Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÎHD, OHD û TUHAY-DER’ê: Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirina mafan berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay car din serlêdana lêpirsînê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyde Zumrut: Bi xurtî tevlî meşa dirêj û festîvalê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglu: Pêvajoya rastîn dê bi pêkanîna qanûnê û rojevbûna daxwazên Kurdan dest pê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Ew ê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî
Kurdistan

KCK: Ew ê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî

KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Salvegera 8’emîn a şehadeta heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) e. Em yek ji damezrînerên koma Apoyî û hevrêyê 50 salan ê Rêber Apo heval Fuat bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; soza xwe ya ji bo bicihanîna hesretên wî dubare dikin.”

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Heval Fuat sala 1983’yan ji bo şerê gerîla bide destpêkirin, derket serê çiyayên ku di tevahiya dîrokê de gelê Kurd parastiye; li çiyayên ku pir jê hez dike di 3’yê Tîrmeha 2018’an de şehîd bûye.

Heval Fuat ji civîna li Bendava Çûbûkê destpê kir û şopdarekî bi israr ê xeta têkoşînê ya Rêber Apo. Ji bo ku kesayeta pêşeng û şoreşgertiya mezin a Rêber Apo ji hemû çêkera rêxistinê û hevrêyan re vebêje, hewldanên pir mezin daye. Weke hevalê ku rastiya Rêbertî her baş fêm kiriye û vedibêje, di nava Tevgera Azadiyê de ji bo pêşketina xeta fedayîtiyê bi roleke girîng rabûye. Lewma Rêber Apo got, ‘hevalê ku min ji min zêdetir fêm dike û vedibêje’, cihê wî yê di têkoşîna me ya azadiyê de nîşan daye.

Heval Fuat weke ewladê malbateke ku rû bi rûyê zilma qirkirina Dersimê ya 1937-38’an maye, bi bihîstina vê zilmê mezin bûye. Hêrsa wî ya li hemberî vê zilmê ew kiriye welatparêz û şoreşgerekî mezin. Lewma her tim gotiye, kesên ku zilma li gelê Kurd hatiye di mejî û dilê xwe de hîs dikin, wê bibin welatparêz û şoreşgerên mezin. Heval Fuat helbestvanek bû ku pîvanên wî yên redkirin û qebûlkirinê bilind bûn. Di helbestên xwe de hezkirina ji bo Kurdan û Kurdistanê diyar kir; hêrsa li dijî zilmê jî bi hestên pir xurt raber kiriye.

Heval Fuat ji bo perwerdekirina kadroyên Tevgera me ya Azadiyê û gelê Kurd bi roleke pir girîng rabûye. Ji bo felsefeya azadî û demokrasiyê bi rengekî xurt nîşan bide û li ser vî bingehî biryardarî û îradeya têkoşînê pêş bixe, hewldaneke pir mezin raber kiriye. Bi van hewldanên xwe weke hevalê ku hestên Tevgera Azadiyê xurt kiriye û di domkirin û pêşketina têkoşînê de Rêber Apo herî baş fêm kiriye, wezîfeyeke dîrokî bi cih aniye.

Nirxandinên heval Fuat ên bi hezaran rûpelî hene ku rastiya Rêbertî, PKK’ê, têkoşîna azadiyê, xeta azadiyê ya jinan, rastiya civaka Kurdistanê û Dersimê vedibêje. Ev tiştên ku nivîsandine wê ji vir û şûnde jî ji bo perwerdekirina Tevgera Azadiyê û gelê me roleke girîng bilîze.

Heval Fuat li ser bingehê ku rastiya Kurdistanê bi kûrahî fêm bike, rastiya dîrokî ya Dersimê û tiştên li Dersimê qewimîne, bi kûrahî nirxandiye. Ji bo mirov tiştên ku di tevahiya dîrokê de li Dersimê qewimîne û qirkirina 1937-38’an fêm bike, divê heval Fuat fêm bike. Hemû tiştên ku di dîrokê de bi serê Dersimê hatine, di nasname û kesayeta xwe de şênber kiriye. Li ser vî bingehî jiyana heval Fuat, ji bo ku ruhê azadiyê yê civakparêz ê dîroka Dersimê di azadiya Kurdistanê de pêk were, dibe banga bilindkirina têkoşînê.

Em ê her tim valatiya heval Fuat hîs bikin. Em ê vê valatiyê jî bi hesret û hestên wî û bi bilindkirina têkoşînê, tejî bikin. Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Hesretên wî wê bibin hesretên me, têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Duşunmez: Ferzkirinên ‘poşmaniyê’ yên berê çareseriyê nayînin
Nûçeya Pişt re Li Îranê darvekirin didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jiyana girtiyên nexweş Sabrî Yavuz û Muhlîse Karaguzel di xeterê de ne 

Di çalakiyên protestoyî yên li Stenbol û Enqereyê de hat ragihandin ku jiyana girtiyên nexweş…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Efrînê mêtingehan ava dike

Dewleta Tirk li Efrîn a dagirkirî polîtîkayên xwe yên ji bo paqijiya etnîkî û guhertina…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandariya YPJ’ê serdana parêzgara Hesekê kir

Fermandariya YPJˊê serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed kir û erka wî pîroz kir. Fermandariyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê civîna gel

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?