Şervanên QSD û YPJ bersivên tund didin êrişên komên çete yên ser bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ku piştgiriyê ji dewleta Tirk dibînin.
Panzereke çeteyên dewleta Tirk dema hewl dida bikeve nava gundê Alya yê bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê li gel çeteyên di hundirê wê de ji aliyê şervanên QSD û YPJ’ê ve hate îmhakirin.
Avahiya sewalkariyê ya bajarê Til Temirê jî careke din ji aliyê çeteyan ve hate bombekirin.

