Li girên Guneş û Ziyaretê yên li çiyayê Gabarê yê Şirnexê ku dar lê têne birîn, agir bi qadê ket.
Şewata ku sedema wê nehate hînbûn hîn jî dewam dike û nayê vemirandin.
Li qadên ku agir pê ket, leşker û cerdevan hene.
Li gorî agahiyan şewat li derdorê belav bûye.