Bi hezaran şêniyên bajarên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê li Qada Şehîd Xebat a bajarê Girkê Legê hatin gel hev û meşek li dar xist.
Girseya di nava kolanên bajar de meşiya, wêneyên şehîd û birîndarên berxwedana her sê taxan hildan û pankartên şermezarkirina êrîşan û piştgiriya gelên taxên Helebê vekirin.
Meş li sûka navendî ya bajar sekinî û deqeyekê rêz hat girtin. Piştre hevserokê Meclisa Bajarê Girkê Legê Akif Sebrî axivî û got: “Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne ji rêzê ne, lê belê êrîş û komkujiyên sîstematîk bûn. Êrîş û qurbaniyên ku ji ber ji ber wê çêbûne ku ne zarok û ne jî jin nas dikirin, rastiya çeteyan radixe ber çavan. Xwestin tirsê belav bikin û berxwedana gel têk bibe.”
Akif Sebrî anî ziman ku sûcên li van taxan hatine kirin binpêkirina tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî ne û got: “Taxên niştecihan veguherîn qadeke vekirî ya sûcan. Komkujî hatin kirin ku wê neyên jibîrkirin û xwîna hatî rijandin dê şahida sûcên ku li dijî şêniyan hatine kirine bimîne.”
Sebrî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana fermandar şehîd Ziyad Heleb û hevalên wî û wiha domand: “Têkoşîna fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ziyad Heleb û fedakariyên tevahî şehîdan dê meşeleya têkoşînê bimîne. Xwîna şehîdan israra domandina têkoşîna parastina rûmeta civakê zêdetir dike. Îradeya gel ji hemû êrîş û hewldanên tirsandinê mezintir e.”
Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Til Koçerê Delal Şiblî jî destnîşan kir ku êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çarçoveya siyaseteke plankirî ya dorpêçkirin, birçîkirin û qetilkirinê de hatin kirin.
Delal Şiblî anî ziman ku divê civata navneteweyî li hemberî van sûcan bêdeng nemîne û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Delal Şiblî diyar kir ku di nava komkujiyan de wateyên fedayetiyê yên ku fermandar Ziyad Heleb nîşan dan, derketin pêş û got: “Fermandar Ziyad Heleb bi şehadeta xwe nimuneya parastina ewlehiya civakê nîşan da. Şehadeta wî israra gel a têkoşîna li hemberî zulm û hemû cûreyên êrîşan zêdetir dike.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

