Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qada pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin Newrozê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariyên Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo mezinkirina govenda azadiyê em bang dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Şengal nimûneya jiyana demokratîk e’
Kurdistan

‘Şengal nimûneya jiyana demokratîk e’

Endama TAJÊ Rîham Hesen bal kişand ser dek û dolabên li ser Şengalê têne gerandin û destnîşan kir ku pêwîstiya civaka wan bi tiştên madî nîne, ya ji wan re pêwîst, xwedîderketina li mafê xwe ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê ferman li Şengalê rakirin. Di fermanê de gelek Êzidî hat qetilkirin, jinên Êzidî di qefesan de hatin şewitandin û li bazaran hatin firotin. Di dema fermanê de her kesî xwe bêdeng kiribû. Rêber Apo perspektîfa xilaskirina Şengal ji destê çeteyan da şervanên azadiyê. Piştî ku gerîlayan bi fikir û felsefeya Rêber Apo Şengal ji çeteyê DAÎŞ’ê rizgar kirin. Civak ji bo xwe biparêze perwerde kirin. Civaka Êzidî ji aliyekî ve di nava berxwedana man û nemanê de bû, li aliyê din jî sazî û meclîsên xwe ava kir.

Civaka Êzidî piştî rizgarkirina Şengalê pergala rêxistinî û parastinê ava kirin. Civaka Êzidî rêveberiya xweser a demokratîk a Şengalê ava kir û ev 10 sal in di bin vê sîwanê de xwe rêve dibe.

‘DESTEYA ME BI FIKRÊ RÊBER APO AVA BÛ’

Endama TAJÊ Rîham Hesen li ser berxwedana gerîlayên azadiyê û rizgarkirina Şengalê axivî û wiha nirxand: “Ji dervayî Rêber Apo û şervanên azadiyê tu kes nedixwest civaka Êzidî nemîne. Bi bangawaziya Rêber Apo re gerîlayên azadiyê berê xwe dan Şengalê û civaka Êzidî ji qirkirinê xilas kirin. Piştre li ser fikir û felsefeya Rêber Apo li Şengalê desteya rêveberiya xweser hat avakirin.”

‘PARASTIN MAFÊ HER ZINDIYEKÎ/Ê YE’ 

Rîham Hesen da zanîn ku parastin mafê her zindiyekî ye û wiha domand: “Ev projeya çareseriyê ye hemû gelên blindest e. Ji bo jiyana azad a gelê me yê Êzidî pêşbikeve, me pergala rêveberiya xweser a Şengalê ava kir. Ev pergal hemû civakê hembêz kir. Rêveberiyên ku xwe li ser esasên hişmendiya dewletê birêxistin kiribûn Şengalê hiştîn û bêparastin hîştin. Ji ber vê gel xwedî li vê pergalê derket. Civaka Êzidî piştrast kir ku civak dikare bêyî dewletê xwe biparêze. Niha dewletên navnetewî vê projeyê nîqaş dikin. Lewre ev proje ji bo hemû gelan çareseriya demokratîk ava dike. Mafê her zindiyekî/ê heye ku parastina xwe ya cewherî bike. Ji ber vê divê herkes hêza me ya parastinê û asayişa Êzîdxanê rewa bibînin.”

‘DI RÊVEBERIYA XWESER DE CIHÊ HER KESÎ/Ê HEYE’

Rîham Hesen axaftina xwe wiha domand: “di vê demê de rastiya herî binirx ew bû ku gel îradeya avakirina rêveberiya xweser da raber kirin. Dema em dibêjin rêveberiya xweser, em îradeya civakê pênase dikin. Di nava rêveberiya xweser de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêşengiya jiyanê dike û sazî û dezgehên wê hene. Alîkariya hemû jinan dike û xwe bi xwe rêxistin dike. Her wiha di nava rêveberiya xweser de şaxê jin û projeyê wan yê perwerdeyê hene. Di heman demê de ciwanên Êzidî û saziya oldaran jî beşekê vê pergalê ne. Her kes di nav rêveberiya xweser de cih digire. Her wiha li Şengalê civakên Şîa û Ereb jî jiyan dikin û perçeyekê vê pergalê ne.”

‘EM Ê HER TIM LI PEY DOZA XWE BIN’ 

Rîham Hesen da zanîn ku ew ê her tim li pey doza azadiyê bin û got, “Me bi hezaran şehîd dane û gelek zehmetî kişandine da ku em gihane vê astê. Di sala 2014’an de ferman hate ser civaka Êzidî û civakê pir zehmetî dîtin û gelek mirov hatin qetil kirin. Belê ji wê demê heta niha êrîşên dewleta Tirka dagirker dewam dikin û pêşengên me hedef digrin. Pêşengên civaka Êzidî Seîd, Dîndar, Dijwar, Çeko û Mam Zekî û hwd… Hemû temsîl û îradeya civaka Êzidî bûn. Em ê wek civaka Êzidî her tim li ser vê dozê bin û em ê ti carî dev ji vê doza azadiyê bernedin. Eger em bixwazin azad bijîn em ê li pey vê dozê biçin. Ji ber ku ev doz tenê rêya serketina milet e. Di vê demê de hêzên me yê taybet YJŞ, YBŞ û Asayişa Êzidxanê ne. Hêzên me ne tenê ji bo civaka Êzidî biparêzin di heman demê de Iraqê jî diparêzin.”

‘TIRKIYEYÊ DAÎŞ PERWERDE KIR’

Rîham Hesen diyar kir ku yên destek dan çeteyên DAIŞ dewleta Tirk bû û wiha di nirxîne: “Di 3’ê Tebaxa sala 2014 yên ferman anîn ser civaka Êzidî çeteyên DAIŞ bûn. Her wiha yê DAIŞ perwerde kirî û hinartî Şengalê dewleta Tirka dagirker bû. Belê yên ku çeteyên DAIŞ ji axa Şengalê bi ked û xwîn dayina xwe derxistin û şengal rizgar kirin HPG, YJA Star bûn. Niha Şengal ji aliyên YJŞ, YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê ve tê parastin. Bi vî awayî berxwedan tê meşandin ji ber ku em milet wek Iraqî têne pênase kirin. Kar û xebtên me ji bo ku dijmin bi destên xwe yên qirêj nikaribe were ser axa me  û dagir bike.”

‘DEWLETA TIRK IRAQ DAGIR KIRIYE’

Rîham Hesen anî ziman ku Iraq ji aliyê dewleta Tirka dagirker ve hatiye dagirkirin û wiha got, “Dewleta Tirk dixwaze deşta Nînowayê dagir bike bi vî awayî dixwaze xwe bigihîne çiyayê Şengalê. Ji ber ku Şengal cihekî stratîjîke ev hedefa wan e. Dema Şengal bikeve nava destên wan wê Nînowa jî bikeve destê wan. Di dema fermanê de eger Şengal nehatiba rizgarkirin, Nînowa nedihat rizgar kirin. Ji bo wê jî divê Iraq hêzên me bi cidî werbigire. ”

‘ŞENGALÎ NIKARIN BIÇIN LALEŞÊ’

Rîham Hesen anî ziman ku gelek kesên Êzidî nikarin biçin Laleşa Nûranî ji ber ku serî ji dijmin re ne tewandine û wiha dinirxîne: “Bi sedan kes niha di zindanên Iraq de ne û hinek kes nikarin di seytereyên Iraqê re derbas bibin, ji ber ku wan kesan serî hildane û ji dagirkeriyê re serî ne tewandine. Niha gelek kes nikarin biçin ber Laleşa Nûranî,  ji ber ku di Şengalê berxwedanî dane meşandin nikarin biçin ber Lalişa Nûranî, wan tewam bar dikin û dibêjin ev kes teror e. Heta niha gelek xortên Êzidî li başûrê Kurdistanê zindanîkirî ne. Keç dema diçin başûrê Kurdistanê winda dibin, hikumeta wir jî xwe berpirsiyar nabîne ku pirsa wan keçan bike û wan bibîne.”

‘YEKBÛYÎN DAWIYA FERMANÊ YE’

Rîham Hesen da zanîn ku  Eger civaka Êzidî bibe yek dest wê dawî li fermanan were û wiha got: “Hêviya me ji civaka Êzidî ew e ku bibin yek da ku dawî li fermanan û siyasetên qirêj were. Bila miletê me nebêjê ferman bi dawî hatine. Ji ber van siyasetên heyî em karin bêjin ku xeteriya fermanan hîna jî hene. Yekbûna me îroj hêzên me yê eskerî ne, meclis û saziyên desteya rêveberiya xweser in. bi fikir û felsefeya Serok APO ya ku bûye hêvî û çareseriya hemû pirsgirêkên civakan îro em nimûneya jiyana azadin.”

‘DIVÊ FERMAN BÊ DÎTIN Û BINAVKIRIN’

Endama TAJÊ Rîham Hesen di dawiyê de da zanîn ku divê ferman ji aliyê Iraqê ve bê dîtin û got, “dinya hemû zane ku ferman bi ser cviaka Êzidî de hat ji aliyê çeteyê DAIŞ ve. Di vê em fermanê û êrîşan ji hev cuda bikin ji ber ku dixwesitin civaka Êzidî ji kokê tune  bikin. Bi hezara jinên Êzidî û zarok hatin qetil kirin û firotin û mêr hatin kuştin. Niha jî çarenûsa gelek ji wan ne diyare. Em spasiya QSD’ê û mala Êzidîya ya Rojavayê Kurdistanê dikin ku bi me re alîkar bûn da ku em girtiyên xwe ji destê çeteyê DAIŞ rizgar bikin. 16 dewletan Ferman dîtine û binav kirine. Iraq heta niha ferman nedîtiye û nahêle milet projeyên  xwe bi rêve bibe û dibe asteng di rêya wan de. Dixwazin îradeya milet bêxin. Gelek caran aliyên me yê dîplomasî û desteya rêveberiya xweser serdana navendên Iraq kirine da ku ferman bê binavkirin ji aliyê Iraqê ve. Pirsgirêka nedîtin û binav kirina wê jî ew e, eger bê dîtin wê mehkime were vekirin û yê sûcdar wê ew bin. Belê Iraq xwe sûcdar nabîne, heta roja me ya îro jî hîna gavek navêtine ji bo birînên fermanê yên civaka Êzidî derman bikin û ferman nehatiye binav kirin. Dewletên ku ferman bi nav kirin jî tiştek ji bo me nekirine. Her kes dizane ku DAIŞ bi desteka PDK’ê ferman anî serê civakê. Da ku PDK’ê carek din weke dema di fermanê de neke û civakê ne xapîne malbatên şehîdan û rêveberiya xweser rê li PDK , girtiye da ku neyê Şengalê. Ji bo ku ev rastî were veşartin her dema nêzî 3’ê Tebaxa dibe behsa fermanê nayê kirin û behsa tiştên madî dikin. Dibêjin em ê koçbera vegerînin yan malên ku xerabûne em ê çêbikin bi vê nêzî civaka Êzidî dibin. Lê belê em weke civaka Êzidî dibêjin em ne pêwîstî van tiştê madî ne, tişta ku em pêwîst dibînin xwedîderketina li mafê xwe ne. Ew kesên ku xwestin civaka me tune bibe em naxwazin di bin destê wan de kar bikin. Em ê rêxistina xwe bihêz bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser: Bêdengiya li hemberî êrîşan êrêkirina veşartî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rozerîn Kemanger: Gelên Îranê bi hevgirtinê dikarin siberoja xwe ava bikin

Berpirsa Têkiliyên Dîplomasiyê ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger têkildarî hilbijartinên Îranê wiha got: “Gelên Îranê naçin…

Ji aliyê Stêrk TV

Dûran Kalkan: Pêvajoyeke krîtîk e, divê mirov gelekî baldar bin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan diyar kir ku pêvajo gelekî girîng…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Cizîrê nobeta li Bendava Tişrînê dewr girt

Gelê Cizîrê di roja 53’yan emîn a berxwedana Bendava Tişrînê de nobetê ji gelê kantona…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Qada pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin Newrozê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?