În, 26 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayram Balci wê li Enqereyê were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di operasyona navend Enqereyê de 64 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Colemêrgê: Di binçavkirin û girtinê de êşkence li du kesan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 75 kesên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Şivan Zeren hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Turkay: Kovara Jiyana Ekolojîk ku weke hinceta girtina min hat nîşandan, derbasî girtîgehê bû!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê kolberan qala êşkence û destdirêjiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Ger êrîş dewam bikin, em ê bersiva pêwîst bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Şîvan Zeren ji ber kûpaya bi wêneyê Arîn Mîrkan hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya nobetê ya li Mexmûrê de peyama piştgiriyê ji bo pêvajoya çareseriyê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Divê pêvajo bilez pêş bikeve û gavên şênber bên avêtin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Divê pêvajo bilez pêş bikeve û gavên şênber bên avêtin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku pêvajo pir hêdî pêş dikeve û xwest ku pêvajo were lezkirin û gavên şênber bên avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Tekîrdagê, li Eywana Konferansan a Unal Baysan, 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Çand Hunerê ya Mezopotamyayê, alimên olê û nûnerên rêxistina civaka sivîl jî beşdarî kongreyê bûn. 

Piştî hilbijartina dîwanê, kongre bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Tulay Hatîmogûllari, ji ewil bal kişand ser krîza aborî û got ku kêmtirîn mûçe têrî tu kesekî nake û xwest ku zem were kirin. Tulay Hatîmogûllari, got ku li Tirkiyeyê nêzî 50 milyon kes di sînorê birçîtiyê de dijî û ev rewşê qebûl nakin. 

‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’

Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî banga Rêber Apo û biryarên kongreya PKK’ê bi bîr xist û got: “Dema birêz Ocalan ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kirî wiha got; ‘Ev bang ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji bo demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê ye. Ji bo hemwelatiya wekhev e.’ Dibêje ku her gel û bawerî xwedî xweparastina cewherî be. Divê her zayend, di serî de jî jin xwe birêxistin bike… Yek ji mebesta herî girîng a birêz Oalan a ji civaka demokratîk, xurtkirina rêxistiniya jinan a xweser e.

Piştî banga birêz Ocalan û kongreya PKK’ê, em li bendê ne ku pêvajo bilez pêş bikeve. Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene. Ev gav e pir şênber in û divê tavilê bên avêtin. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin. Tu bingeheke qanûnî ya cîbicînekirina biryarên DMME’yê nîne. Bi pêkneanîna wan biryaran sûc dikin. 

DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ XURTIR BIKIN

Demokratîkbûn, yek ji gavên sereke ya aştiyê ye. Ev her du têgeh girêdayî hev in û yek ji wan beriya ya din nabe. Heta niha Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê tu gaveke şênber neavêtiye. Ji bo vê divê em xwe bêhtir birêxistin bikin û bêhtir bixebitin. Em vê yekê bi taybet destnîşan dikin; ji ber hevdîtinên didomin nebêjin qey li dora maseyekê civiyane û protokolek hatiye mohrkirin û her tişt dê mîna saetê biherike. Nexêr, pêvajoyeke wisa tune ye. Mîna birêz Ocalan jî gotiye, di vê pêvajoyê de berpirsyartiya me tevan zêde dibe. Ji Çînê heta Erebistana Siûdî û welatên Amerîkaya Latîn, her kesî piştgirî da banga birêz Ocalan. Li Tirkiyeyê jî me bi tevahiya muxalefetê re hevdîtin kir û peyamên erênî dan. Ji bo xurtkirina vê zemînê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. 

 DIVÊ ŞERÊ ÎRAN-ÎSRAÎLÊ TAVILE WERE RAWESTANDIN

Em îro bi mudaxileya DYA’yê ya şerê Îsraîl-Îranê hişyar bûn. Ev şer ne şerê gelan e, şerê hêzên emperyalîst e ku dixwazin li Rojhilata Navîn tehekûma xwe ava bikin. Hêzên sedsal berê teşe dan Rojhilata Navîn, niha dixwazin jinûve dîzayn bikin. Heke şer mezintir bibe, dê xetereyên wê ji yên şerê duyemîn ê cîhanê zêdetir bin. Ji ber ku wê demê ewqas çekên nukleerî û biyolojîk pêş neketibûn. Em niha bi hemû xetereyan re rû bi rû ne. Em li vir careke din bang dikin ku şerê Îran-Îsraîlê tavilê bidin sekinandin. Di serî de NY, divê hemû derdor ji bo vê bikevin nava tevgerê. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo bidawîbûna şerê Îsraîl-Îranê em dibêjin aştî. 

TEVÎ HER TIŞTÎ WÊ AŞTÎ ÇÊBIBE

Li Tirkiyeyê dê guherînên nû çêbibin. Banga birêz Ocalan, lidarxistina kongreya PKK’ê. Dê bandora vê li tevahiya avadaniyên siyasî bibe. Ji rast û çep, ji neteweperest û her derdoran kes dê bifikirin û xwe jinûve binirxînin. Ji bilî rêxistinkirina aştî, wekhevî û edaletê tu vebijêrkên me nînin. Tevî her tiştekî dê aştî bibe.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îranê pêla binçavkirinê: 263 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê şehîd bû hat ragihandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe şehîd Şervan Efrîn (Mihemed Osman Oso) di êrişên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şehbayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li Şehbayê pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê bi meşekî girseyî hat protesto kirin û daxwaza…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta dagirker li Pênciwênê bombe li gundekî barand, şewat derxist

Dewleta Tirk a dagirker vê carê bombe li gundê Badîna yê li bajarokê Nalparêz a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bayram Balci wê li Enqereyê were veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di operasyona navend Enqereyê de 64 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Colemêrgê kolberan qala êşkence û destdirêjiyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?