Ev 42 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25 salan zêdetir e li Girtîgeha Îmraliyê dîl tê girtin. Mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê dîtîna malbat û parêzeran bi temamî hatiye desterserkirin ku ev maf hem ji aliyê hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ve û hem jî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatiye misogerkirin. Bêagahîbûna mutleq û şert û mercên tecrîda giran bi temamî veguherîne pergaleke êşkenceyeke eşkere û tunekirinê.
Di demên nêz de 61 siyasetmedar, hunermend, akademîsyen û mafparêzên Fransî ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê re nameyek şandin û bang kirin li hemberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng nemînin. Yek ji îmzekara nameyê Senatora Fransî Anne Souyris têkildarî rewşa Abdullah Ocalan û berpirsiyariyên Ewropayê yên di vê mijarê de ji ANF’ê re axivî.
‘DIVÊ TAVILÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ WERE BIDAWÎKIRIN’
Senatora Fransî Anne Souyris anî ziman ku divê tavilê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidawîkirin û bi van gotinan qala nameya ku ji CPT’ê re şandine, kir: ‘’Me bi daxwaza ku CPT seredana Birêz Ocalan bike, şert û mercên girtîgehê kontrol bike û mafên wî yên bingehîn biparêze, name îmze kir. Her wiha armanc ew bû ku em zextê lê bikin ku Birêz Ocalan bi awayekî normal û demokratîk bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.’’
‘TECRÎD HEM JI BO OCALAN Û HEM JÎ JI BO MALBATA WÎ VEGUHERÎ ÊŞKENCEYÊ’
Senatora Fransî Anne Souyris destnîşan kir ku di vê qonaxê de tecrîda li Îmraliyê veguheriye êşkenceyê û got: ‘’Ev tecrîd teqez êşkenceyek e û li dijî demokrasiyê ye. Tecrîd bi qasî ji bo Birêz Ocalan, ji bo malbata wî jî êşkenceyek e. Tecrîda li Îmraliyê her wiha li ser welatiyan jî zexteke dijwar e. Çimkî dibe ku hemû welatî bi vê girtina derqanûnî were tehdîtkirin. Divê li hemberî van şertan têkoşîn were meşandin.’’
‘DIVÊ DI ASTA NAVNETEWEYÎ DE WERE ŞOPANDIN Û TÊKOŞÎN WERE MEŞANDIN’
Anne Souyris got ku şert û mercên Birêz Ocalan hem ji aliyê demokrasiyê ve û hem jî ji bo me nîşaneyên girîng in û ev yek anîn ziman: ‘’Ez dibînim ku Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê (YE). Roja ku Tirkiye demokratîk tevgeriya, wê demê em dikarin li ser vê yekê bifikirin.
Dema ku me ji Birêz Ocalan agahî nestand, em dibînin ku li hemberî mafên wî rêz nayê nîşandan. Em nizanin ku rewşa Birêz Ocalan ya tenduristiyê baş e yan na, her wiha em nizanin bê ka dijî yan na; çimkî tu kes jê agahiyê nastîne. Heya malbata wî jî…
Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê teqez em bizanibin ku çi diqewime. Ev yek gelekî girîng e. Her wiha li Îmraliyê sê girtiyên din jî di heman rewşê de ne. Divê ji vê rewşê re destûr neyê dayîn. Divê di asta navneteweyî de ev tecrîd were şopandin û li hemberî wê têkoşîn were meşandin. Ji bo were bidawîkirin û dîsa xwe dubare neke zext li Tirkiyeyê werin kirin.’’
‘PÊDIVIYA EWROPAYÊ BI CESARETA SIYASÎ HEYE’
Anne Souyris bal kişand ser şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd dimeşîne û got ku ji bo rawestandina Tirkiyeyê pêdiviya Ewropayê bi cesareta siyasî heye û wiha pêde çû: ‘’Li gorî min ji bo guherandina rewşa Birêz Ocalan û rawestandina şerê li dijî gelê Kurd gelekî kêm hewl tên nîşandan. Berjewendî û fikarên ku rê li ber bêdengbûna saziyên Ewropî vedikin, hene. Li gel vê yekê di salên dawîn de bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê hin wezîrên me yên ku piştgirî didan mafên Kurdan çêbûn. Hin wezîran di vê mijarê de alîkarî dan me. Ji ber vê yekê nabe ku em bêdeng bimînin. Her wiha em nikarin kurdên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên tehdîtkirin, dersînor bikin. Tişta ku em li Ewropayê dibînin jî ev e. Hûn nikarin hem piştgiriyê bidinê û hem jî bêdeng bimînin. Bi min Ewropayê hewceyî bi cesareta siyasî heye. Ev yek hem ji bo Fransayê hem jî ji bo Ewropayê derbasdar e. Her wiha ev yek wezîfeta Ewropa û Fransayê ye.’’
‘DIKARE LI TIRKIYEYÊ CEZA WERIN BIRÎN’
Anne Souyris anî ziman ku divê li hemberî alîkariyên ji dewleta Tirk re şert werin danîn û got: ‘’Eşkere ye ku têkiliyên Erdogan yên bi Ewropa û Fransayê re baş in. Ji ber vê yekê naxwaze serî li operasyona leşkerî, zext û cezakirinên aborî bide. Bêyî operasyoneke leşkerî dikarin cezayên aborî werin birîn. Lê belê niha tu kes vê yekê nake. Tişta ku ez dixwazim bibêjim ev e ku em dikarin vê yekê bikin me derfetên vê yekê hene. Hewcehiya Birêz Erdogan bi me heye, hewceyî piştevaniya me ye û em jî dikarin şertan deynin li pêşiya vê piştevaniyê. Ewropayê derfet heye ku zextê li Tirkiyeyê bike. Wê demê divê em vê yekê bikin.’’
‘DIVÊ EM JI REJÎMA ERDOGAN RIZGAR BIBIN’
Souyris destnîşan kir ku divê dawî li rejîma Erdogan were û wiha berdewam kir: ‘’Ji ber ku li Tirkiyeyê hilbijartin tên kirin, Erdogan îdîa dike ku rejîma heyî demokratîk e. Lê belê hilbijartinên li Tirkiyeyê bipirsgirêk in. Di hilbijartinên dawî de Birêz Erdogan xwest ku şaredariyên Kurdan xesp bike ku ev yek jî ji aliyê demokrasiyê ve pirsgirêkeke gelekî mezin e. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê rejîmeke ku weke demokratîk xuya dike lê belê di nava xwe de gelekî nîşaneyên otokrasiyê dihewîne heye. Divê em ji vê rejîmê rizgar bibim. Ev yek gelekî zelal li holê ye.’’
‘DIYALOGA SIYASÎ Û MIZAKERE ŞERT IN’
Anne Souyris diyar kir ku wê Pirsa Kurd bes bi diyalog û mizakereyê were çareserkirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Birêz Ocalan di wê baweriyê de ye ku di diyaloga li gel Tirkiyeyê de ya ji bo çareseriya Pirsa Kurd, serokatiyê bike. Ez jî di wê baweriyê de me û divê ev diyalog pêk were. Înkarkirina mafên gelê Kurd nayê qebûlkirin ku ev yek di roja me ya îroyîn de jî berdewam e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê diyalogek tune ku ev yek jî nayê qebûlkirin. Ya girîng pêkhatina diyalogekê ye. Çi di bin navê PKK’ê de û çi jî bi awayek din, ya girîng ew e ku mizakereyek pêk were. Ewropa dikare vê mijarê de navbeynkariyê bike. Ewropa mafên bingehîn diparêze û weke mînaka Birêz Abdullah Ocalan dikare weke aliyeke sêyem tevbigere. Parlamentoya Ewropayê ji bo ku bi Birêz Erdogan re hevdîtin pêk werin dikare biryara şandina heyetan bistîne û ger tu guherîn pêk neyê jî dikare serî li cezayên aborî bide.’’