Piştî komxebata ku duh li Qamişlo ji bo yekrêziya Kurdan hat lidarxistin, îro jî bi heman armancê komek çalakvanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bi navê Înîsiyatîfa Gel a Serbixwe komxebatek li dar xist.
Komxebat li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya çalakvanên siyasî û civakî, endamên partiyên siyasî yên PYNK’ê, rewşenbîr, nivîskar, oldarên wekî Şêx Murşîd El Xeznewî, kesayetên naskirî, tevgerên siyasî yên Kurd, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) amade bûn.
Di destpêka komxebatê de mijarên nîqaşê wekî, “Guhertinên li Sûriyeyê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên ji bo yekrêziya Kurdî” hatin diyarkirin.
Şêx Murşîd El Xeznewî ku axaftina destpêkê kir, bal kişand ku ev pêvajo ji bo Kurdan gelekî girîng e û lazimiyên ku divê Kurd bikin anîn ziman. El Xeznewî bi gotinên wekî, “Wê dîroka sed salên din bê nivîsandin, wê nexşe ji bo sed salên din bên xêzkirin” hesasiyeta demê anî ziman û ji bo helwesta Kurdan ev hişyarî kir: “Zarokên me an wê bibêjin saeta we xweş, an jî wê lanetê li we bikin.”
Şêx Murşîd El Xeznewî li ser sekna partiyên Kurdan jî axivî û ev nirxandin kir: “Em tu carî ji partî û rêxistinên ên Kurdî dûr nakevin, wan bi salan ked dane û ji bo gelê Kurd xizmet kirine.”
Şêx Murşîd El Xeznewî da zanîn ku sedema çêkirina vê komxebatê jî ew e ku hinek zextê li partiyên siyasî bikin û wiha dom kir: “Em ji bo ku zextê li ser partiyên Kurdî çêbikin da ku yekrêziya neteweyî pêk were, li hev civîyan e. Armanca me ne ew e ku em hemû partiyên siyasî yên Kurdî bînin ser yek fikrê. Dibe ku di fikran de cudahî hebin, lê lazime partî û rêxistinên me yên Kurdî li ser çend xalên hevpar yên ku netewebûnê pêk tînin, li hev bikin û bi yek dengî biçin Şamê.”
Doktor Silêman Îlyas jî destnîşan kir ku pêwîstî bi reşnivîseke neteweyî ya ku hemû partiyan dihewîne heye da ku ji şandeya ku wê biçe Şamê piştrast bibin.
Doktor Silêman Îlyas bal kişand ser êrişên li ser herêmê û wiha dom kir: “Lazime di serî de em li hev kom bibin û em piştgiriya hêza xwe bikin. Ger hêzeke parastinê nebe, di zanista siyasî de jî mafê siyasetê nabe. Îro hêza me heye û li ser erdê ye, lazime em piştgiriya wê bikin da ku em bikaribin mafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê qezenc bikin. Di asta navneteweyî de jî em diyar bikin ku heta Kurd negihîjin mafê xwe, li Rojhilata Navîn tu aramî çênabe.”
Komxebat piştre, ji çapemeniyê re girtî dom kir.