Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ciwanek Kurd ê bi navê Eşkan Malikî ku xelkê navçeya Qurwe ya ser bi parêzgeha Sineyê ye, duh li Girtîgeha Qizilhesar a Kerecê bi veşartî û bêyî agahdarkirina malbata wî hatiye darvekirin.
Rêxistinê da zanîn ku pênc girtiyên xwepêşandanên dawî yên li bajarê Mehelat ê parêzgeha Merkezî yên bi navên Îrfan Xelîlî, Elî Ekber Mehlûcî, Hisam Îsayî, Husên Şukûhî û Qasim Esanî, bi tometa ‘Şerê li dijî Xwedê’ cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û tenê 10 roj wext dane wan da ku îtîrazê li biryarê bikin.
DI 6 MEHAN DE 92 BELÛC HATIN QETILKIRIN
Li aliyê din, Tora Belgekirina Mafên Mirovan a Belûcistanê ragihand ku di şeş mehên borî de, herî kêm 92 welatiyên Belûc bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê an jî ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane. Di nav qurbaniyan de 11 zarokên bin 18 saliyê û gelek jin hene ku di dema serdegirtina malan û nerazîbûnan de hatine kuştin an jî birîndar bûne. Di heman demê de zêdetirî 434 welatiyên Belûc jî hatine binçavkirin.

