Sêşem, 16 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Em li benda destpêkirina pêvajoya derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Em ê bi hev famkirinê aştiyê bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kongreya ZIMANGER de banga Kurdî: Divê li her malê were axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi banga DEM Partiyê kedkar ji çar aliyan ber bi Meclîsê ve meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişkarê ku leşkerên Emerîkî kuştin endamekî hêzên Şamê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK cara 14’an li hev rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agirî civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FIFA’yê xelata alîgirên herî baş da alîgirên Zaxoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎHD’ê: Li Tîpa T a Êlihê binpêkirinên giran li dijî girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê wê 4’ê Çileyê mîtînga ‘Hêvî û azadiyê’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bang li Tehranê kir ku Nêrgiz Mihemedî berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şêniyên Hol, Şedadê û Til Hemîsê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Rojava

Şêniyên Hol, Şedadê û Til Hemîsê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Hol, Şedadê û Til Hemîsê bi meşekê hate protestokirin. Di meşan de peyama domandina berxwedanê heta serkeftinê hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarên Holê, Şedadê û Til Hemîsê hatin şermezarkirin.

HOL

Bi sedan şêniyên bajarê Holê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Di meşa ji pêşiya avahiya Saziya Perwerdeyê destpê kir de, wêneyên qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk û pankartên şermezarkirina êrîşan hatin vekirin û bênavber jî dirûşme hatin berzkirin.

Meş li têketina bajar sekinî. Li vir piştî deqeya rêzgirtin, bi navê şêniyên Holê Ehmed El Ebdo axivî. Ehmed êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan hewl dide pirsgirêkên xwe yên navxweyî derxe derve.

Her wiha da zanîn ku êrîşên li ser qadên sivîlan û binesaziyê sûcên şer in û diyar kir ku ev êrîş armancên dewleta Tirk ên firehkirina qada dagirkeriyê û têkbirina ewlehiya herêmê eşkere dike.

Ehmed El Ebdo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da “Em şêniyên bajarê Holê van êrîşên domdar bi tundî şermezar dikin. Êrîş îradeya gelê me yê berxwedêr naşkîne. Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bêdeng nemîne, wê bi hemû rêbazên rewa xak û rûmeta xwe biparêze. Keda şehîdan wê vala neçe, em ê heya azadiyê têbikoşin.”

Rêvebera Kongra Star Bedriye Hesen jî anî ziman ku ev êrîş bêçarebûna dewleta Tirk û reva wê ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî nîşan dide.

Bedriye da zanîn ku armanca dewleta Tirk têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e û got: “Dagirker wê bi van êrîşan nikaribe îradeya gelê me û îsrara me ya berxwedanê lawaz bike. Gelê me yê rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye, piştgiriyê dide QSD û Asayîşê û dê planên dagirkeran têk bibe.”

Meş bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina dagirkeran û silavkirina berxwedana gel bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Meclisa Bajarê Şedadê jî bi beşdariya bi sedan şêniyên bajar û xelkên bajarokê Erîşe, Mergeda, Deşîşe û Ebdan meşek li dijî êrîşên dagirkeriyê li dar xist.

Girseya meşê ku ji Parka Rêbertî heya ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê meşiyan dirûşmên şermezarkirina êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker berz kirin.

 Meş li ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger sekinî û axaftin hatin kirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêvebera meclisê Îman El Ferec anî ziman ku pergala dewleta Tirk a dagirker bingeha dîktagoriyê ye û sedema qetilkirinên li herêmê ye.

Îman bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan şermezar kir û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe dide.

Bi navê PYDˈê jî Mihêdî El Dixêm jî bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji dema berxwedana gelên herêmê ya li dijî çeteyên DAÎŞˈê dest pê kiriye.

El Dixêm diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ye û piştgiriyê didin QSDˈê.

Di dawiya mîtîngê de dirûşmên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

TIL HEMÎS

Li bajarê Til Hemîsê jî tevî endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran, bi sedan şêniyan ji pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Til Hemîsê heya Çerxerêya Sewami meşiyan.

Meşvan li Çexerêya Sewami (Embara Genim) sekinî.  Li vir jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid Al Nayîf axivî û diyar kir ku dê heya têkbirina êrîşan li ber xwe bidin.

Endama Kongra Star Mawiya El Hedîd jî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser navendên xizmtguzarî dixwaze aloziyeke aborî û mirovî li herêmê çêke.

Hevserokê Meclisa Bajarê Til Hemîsê Mihemed El Şemer jî îşaret bi xeta berxwedanê ya gel a li hemberî êrîşan kir û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker biprisin.

 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YCWK’ê li Geverê li dijî wesayîta zirxî çalakî li dar xist
Nûçeya Pişt re ÎHD: Aştî divê ji keyfa desthilatdariyê re neyê hiştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ketin û derketina 3 herêman hate qedexekirin

3 herêmên li navçeya Elkê ji bo 9 rojan weke 'herêma ewlekariyê ya demkî' hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya êrîşkarê li New Orleansê diyar bû

Ajana FBI'yê ragihand ku kesê li New Orleansê êrîş kiriye Şamsud Dîn Cabbar e û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’

Şevê din li ser asta Rojhilata Navîn Înîsiyatîfa Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ciwanê ku li Tertûsê hat binçavkirin, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Humus û Laziqiyê bûyerên revandine: Di nav van de zarok jî hene

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê kirin: 2 sivîl û 2 şervan birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikumeta veguhêz Dr. Şimês Mehfûd girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?