Bi hezaran kes ji şêniyên Qamişloyê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan li hev kom bûn û ji bo şehîdan merasîmek lidar xistin. Di merasîmê de şervanên QSD’ê şehîd Mecîd Korêş (Tolhildan Efrîn), şehîd Egîd Xelîl (Devran Qamişlo) û şehîd Şêrmar Egîd Xelîl hatin veşartin. Ji bo şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd Şêrîn Îzeddîn (Hêzil Arjîn), şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Xorşîd Mehmûd (Diyar Qamişlo), şehîd Rizgar Hesen (Şervan Qamişlo), şehîd Ehmed Xelîl (Ehmed), şehîd Egîd Xelîl (Devran Qamişlo) jî merasîma xiyabî hate lidarxistin.
Şehîd Xorşîd Mehmûd (Diyar Qamişlo), Rizgar Hesen (Şervan Qamişlo), Ehmed Xelîl (Ehmed), Mecîd Korêş (Tolhildan Efrîn), Şêrîn Îzeddîn (Hêzil Arjîn) û Şêrmar Eqîd Xelîl di êrişên komên çekdar ên dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Şamê (6-29’ê Çileya 2026’an) de şehîd bûn. Şehîd Egîd Xelîl (Devran Qamişlo) jî di 5’ê Tebaxa 2024’an de şehîd bû.
Di merasîmê de wêneyên şehîdan, alên kurdî hatin hildan, dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana YPG-YPJ’ê”, “Sond dixwin bi xwîna we ey şehîdên bêmirin” hatin berzkirin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî û di kesayeta 7 şehîdan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Cewahirê got: “Xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li şoreşê ye, xwedîderketina li doza xwe ye. Dema dayîkên şehîdan bi lîlelîlan pêşwaziya zarokên xwe dikin, dibêjin ku em bi şahadetê xilas nabin û têk naçin. Em bihêztir dibin. Yekîtiya me çêdibe.”
Li ser navê hêzên leşkerî Şêrzad Qamişlo wiha axivî: “Em di qonaxek hestiyar de derbas dibin, herkesî xwest vîn û mafê gelê Kurd binpê bike. Lê nekarîn, ji ber em hêzek xwedî vîn in. Em hêza xwe ji dayîkên pakrawanan digirin. Bila gelê me di wê baweriyê de be, em vê axê bernedin. Dê ev ax destkefiyên zarokên şehîdan be. Em ê heta dawî şopa şehîdan bidomînin. Em ê rê nedin dagirkeran.”
Piştî axaftinan birayê şehîd Mecîd Korêş (Tolhildan Efrîn) Mistefa Korêş soz da ku beşdarî hêzên leşkerî bibe û got: “Em ê rêya şehîdan bidomînin.”
Di merasîmê de bi dengê şehîd Hêzil Arjîn strana “Em ê herin heval” hat vekirin û girseyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bersiva strana şehîdê da.
Piştî nasnameya şehîdan hate xwendin û şêniyên Qamişloyê şehîd spartin axê.

