În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon derbasî qonaxa amadekirina raporê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mûşê sersaxiya şehîd Sînan Can bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Makûyê di êrîşa dewleta Tirk de kolberek din hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Merwan Bedel li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şêx El Xeznewî: Divê partiyên Kurdistanî nakokiyên xwe bidin aliyekî
Rojava

Şêx El Xeznewî: Divê partiyên Kurdistanî nakokiyên xwe bidin aliyekî

Şêx Murşîd El Xeznewî berpirsyariya dîrokî ya gelê Kurd bi bîr xist û got, "Eger em bala xwe bidin ser tecrûbeyên dîrokî, wê bi hêsanî bê dîtin ku şoreşên bi ser neketin ji ber nakokiyan bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Piştî ku rejîma Baas a li Sûriyeyê di 8’ê Kanûnê de hate hilweşandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên ji bo diyaloga Kurd-Kurd zêde bûn. Yek ji kesayetên sereke ku bi vê hewldanê radibe Şêx Murşîd El Xeznewî ye ku têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Şêx Murşîd El Xeznewî bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got, “Eger yekîtiya Kurdan pêk neyê û di nava gelê Kurd de nakokî hebe, wê Kurd nikaribin bigihêjin mafên xwe. Gava mirov bala xwe didin ser tecrûbeyên berê, bi hêsanî tê dîtin ku şoreşên bi ser neketine ji ber nakokiyan e. Yên ku xwestine bi ser bikevin jî alîgirê tifaqê bûne.

Eger em ji Nelson Mandela mînakê bidin; kengî bûn tifaq hingî şoreşa wan bi ser ket. Lewma divê gelê Kurd nakokiyên xwe bide aliyekî. Em xwedî hişmendiyeke mezin a dîrokê ne. Her şoreşa ku Kurdan pêk anîne, ji ber ku nekariye tifaqa xwe bikin, bi ser neketiye. Mafê me heye ku em bipirsin, çima şoreşên me bi ser neketine.

Dema ku em li dîrokê dinihêrin, tê dîtin ku têkçûna şoreşên Kurdan ne ji ber xurtbûna dijmin e. Sedema bingehîn ew e ku di nava Kurdan de tifaq tine bû. Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dîrokeke nû tê nivîsandin. Gelê Kurd li cîhanê êdî xwedî dostan e û amade ne alîkariyê bi wan re bikin. Eger Kurd ji vê demê re ne amade bin, wê dostên wan çawa alîkariyê pêşkêş bikin? Lewma yekîtiya Kurdan, tifaqa siyasî, tifaqa saziyan ji her demê bêhtir niha pêwîst e.”

‘GEL AMADE YE KU DEST BIDE HEV’

Şêx Murşîd El Xeznewî ragihand ku gel ji yekîtiya Kurdan re amade ye, lê belê ji ber nakokiyên nava partiyên siyasî yekîtî heta niha nekariye pêk were û got, “Gel alîgirê yekîtiyê ye; zane ku eger yekîtî pêk neyê wê metirsî ji holê neyê rakirin û mafdar e. Ji partiyên siyasî bêhtir haya xwe ji metirsiyê heye. Lewma gel ji xwe yek e. Gelê me amade ye destê xwe bide hev. Pirsgirêka heyî ji ber nakokiyên nava partiyên siyasî ye. Mirov dikare bibêje ku ji ber nakokiyên nava partiyan, tifaq nekarî pêk were. Dema ku mirov bala xwe didin ser nakokiyan jî dibîne ku nakokiyên kûr nînin, nakokiyên şexsî, malbatî yan jî berjewendiyên civakî ne. Hin partî jî di mijara yekîtiyê de sekneke zelal û parçebûyî nîşan nadin.

Gel ji bo pêkhatina tifaqê bang dike; divê partiyên siyasî li gorî van bangan nexşerêya xwe diyar bikin. Her partiyeke siyasî xwedî daxwazên cuda ne. Hin ji daxwazan di cih de ne; lê belê divê ev daxwaz li pêşiya yekîtiyê nebin asteng. Berê bi hinceta rejîmê yekîtî nedihate pêkanîn, lê belê êdî rejîm nîne, yanî astengî ji holê rabûye. Di navbera Mazlûm Ebdî û ENKS’ê de hevdîtina destpêkê pêk hat. Piştî vê hevdîtinê wê civînek pêk were û ji bo pêkanîna nêrîna hevpar wê amadekarî dewam bikin. Em nabêjin wê di demeke kurt de pêk were, lê belê ji bo bi şandeyeke hevpar biçin Şamê hevdîtin wê dewam bikin. Di nava vê demê de dijminê me wê li gorî berjewendiyên xwe tevbigere û bi hemû hêza xwe êrî bike. Lewma divê partiyên siyasî û gelê me li hemberî astengiyên ku dijmin li pêşiya yekîtiyê dîne, amade be û vê pêvajoyê baş binirxîne.”

‘DIVÊ BI HELWEST Û ŞANDEYEKE HEVPAR BIÇIN ŞAMÊ’

Şêx Murdşîd El Xeznewî anî ziman ku nakokiyên partiyên siyasî bi dawî nebûne û got, “Di nava vê demê de yekemcar hevdîtinek pêk hat. Di vê hevdîtinê de girîngiya guhdarîkirina li hev û nêzîkatiyeke bi fikrekî hevpar hate nîqaşkirin. Hate ragihandin ku lihevnekirina Kurdan wê li Şamê bibe sedema pirsgirêkê. Ev hevdîtina destpêkê bû. Lewma em nikarin bibêjin ku nakokî bi dawî bûne. Divê mirov vê yekê weke destpêkekê binirxînin. Ji bo dawî li nakokiyan bê anîn divê hewl bê dayin. Di mijara hin nakokiyan de dibe ku lihevkirin pêk neyê, lê belê ya girîng ew e ku bi nêrîn û sekneke hevpar biçin Şamê.

Her partiyeke siyasî dibe ku nêrîna xwe cuda be; ne şert e ku ji heman nêrîn an jî îdeolojiyê bin. Lê belê roj ne ew roj e ku em li van cudahiyan asê bimînin, bialiqin. Divê ev yek bê zanîn; gel dixwaze bi şande û helwesteke hevpar biçin Şamê. Berê jî hevdîtin bûn, lê belê yekîtî pêk nehat. Dem ew dem e ku em li pêşiya xwe binihêrin. Piştî 8’ê Kanûnê, yanî bi hilweşandina rejîmê re şert e ku pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de eger nakokî dewam bikin ku metirsiyên hîn cidî li pêşiya gelê Kurd bin. PYNK an jî ENKS, partiyên van herdu rêxistinan, kesayetên serbixwe yan jî rewşenbîr bi tena serê xwe nikarin yekîtiyê pêk bînin. Lê belê eger bi hev re tevbigerin wê karibin yekîtiyê pêk bînin; di heman demê de hêzeke me ya leşkerî ya mezin li pişt me heye. Şert û mercên em di nav de ne ji bo taloqkirina yekîtiyê guncaw nînin. Sibeha îro nîne. Dîrok îro tê nivîsandin; ya heyî îro ye û nabe bê taloqkirin. Nabe ku em li benda sedsaleke din bisekinin.”

‘HÊZÊN KURDISTANÎ DIVÊ NEBIN ASTENG, DIVÊ BIBIN PIŞTEVAN’

Şêx Murşîd El Xeznewî careke din bang li aliyên Kurd kir û got, “Hevdîtina destpêkê pêk hat. Pêvajoya ji niha û pê ve gelekî girîng e. Ji bo yekîtî pêk neyê dibe ku astengî rû bidin. Partiyên siyasî divê li gorî girîngiya atmosfera heyî û metirsiya pêvajoyê, sekneke mezin nîşan bidin. Divê hemû alî nakokiyên xwe bidin aliyekî; bêyî ku nakokiyan kûr bikin, lihevkirinê pêk bînin.

Îro Rojavayê Kurdistanê di rojev ê de ye. Ev herêma ku demekê parçeyekî biçûk bû îro li cîhanê deng veda. Li gel biçûkbûna xwe ya cografî, bû cihekî welê ku helwesteke mezin nîşan da. Lewma pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya tevgerên Kurdistanî yên li sê parçeyên din ên Kurdistanê heye. Roj ew roj e ku bi gel re bin û destê hatiye dirêjkirin venegerîne. Rojavayê Kurdistanê her tim di rojên zor û zehmet de bi wer e bû û ji bo we berdêl da. Îro roja man û nemanê ye, roja şeref û namûsê ye. Ji ber vê yekê jî ji bo pêkhatina yekîtiya Kurdan em li benda piştgiriya hêzên Kurdistanî hemûyan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Reqayê çek û cebilxaneyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 26’Ê KANÛNA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji MJAR’ê daxuyaniya 27’ê Mijdarê

Milîsên Jinên Agir û Rojê diyar kir ku di pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê de li Colemêrg…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Kurd: Em hêmana esasî ya vê pêvajoyê ne!

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd konferansa xwe ya 3'yemîn lidar xist. Jinên beşdarî konferansê bûn gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî: Di doza Tahîr Elçî de lêpirsîneke rast nehat kirin

33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî, destnîşan kirin ku di doza Tahîr Elçî de delîlên girîng…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê her projeya çareseriyê ya li Sûriyeyê mafên tevahî pêkhateyan misoger bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêya Tebqa-Helebê ji bo wesayîtên sivîl hat vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Dendeh hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?