Bi hezaran kes ji xelkê Kantona Firatê cangoriyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) spartin axê. Şehîd Birûsk Efrîn (Hozan Mihemed) ku di 3’ê Çileyê li Sirînê şehîd bû, Dilyar (Heysem Keleş), Yilmaz (Bihadîn Hisî), Qedîl (Mihemd Şêx Bekir), Hogir (Cengîn Ebdilqadir) ku di 8’ê Çileyê de li Tişrînê şehîd bûn bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ya Kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl axivî û diyar kir ku ew ê bi berxwedana xwe dawî li dagirkeriyê bînin û got, “Şervnaên me di nava çeperên şer de berxwedaneke bêhempa dikin. Li gel vê yekê, em ê jî heta dawiyê xwedî li wan şervanan derkevin û rêya wan şehîdên xwe bişopînin.”
Hevserokê Akademiya Emgîhan Cûdî ya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman jî diyar kir ku dewleta Tirk ji dîrokê ve dixwaze neteweya Kurd tune bike û got, “Lê em niha di serdem û demeke cuda de ne. Me xwe daye isbatkirin. Vaye şervanên me li nava çeperên şer berxwedaneke bê hempa dikin. Ji bo wê jî em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”
Bi navê malbata şehîd Qendîl, Mehsûm Şêx Bekir axivî û got: “Em soz didin şehîdên xwe û şervanên di çeperên şer de ku wê tu carî dagirkerî gavekê pêş ve navêje. Çi dibe bila bibe, rêya me diyar û em ê wî dijminî têk bibin .”
Piştre wesîqeya şehîd hatin xwendin û radestî malbatên hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan li ber dirûşman hatin veşartin.