dihat hezkirin. Di nav jiyanê de bi jêhatîbûna xwe dihat nasîn. Hem di qadên şerde hem jî di qadên xebat de wek fermandareke demê bi erka xwe rabû.

Şervana me Sema Hesekê jî, li bajarê Hesekê ji dayik dibe. Ji bo ew jî bibe temînata Şoreşa Rojava di sala 2023’an de tevlî nav refên YPJ dibe. Kesayeta wê xwedî enerjiyekî herikbar bû. Di nav tabûrên Komandos de hertim bû xwedî seknekî leşkerî û bîrdozî. Bi heskirina xwe ya ji welat re xwedî vê jiyana bi wate derdikeve. Xwedî seknekî cewherî bû û bi disîplîna xwe dihat naskirin. Bi coş û kelecana xwe bi biryardariya xwe ya şareza re her tim dibû şewqa jiyana azad.

Mirateya ku van her pênc şehîdên me lê xwedî derketin e, ji bo me jî armanca bilindkirina têkoşînê ye. Şehîdên me bi ruhê xwe yê fedayiyane bûn temînata şoreşa gelan. Ruxmê hemû êrîşên dagirkerîye bê tereddût heya dawiyê xwedî li doza xwe derketîn. Heya ku em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin, em ê bê rawastandin têbikoşîn.

Em ji bo tevahî gelê xwe yê azadîxwaz ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û rûmeta neteweyî li  ber xwe didin, bi taybet jî malbatên qedirbilind û hêja yên hevrêyên xwe Nergîz Dilda Welat, Tolhildan Serêkani,Cudî Tolhildan, Axin Koçer û Sema Hesekê re sersaxiyê dixwazin. Weke Yekîneyên Parastin Jin (YPJ), em ê herdem li ser şopa şehîdên xwe bin heta ku xeyalên lehengên welatê me bibin rasteqîn û azadiya welat mîsoger bibe.“

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nav û Paşnav: Edla Ehmed

Nasnav: Nergiz Dilda Welat

Navê Dayik: Emine

Navê Bav: Mihemed

Cîh û Dîroka Şahadetê: 09.12.2024/Minbic

****

Nav û Paşnav: Sozdar Mihemed Ebdullah

Nasnav: Tolhildan Serêkanî

Navê Dayik: Gulê

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şahadetê: 09.12.2024/Minbic

****

Nav û Paşnav: Kefe Mihemed Casim

Nasnav: Cudî Tolhildan

Navê Dayik: Zehra

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şahadetê: 09.12.2024/Minbic

****

Nav û Paşnav: Rozîv Cuma Mihemed Lo

Nasnav: Axîn Koçer

Navê Dayik: Emşe

Navê Bav: Cuma

Cih û Dîroka Şahadetê: 09.12.2024/Minbic

****

Nav û Paşnav: Rama Xelîl Xelil

Nasnav: Sema Hesekê

Navê Dayik: Rojîn

Navê Bav: Xelîl

Cih û Dîroka Şahadetê: 09.12.2024/Minbic

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pişt perdeya êrîşa HTŞ’ê ya li dijî Durziyan
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî pîroz be!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşên li ser Helebê de jinek hat qetilkirinû hejmara birîndaran derket 6’an

Di êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçberiya ji herêmên dagirkirî dewam dike

Koçberiya ji herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin dewam…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, “Ti civîna ewlehiyê nakeve pêşiya daxwaza gelan û jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rimêlanê konê ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Efrîkaya Başûr êrişa çekdarî: 11 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Laleş Êzidî: Hevalê Mazlûm têkoşîneke pîroz meşand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?