Piştî ku Serokê Meclîsa Giştî ya Bedlîsê yê AKP’ê Alî Akin jiyana xwe ji dest da, di hilbijartina îro de 24 endam deng dan.
Namzetên AKP û DEM Partiyê 12 deng stendin. Li gorî mewzûatê qurê kişandin û serokatiya nû ya meclîsê bû ya DEM Partiyê.
Li gorî vê, endamên DEM Partiyê Çetîn Gulmemz û Bêrîvan Canbey wekî hevserokên Meclîsa Giştî ya Bajêr dest bi erka xwe kirin.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de AKP’ê li bajêr gelek leşker û polîsan wekî hilbijêr tomar kiribû û bi vî rengî serokatiya şaredariyê bi dest xistibû.