Bi sedan kes ji şêniyên Kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî rêveberiya Xweser bi merasîmeke girseyî şervanê hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê Qehreman Botan (Fewaz Ebdulqadir) ku di 19`ê Kantona 2024`an li Reqa şehîd bûbû, her wiha şervanên Hêzên Komandos Omêrî (Zên El Abidîn Elî) ku di 8`ê Kanûna 2024`an li Qereqozaxê şehîd bûbû, îro li goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê oxir kirin.
Di merasîmê de, ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê Emel Mistefa sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest.
Emel diyar kir ku şehîdan ji bo parastina gel axa xwe canê xwe kirin feda û got: “Em ê bi hemû pêkhateyên Kurd û Ereb rêya şehîdên xwe bişopînin û xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin.”
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim jî sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got, “Em sersaxiyê ji malbatên herdu lehangan re dixwazin û ji hevalên wan ên di çeperên şer de têkoşîn dikin û li ber xwe didin em sersaxiyê ji wan re dixwazin, soza şopandina rêya şehîdan didin.”
Mislim destnîşan kir ku her şehîdek ji pêkhateyekê ye, ev yek îsbatkirina stratejiya rêveberiya xweser e û got: “Divê em bi hev re Sûriyeye demokratîk û aştiyane ava bikin.”
Piştî axaftina wesîqeya herdu şehîdan hat xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin.
Şehîd Qehreman Botan li goristan Şehîd Dîcle hate veşartin, cenazeyê şehîd Omêrî (Zên El Abidîn Elî) birin pakrewangeha bajara Sirînê veşêrin.