Li taxa Angolê ya navçeya Licê ya Amedê agir bi zeviyên çandiniyê ket.
Tîmên arkujiyê berê xwe dan qadê û dest bi vemirandina şewatê kirin.
Hate ragihandin ku şewat ji ber qetrana rêyên bejahî ya li herêmê hatibû rijandin, li nuqteyeke leşkerî rû da. Di encama hewldana arkujan de şewat hate vemirandin. Karê cemidandina qadê dewam dike.
Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê jî beşdarî karên vemirandina şewatê bû.