Xelkê Amedê nîqaşên ‘çareseriyê’ yên dema dawî bi baldarî dişopîne, di heman demê de bi guman jî nêzî mijarê dibe. Amedî dibêjin, gavên ji bo çareserî û aştiyê bêne avêtin divê mayinde û cihê baweriyê bin.
MÎNA RÊBERÊ XWE EM TENÊ AŞTIYÊ DIXWAZIN
Salîh Torhan: Dewleta Tirk bi paş ve diçe. Di dema pêvajoya diyalogê de bi Rêbertî re di nava diyalogê de bûn, piştre Mutabaqata Dolmabahçeyê xera kirin. Ji sala 2014’an û pê ve ‘Plana Têkbirinê’ xistin meriyetê, ji hingî ve şerekî giran diqewime. Di dema pêvajoya diyalogê de rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê gelekî baş bû û desthilatdariya AKP’ê rêjeyeke bilind a dengan wergirtibû. Ev hêza xwe êdî nîne. Rewşa Rojhilata Navîn ji xwe li holê ye. Ji ber vê yekê jî desthilatdarî neçar ma ku daxwaza aştiyê bike. Di vê mijarê de em jî xwedî tecrûbe ne. Kesekî nijadperest radibe û pêşniyarekê dike. Yê ku heta doh dixwest Rêberê me bê darvekirin, îro tiştekî cuda dibêje. Kes êdî nikare gelê Kurd bixapîne. Em tenê daxwaza çareseriyeke demokratîk dikin. Navnîşana çareseriyê jî Rêber Apo ye. Em mîna Rêberê xwe tenê aştiyê dixwazin.
EGER DESTHILATDARÎ JI DIL BE, DIVÊ GAVA ŞÊNBER BIAVÊJE
Celîl Cebelî: Em tenê daxwaza aştiyê dikin. Gotinên Devlet Bahçelî yên li Meclîsê baweriyê nade me. Gotinên Devlet Bahçelî ji bilî xapandina gelê Kurd tiştekî din nîne. Eger ne ji bo xapandina Kurdan be wê demê çima lîderê Kurdan Birêz Ocalan bi salan e tecrîdkirî ye? Ya ku ew dixwazin dewamkirina polîtîkaya şerê taybet e. Eger di gotinên xwe de ji dil bin bila lîderê Kurdan Birêz Ocalan serbest berdin. Dewleta Tirk niha jî hewl dide Kurdan bixapîne. Armanca xwe ya yekane ev e. Ti ji gotinên Serokkomar Erdogan û Bahçelî yê nijadperest ji bo me nabe cihê baweriyê. Eger bi rastî jî çareseriyê dixwazin divê gava şênber biavêjin.
EM NAXWAZIN KES BIMIRE
Turkan Eren: Em êdî çareseriyê dixwazin. Herî zêde jî jin daxwaza aştiyê dikin. Em şer naxwazin, tenê aramiyê dixwazin. Em naxwazin ku êdî ciwanên me bimirin. Em naxwazin êdî kes bimire.
LI PEY XAPANDINA KURDAN E
Îlhamî Mûtlû: Weke Kurdekî baweriya min bi desthilatdariya AKP-MHP’ê nîne. Ew baş zanin ku dawî li wan tê lewma hewl didin Kurdan bixapînin. Ji niha û pê ve kes nikare Kurdan bixapîne. Em aştiyê dixwazin. Ji aştiyê bêhtir tiştekî bedew heye gelo? Divê peyama Serok Apo bi cih bînin. Baweriya me ya bi wan re nemaye. Bi rastî jî eger di gotinên xwe de ji dil bin bila tecrîdê rakin û girtiyên me yên nexweş berdin.